Eline sağlık değerli Rodaro..
Sözkonusu olan yazıyı Netkurd'ten aktarıyorum.
Selam ve saygılar
H.E
PEYMANA STRATEJÎK A IRAK-AMERÎKAYÊ Û KURD
--------------------------------------------------------------------------------
12/6/2008
Şiwan Tavîng –Hewlêr
Wiha biryar e ku DYA (Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê) peymannameyeka ewlekarî li gel Iraqê îmza bike û li Iraqê 50 basên (binkeyên) eskerî (serbazî) yên berdewamî ava bike, bi vê jî Amerîka Iraqê bixe bin kontrola xwe. Amerîka pê re jî dixwaze esker, sermiyangêr û personelên wê yên li Iraqê rûbirûyê qanûn û nîzamên Iraqê nebin. Lê hukumeta Iraqê wek serkêşiyekê naxwaze biçe bin barê fişar, şert û mercên Amerîkayê bi wê îtîbara ku ev tê maneya binpêkirina serweriya axa Iraqê.
Heta nuha di nav pêkhateyên Iraqê de tenê kurdan bi fermî alîgiriya xwe ji bo mayina hêzên Amerîkayê li Iraqê ragihandiye. Herçî aliyên din in naxwazin. Lê her çawa be, dixwiyê ku di dawiya îsal de DYA ê hewl û kedeka navneteweyî bide, bi taybetî li nav çarçeweya Konseya Ewlekariya NY (Neteweyên Yekgirtî), da Iraq ji bin desthilata maddeya hejmar 7 a NY derkeve derva. Diyar e ne di berjewendiya iraqiyan, ne jî di ya amerîkiyan de ye ku ev desthilat ji bo saleka din bê dirêjkirin. Diyar e baştir ew e ku îdî Iraq wek dewleteka xwedî tevayiya serwerî û serbixweyiyê xwe bixe kar. Helbet eger hin guhertinên piçûk di klîşeya peymanê de bên kirin jî reng e di encamê de hukumeta Iraqê peymannameya ewlekariyê li gel DYA-yê îmza bike.
Li hemberî vê guherîna mezin, hem bi iraqî, hemjî bi amerîkîyan baş e ew peymannameyeka hevbeş mor bikin ta di wê riyê re peywendiyên xwe li ser hemû sewiyan (astan) birêbixin. Nuha gotûbêj bi awayekî veşartî di derbarê wê peymannameyê destpêkiriye. Ji bo wê, berî ku em awirekî giştî bidin pêgeha kurd di nav paymannameya çaverêkirî, baş e temaşeyeka mêjûyê bikin. Hin caran xwendina dîrokê karekî giring û pêdivê ye.
Pêşiya ku Iraq serbixweyiya xwe di sala 1932-yê de bidest bihêne û wek welatekî xwedî serwerîya temam doza endametiyê li Isbetu'l Umem (Cemiyeta Aqwam) a wê demê bike Iraqê û Brîtanyayê ku wê demê ew dewleta mandater bû bi ser Iraqê de, peymannameyeka dualî mor kir. Li gor wê peymannameyê îdî dawî li mandateriya Brîtanyayê a li Iraqê dihat lê awayekî têkelî, hevkarî û îltîzamatên hevbeş di navbera herdu dewletan de di riya peymannameyê, paşbend û dokumentên wê re dihat birêxistin.
Wê demê pênc sal dibû ku kurd hatibû xistin ser Iraqê. Lê îmkan û derfeteka wiha li ber dest nebû da bikaribe di nav rêveçûna gotûbêjan de rola xwe bilîze. Her ew hal bû ku wiha kir brîtanî û iraqî şaşîtiyeka yekcar mezin bi ser de bisepînin ya li ser riya qebûlkirina mafên wî di nav dewleta taze ya serbixwe ya Iraqê de. Take îşareta di wê peymannameyê de ew bû ku digot pêkhate kêmaniyên Iraqê, bê navînana kurd yan pêkhateyeka dike, heqê parastina kultur, ziman û dab (tore) û normên xwe heye.
Loma piştî ragihandina serbixweyiya Iraqê valayiyeka mezin di bingehê hiqûqî yê wê dewletê de peyda bû. Her ew valayî bû ku dawiyê, zemîn li pêş dewleta Iraqê xweş kir da bi dirêjayiya heft salan, yanî heta hilweşiyana rejima pêşî, ne ku her mafên kurdan neda, belkî bi wî heddê (perrê) tundûtûjiyê jî hewla jinavbirin û têkdana xweyîtî, ziman, aborî û bingehê neteweyîya wan da.
