بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

TENÊ EW MABU, Dİ NAVA AŞTÎYÊ DA BERXWEDANEK SÎVÎL

Kontrol, parçekirin û demoralîze kirin metoden dagirkeran yên kewndin. Ew fehl û deqûdolabên xwe planên diwaroj dikin. Planên wan çine? Ew çi dixwezin? Quweta wan heta kîjan niqirê tera planên wan dikê? Dilê wan da çi heye? Pewîste em li ser rasteyetî ya wan bisekinên, wan baş nasbikin gor vê jî xwe her alîva amade bikin. Serketina şorişa me ji hevderxistin û analîzkiran bereyê dagirkeran va giredayîyê. Pewîste bê mecal planên wan betin paskirin û aşîkarkirin. Ew her waha dixwezin yekitîya “Tirkîya” ango “ mîsak-î mîllî” biparêzin. Ew dixwezin sernaserî dinê bibin pêşvigarê Ola Îslamîyetê. Dilê wan da seroketîya hemu dewletên “Tirk” heye. Ew dixwezin ji Behra Adrîyatîkê heta ber dîwarê Çîne bibin hukimran, dixwezin Bosnayê, Kosovayê, Bulgarîstan, Yunanîstan û Qibrîsê xwedî heqê mezin bibin, dixwezin dewletên Ewropa û taybetî jî Yekitîya Ewropa bikeve bin sîyah wan. Dixwezin Dewletên Yekitîya Emrîkayê her tim wan ra dost û yar bimîne. Bi quweta Ezerbaycanê û dewletên “Tirk” yên Sovyeta kewnd dixwezin li ser suyê Komara Urizîstanê bibin şurê Demokles. Vana hemu daxwezî û hevîyê wanin.

Ji Seroketîya Ola Îslamê bigirin; Komara Tirkîya û Sektora Kemalê Selanîkî dikarê bibe destselayedarê Ola Îslame? Wan dîroka xwe da îxanetî Îslamê kirin. Stembol heta damezrandina Komara Tirk peytexta Îslamîytê û ya Dera Ortodoksen Rom bu. Tesîra Dera Romayê û ya Papatîyê seranserî dinyayê ewqas nebu, Ortodoksên Rom yên Stembolê mecal nedidan wan, karê Xelîfetîyê alîyê Sultanê Osmanîva li vir dihat mêşandin , xencî Şîyayan hemu dinya Îslamîyetê kem an zede îxtiram Xelîfê Osmanî dikirin. Kemalê Selanîkî û hevalên wî bona feşilandin û ruxandina Dara Xîlafeta Îslamî, di nava sînorên teng da bona sicinkirina Dera Ortodoksên Rom yên Stembolê soz dan hevkarên xwe yên weku Îngilîzîstanê, Dara Papa ya Rom Rojava û xwedanê sermaye Cuhan. Komara Tirkîya li ser vê bingehyê hate damezrandin, dijî Sultanê Osmanî hevkar ser ketin, axa bin hikumranîya Osmanî hate parvekirin mezintirîn senger ku; bona firotina axa Felastînê mecal nedida, bi vî şiklî hole hate rakirin. Rê bona serketina Sermaya Cuhan li Antolîyayê, Tirakyayê û Kurdistanê dihat vekirin, xwedanê Sermaya Romê Rojhilat û Ermenîya diket kuncekî teng û ew dihat xendiqandin. Bi vî şiklî serokê Xîlafeta Îslamî û serokê Dera Ordodoks ya Stembolê bin diketin, Seroketîya Dera Ortodoks bi şîvekî xesandî dima feqet Xîlafeta Îslamîyetê binva dihat rakarin û gurta wê dihat deranîn. Ji ber van rasteyetîyan îro kesek nikare çerxa dîrokê şunva bizivirîne û Komara Tirkîyayê û Sektora Kemalê Selanîkî bike serokê Îslamîyetê, ew avê ser dilê xwe da berdidin. Reya Seroketîya Dinya Îslamê bo wan girtîyê û ew çil avan jî xwe bişon kesek li wan bawerî nake.

