بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bingehên Gramêra Kurdmancî

Submitted by Rêvebir_E on 28 July 2010

Ji bo ku zimanek bê parastin divê ew bê nivisandin. Zimanekî niviskî ne tenê çêtir dikare bê hînkirin, ew her wiha danîşana netewbûnê ye. Bi tescîl û arşîvkirina ziman, bi damezrandina gramerek ji bo zimanekî ku jê bêpar e, Bedirxaniyan gihîştin armancên xwe yên ku bi rêya siyasetê nikaribûn bimeşînin.
Naveroka gramerê jî ji yên din gelekî cudatir e. Ev gramer yekemîn gramer e ku li gor metodên berhevdana zimanasiyê hatiye avakirin. Qaîde û rêbaz, ne tenê li gor devok û axaftina çend kesan hatine tespît kirin, lê di çerçoveya çavdêrî, lêkolîn û anketan ku li gelek deverên kurmanjîaxêf hatine lidarxistin. Daneyên ku bi van lêkolînan hatine berhevkirin di bin serenavê "navdêr, mêjer, tewang, veqetandek, pronav û rengdêr" de tên danasîn.
Salih Akin