Dibe ku îro dîrok mijûlî xwe-dubarekirinê be. Bi giştî, dike senaryoyeka bi heman awayê destpêka salên sîhî ên sedsala buhurî di derbarê Iraqê, serbixweyiya wê û peymannameya dualî û kurd de derkeve ser rê. Waye Iraq di kutayiya îsal de ji bin maddeya 7 a NY dertê. Bi vê gavê îdî desthelata hiqûqî ya Amerîakyê wek welatekî dagîrker namîne ku li Iraqê heta wê wextê hebûye. Lê ji bo ku Iraqa taze wek Iraqa kevn hê nikare bi awayekî rêkûpêk parêzgarî li asayişa navxweyî, asayişa dervayî û ya sînorên xwe bike, hê Bexda û Washington ketine nav gotûbêja wê yekê ku peymannameyaka wiha mor bikin da cure peywendiyên paşerojê birêbixe.
Li vê derê kurdan pêwistî bi xwendina dîrokê heye, bi taybetî dîroka dewra morkirina paymannameya Birîtanya-Iraqî ya di dema serbixweyiya yekê de. Bêguman, rewşa kurdan a ku nuha ew tê de ne, gelek cuda ye ji ya wan dewranên kevn. Îro kurdan serkirdayetiyeka hekîm û dûrbîn heye, xwedan yek dîskursa siyasî û tevgereka siyasî ya zindî ye. Hukumet û parlamentoya xwe heye, ew roleka gelek mezin li nav Iraqê dilîze şirîk e li desthilat û serwetê. Xwediyê bingeha xwe ya federalî yeç Di destûra daîmî de mafên wî hatine qebûlkirin. Lê li gel hemû van tiştan jî hê giring e dîrok li ber çav bê girtin da em tûşî her eynî rewşa salên sihî yên sedsala derbasbûyî nebin.
Îro ne ku her kurd, Iraq jî guherîn bi ser de hatiye Iraqeka rû li demokrasiyê hatiye meydanê. Bizavên siyasî li nav gelên Iraqê baştir û berçavrûntir ji caran seyra meseleya kurd dikin. Pîvaneka nuha a neteweyî û siyasî li nav Iraqê tê bikaranîn. Heta nuha hebûneka bihêz a Amerîkayê heye.
Îja ji bilî Iraqê navçeya Rojhilata Navîn û deverên dorûpişta Kurdistanê jî guhertinên bingehîn bi ser wan de hatine û komelek pirsgirêkên bi wî awayî hatine pêş ku pêştir nebûn. Di ser navçeyê re cîhan jî hatiye guherîn. Ya ku wextekê, yanî piştî şerê cîhanê ê yekê û di qonaxa navbera herdu şerên cîhanî de rast bû, îro ne rast e.
Tevî van jî, hê jî pêwîst e kurd ne ku agahdarî wê peymannameyê be ku nuha di navbera Iraq û Amerîkayê de tê nivîsandin, divê beşdariyeka serekî û kartêkirî di dariştin û nivîsîna wê de bike. Pêwist e karekî bike pêgeha wî di nav peymannameyê de zelal û eşkereyî bê destnîşankirin. Nebe wek pêgeha nediyar a peymannameya navbera Brîtanyayê û Iraqê.
Îro li ba wê guherîna pozîtîf a mezin a nav kurdan, Iraq, navçe û cîhanê hin guhertinên negatîv jî hene. Iraq welatekî têkilhevtir û pirrpirsgirêktir (pirrkêşetir) e li gor Iraqa salên bîst û sihan a sedsala buhurî. Dewletên navçeyê, bi taybetî dewletên li dorûpişta Iraqê desthilateka tirstêfirîn (xeter) li nav Iraqê û li navçeyê peyda kiriye. Gelek caran şer û berberekiya hebûna Amerîkayê dikin, di nav xwe de jî zirar û ziyaneka pirr digihînin Amerîkayê.