Li Ewropa di bin dara Osmanîya da nezîki 500 salî gelên weku Alban, Boşnak, Sirp, Hungar, Hirvat û Bulgar nalîyanê. Wan, çi îslam bin çi xaçparêz bin xerec bona Sultanê Osmanî dane. Zarokên wan bi zorê ji wan hatine girtin û Enderunên Osmanî da bê dê û bê bav weku xwînxar û har hatine mezinkirin. Ew weku Yanîşar dijî bav û kalên xwe hatine şuxulandin. Dema lêşkerê Osmanî diavit ser gundên welatên van gelana, hinek dê û baven pîl û baskên kwirên xwe destên xwe dişkandin, berku weku zarokên seqet ew ji dê û bavan nayên girtin. Gêlên van welatana hîna zor û zilma Osmanîya bîrnekirine. Sirbîstanê dema Sirpekî zewaca xwe dikir, mecbur bu dergistîya xwe şeva yekem bike paşila Paşyê Osmanî, sed salan dagirkerên Osmanî ew bê şerefîya kar anîn. Eger Tirka van welatana qencîyek pey xwe hiştine hezar jî xirabî, fesadî, dizî û puştî pey xwe hiştinê. Ji ber vê şansê wan li van welatên Ewropa keme, ew bona mislehetên xwe car cara li gel Komara Tirkîya û Sektora Kemalê Selanîkî dans jî bikin, qe tu car nakevin bin bandura wan.

Di pêşhatina bizutneweyên netewî di qurna 19. di nava Osmanîyada hinek nava nijada Tirk rêketin, yên ku plan û teorîya vî tiştî dikirin piranî ne Tirk bun, di bin vê planêda parvakirin û belavkirina Împaratorîya Osmanî hebu, wan planên Tirk û Turan weku kamenekê li ber xelkê Anatolîya û Kurdistanê dadinandin û wan dixwesitn hemû xelkên Îslam û “Tirk” ku; nava Împaratorîya Urîzîstanêda dijîyan bona xwe tenzîm bikin û gav bi gav Împaratorîyekî Turanî bidin avakirin. Dema Urizîstan ketibu tengasîyê wan destên xwe heta Turkmenîstan, Özbekîstan û Qazaqîstanê dirêj kiribun, piranîya Ezarbeycanê girtibun bin tesîra xwe. Enver Paşa û hevalên wî heta Tacîkîstanê çubun û xelkê vira dijî Urizîstanê û dura jî dijî Yekitîya Sovyetê tizdikirin. Wan dixwest weku gava yekhem Împarotorîyek nu li vir ava bikin û Buharayê xwera bikin peytaxt. Ew li vir di nava şerda dihatin kuştin. Berku mabeyna wan da û Sektora Kemalê Seanîkîda pozberî derketibun, ew dihatin firotin û Kemalîstan her alîva peyvendîyên xwe li gel Bolşevîkan pêşva dibirin. Hevhatina wan li ser van xalan pêkdihat:

1-Bolşevîkan dijî Bizutneweya Kurd alîkarîya Kemalîstên Selanîkî dikirin,

2-Dijî hukumatên Sosîal Demokrat yên Ermenîstan û Gurcistanê Kemalîstan alîkarîya Bolşevîkan dikirin.

3-Kemalîstan dest ji xeyalên Turanê dikişandin û îxtirama hukumrannîya Bolşevîkan li Ezarbaycane digirtin.
Li ser vê bingehyê hevatinek pêkdihat, dema bi alîkarîya Kemalîstan Dara Sosîal Demokratan (Taşnakan) li Erîvanê dihat ruxandin hemu çekên Taşnakan dihatin girtin û Kemalîstan ra dihatin rêkirin, Paşayê Tirk Kazim Kara Bekîr Paşa dur û dirêj di pirtuka xwe ya “Îstîklal Harbîmîz” van buyeran dinîvîse. Yunan ji Symîrnayê (Îzmîrê) bi van çekan dihatin derxistin. Bolşevîkan dest ji alîkarîya Kurdan û gelên Anatolîyayê berdidan, Kemalîstan jî dev ji Enver Paşa û taybetîjî ji Bakuyê berdidan. Ew hevhatin dura di ruxandin û feşilandina Kurdistan Sor da jî(1929) dihat karanîn. Di nava Sovyetê da xelkên Sovyetê rind an xirab di sosyalîzasyonekêva derbaz bun, ew nezîkîhev bun, li gel paraztina kultura xwe ew gîhiştin kulturekî kolektîv jî. Gelê Rus ji welatên din ferî gelek tişta bu, feqet gelên welatên weku, Ezerbaycan, Tacîkistan, Turkmenîstan, Qirgîzîstan û Özbekîstanê ji gelê Urizîstanê gelek tişt girtin û ji wan fêrbun, naha alîyê aborî û çandî va ew gelek serketîne. Aborî û Kultura wan ya Sektora Kemalê Selanîkî xurttirê. Ew dikarin tenya “Tirkên” Tirkîyêra qeltê û henekên xwe bikin. Dewletserokê kewnd yê Ezerbaycanê Alîyev berî mirina xwe ew qelteya(meqsera) bi vî şiklî dinaî serê zman: “Brayên me ye Tirk yên Tirkîyayê ji vir gwîn rêş çun û wî alîva bi gwîn kej şunda zivirîn Tirkîyayê”.

Gelên Sovyeta kewnd ku “Tirkên” Anatolîyayê weku Tirk dihesibînîn, ew bi xwe weku Tirk nahesibînîn. Dema mîrov wan ra bêjê hun Tirkîn. Ew vê gotinê bi xwe ra weku kifrî û heqaret dibînin. Ji bêr vê qe tu quetek wan nikarê bike bin bandura Sektora Kemalîstên Selanîkî . Komara Tirkîya dema Dara Turgut Özal da xwest bibe pêşvigarê wan welatan û xwest xwe weku balyozê wan bide nasîn. Ew sîyaset sernegirt, Li paş belavbuna Yekitîya Sovyetê wan welatan seranserî Ewropa Nonerî û Sefaretxaneyên xwe vekirin. Teqilîyên xwe yên aborî bi destên xwe rêva meşandin, Komara Tirkîya û sîyasetmedarên wê li ser qwînê erdê ketin. Desthildana wan li gel Elçîbey li Bakuyê sernegirt. Planên wan demek kwirt da eşkare bun. Dubendî û tezatên mezin ketin mabeyna wan sîyasetmedarên wan welatan. Îro mîrov nikare bêje ku Komara Tirkîya Seroketîya wan welatan dike. Paşeroj da jî tiştekî wusa xeyale.

Peyvendîyên wan li gel Urizîstanê her tim li ser du rutîyê avabune. Dema Dewleta Osmanî dihat ruxandin, mezintirîn alîkarî Bolşevîkan dida wan. Ew bi çek û peran dihatin xwedîkirin. Dema Nazî Alamanya pêşdiketin ew li gel wan dibun hevkar, şerê dinyayê yê dudîyada Komara Tirk alîkarîya Nazîyên Alamanya dikir. Heta sê roja berî xilasbuna şer wan alîkarîya Nazîya dikir. Se roja berî kutabuna şer wan bi taqtîqekî qîrêj Almanyara şer îlan kirin, bo ku aliyên quwetên hevkarva nekevin tengasîyekê. Stalîn dixwest tola gelên Sovyetê ji wan bigirê û Anatolîyayê heta Behra Spî bigire bin kontrola xwe deweletên hevkar taybetî Yekitîya Dewletên Emrîkayê vê plana Stalînra sempatîya xwe nîşan nedan. Dura dema du polên sîyasî weku Pola Varşovayê û Pola Natoyê serî didan, Komara Tirkîya bi taqtîqekî qîrej di Pola Natoyê da cîhe xwe digirt û diji Yekitîya Sovyetê dibu cîhyê fesadî û êrişbunê. Heta belavbuna Pakta Varşovayê wan ew rola bi can û dil girtin ser xwe. Paş belavbuna Yekitîya Sovyetê wan Bizutneweya Çeçen, Tirkên Kirimê û Nasyonalîstên Ezerbaycanê dijî Komara Urizîstanê tizdikirin, sîyaseta Enver Paşa carek din bona xwe aktualîze dikirin, fermande û fedayîyên wan di nava şerê dijî Komara Urizîstanê cîhyê xwe digirtin. Çeçen alîyê leşkerî û terorêva li Tirkîyayê dihatin perwedekirin. Sîyasetmedarên Komara Urizistanê ew rasteyetî dizanîyan û planên Komara Tirkîyayê aşîkar dikirin. Dema serokê Partîya Kemalîstên Kurdistanê Kak Fişok bi navê Kurdan ji Surîyê derdiket û dihat Urizîstanê Urizan û sîyasemedarên wan bi sempatîyekî mezin ew qebul dikirin, demek kwirt da dema wan tekîlîyên wî yên direkt li gel leşkerên Tirk tespît dikirin û ruyê wî pasdibu, wan xwest ku ew lingekî zu Urizîstanê derkeve. Hevîya wan ew bu ku, dijî sîyaseta qirêj ya Tirkîya bi gel Bizutneweya Kurd bibin yêk enî û bona diwaroj planên nu bikin. Dema wan puştî û puçîtîya Fişokî dîtin, ew plana xwe şunda girtin. Eger bi kwirtî bete gotin, mabeyna Komara Tirkîya û gelên Urizîstanêda pozberîyên kwur û dîrokî hene. Sektora Kemalê Selanîkî her tim ew xapandine û dijî wan sîyasetek du rûyî meşandîye. Ji ber vê derê Urizîstanê ji bo wan girtîye demek kwirt da jî venabe.