Îro sedemên şer û pevçûn û teqînên mezin li meydanê ne li navçeyê, bi tayetî di warê Sûriye û Îranê de. Terorê tawa xwe girtiye. Sîstemên şovenîst û dîktatorî û statukoîst bi awayekî xurt liberxwe didin ji bo parastina xwe û desthilatên xwe yên reş, bi tayetî bi ser kurdan de. Îro gelek ji dewletên navçeyê wek gurê devbixwîn diranên xwe li hember kurdên başûr qîç kirine, her gav tehdîda wê yekê dikin ku piştî derketina Amerîkayê ya ji Iraqê ew hemi întîqama xwe ji me digrin. Ji bo wê hîkmet û hûrî û îsrarkirin pêdivê ye ji bo garantîkirina şun û giranî û mekanata kurdan li nav teksta peymannameya nuh a Iraqê û Amerîkayê.
Guman ji wê nîne Amerîka bêyî midaxeleya kurdan nikare bigihîje peymannameyeka hevseng a giran û rêkûpêk li gel Bexdayê. Lê belê li vê derê, pirsgirêk ew e ku amerîkî mebesta wan a mezin ew e, heta zû ye ji kaosa Iraqê rizgar bibin. Serok George Bush dixwaze heta ku li Koşka Sipî ye vê peymannameyê mor bike serkeftinekê ji bo partiya xwe di hilijartinên êbê yên welatê xwe de misoger bike. Reng e ji bo vê jî wiha ê baş be heta ew li Koşka Sipî ye peymanname bê zelalkirin û morkirin. Lê ne dûr e lezûbeziya Washingtonê bi wê yekê bişikê ragirtina dilê iraqiyan ji bo amerîkiyan giringtir be ji vekirina cih ji bo kurdan di nav peymanê de. Loma jî ev erk, yanî erka çespandina pêgeh û giraniya kurdan di nav teksta peymannameyê de hewleka taybetî û kedeka zor dixwaze û divê kurd dudilî di vê erkê de neke. Pêwîst e em hîsab bikin ku eger derfeta vê care ji det me çû, reng e di paşerojê de derfeteka dîke ya di vî warî de ji bo me durust nebe.
Ya rastî, baştir e peymannameyeka serbixwe ya cihê di navbera kurdan û Amerîkayê de di vê bareyê de bê nivîsîn. Lê ev kar di nav rewşa îro ya Iraqê û navçeyê de karekî dijwar e. Loma, ew nebû, divê em hemû beşdarîkirina xwe di asankirina prosesa nivîsîn û morkirina peymannameyê de pişt bi wê bibestin ku divê ji bo rewşa kurdan maddeyeka taybet hebe di nav de. Ege me ew bi serxist dibe mezintirîn û giringtirîn belgeya navneteweyî ji bo em meseleya xwe ya siyasî û neteweyî misoger dikin.
Ji bilî wê, eger karibe ji wan çend orduyên eskerî yên ku Amerîka bi cî dihêle, beşek jê li Kurdistanê bê cîbicîkirin. Rasterast hukumeta Kurdistanê berpis be ji aliyê peywendîdar bi rêkxistin û miamelekirina li gel wan orduyan. Rast e, rewşa navxwe ya Kurdistanê di warê ewlekariyê de gelek cîgir e. Lê belê, sînorên Herêma Kurdistana Iraqê li çend şûnan nearam e û hergav tirsa wê heye ku ji alî dewletên dorûpiştê êrîş lê bê kirin, wek heta nuha çendîn car hatiye kirin. Loma, parastin û serweriya Iraqê û yekîtiya axa wê û selametiya sînorên wê pêwîstî bi wê heye ku Amerîka çavdêrî lê bike.
Her çawa be yek ji wacibên giring ên kurdan di vê qonaxê de ew e ku mewcudiyeta siyasî û hiqûqî ya xwe li Iraqê li nav teksta peymannameya çaverêkirî ya navbera Iraq û Amerîkayê bide bicîhkirin. Iraqa nuh eger dixwaze xwe ji şaşiyên Iraqa kevn rizgar bike û paşerojeka geş û nuh ji bo gelên xwe destnîşan bike, yek ji wanên ku pêwîstî bi rastkirinê heye pêgeh û giraniya kurdan e li nav deqa peymannameya stratejîk a nav herdu navdewletan. Ev cure peymanname beşeka giring a paşeroja me di nav Iraqê de destnîşan dikin.
Netkurd'te yayınlanan yazı