Heta belavbuna Pakta Varşovayê hebun û mayîna Komara Tirkîya li ser pozberîyan bu. Li paş belavbune ew pozberî ji holê rabun. Nato û Yekitîya Dewletên Emerîkyê edî naxwezin dagirkerên Tirk li ser pişta xwe bigerînin. Dema Hezên Emerîkayê dijî İraqê rêketin wan binva alîkarîya Rejîma Sadam Husenê Tîkrîtî kirin berî galimkirina Hezên Emrîkayê bi delagasyonek mezin ya tîcarî Bexda zîyaret kirin, moral dan dagirkerên İraqê, hevîya wan ew bu kû; bîvila hezên Emerîkayê bişkê û ew gel Sadam Husên dijî Kurda yekitîyêk nu ya pola bişidirînin, ew poitîka wan jî sernegirt, dagirkerên İraqê şikestek mezin xwerin, dura tizkirina terorê alîyê Tirkîyê va jî pere nekir, wan bona destabilîzekirinê piştgirîya hezên tarî kirin, pere û çekên xwe bona wan amade kirin. Li İraqê politika dagirkerên Tirk taybetî jî ya Sektora Kemalê Selanîkî sernegirt. Dema Sadam Husen şikest xwer, rojnemavên Tirk û sîyasetmedarên wan çokên xwe dixistin û digotên hevkarê me ji destên me filitî çu, agir û xofek keti wan, xofa mirinê, xofa ruxandin û belavbunê....

Di vê katê da sedema hebun û berdewama Komara Tirkîya nemaye, sîyaseta wan her alîva îflazê, bizutnewa Kurd neketa bin kontrola dagirkerên Tirk, “demokratên Tirkîya” nebuna hezkarên Kemalê Selanîki, naha deh cara Komara Tirkîya hatibu ruxandin. Aqildarê Komara Tirkîya di salên qurna rabirdî ya 70 da li ser Kurdistan taybetî ji li ser Bakurî Kurdistan planên dur û dirêj kirin, berkû azadîxwezên Kurdistan bikevin bin kontrola wan, bi noker û pisborên xwe ketin nava Tevgera Rizgarîya Kurdistan. Dema Partîya Karkerên Kurdistan dihat damezrandin, wan serîda weku şanoyek “jêrzemînî” Partîya Kemalîstên Kurdistanê navda dadinan. Ew kar bi detê Fişokî hate kirin. Armanca wan ew bu ku; azadîxwezên Kurdistan yêk bi yêk betin kuştin. Wan biryara kuştina serkirdayetîya hemu Tevgerên Kurd yên Bakur girtibu. Pewîstbu ew hemuyan tujtir xwe bidin nasîn û navê Partîya Karkerên Kurdistan xwe bikin sermîyanê serbixweyetîyê durajî nava Partîya Karkerên Kurdistan da sersekvin û dînamîkên şorişa Kurdistanê bi destên “Kurdan” bixendiqînin. Mixabin di vî alîda gelek serketin. Yekhemcar bi navê azadîxwezên Kurdistanê agirekî mezin hate dadan ji hemu alîyên Kurdistanê dînamîkên şorişê komî derdora vî agirî kirin, bi navê şorişerîyê pewîst bu hemu beten gezkirin, hevrîkirin, genîkirin û avitin. Dagirkêrên Tirk du alîva Kurd dukuştin, li Kurdistan û Anatolîyayê berku Kurd dijî wan nava çalekîyan dabu dihatin binçavkirin, girtin, zindankirin û kuştin. Li Bekayê, Kandîl û Şaxên Kudistanê bi navê îtstîxbaratbun û nokerbuna Tirka dihatin binkevirkirin. Li vir ber ku Kurd bun dihatin kuştin li wê ber ku; “îstîxbarat û nokerê Tirka bun” dihatin kuştin. Aşê dagirkerên Tîrk û Sektora Kemalê Selanîki him li vir him jî li wê rind diherîya. Wan heta berterefkirina Bizutneweya Kurd a Serbixweyetîyê ruyê xwe pasnekirin, li ser textê Tevgera Serbixweyetîya Kurdistan runiştin û xwe pêva zeliqandin.

1-Berkû enîyekî netewî bo Kurdistan rênekeve û xelkê Kurdistan regaya serbixwetîyê da pêşva neçe di bin kontrola xwe da ERNK damezrandin. Kurdên ku bona Partîya Karkerên Kurdistan şikên xwe hebun kişandin nava vê organîzasyonê. Tiştekî balkêş bu Kurd her tiştîva dihatin nezîkkirin, feqet ji du tiştan bi fehl û teqtîk dihatin durxistin: yêk: Ala Netewî a Kurdistan ku Xoybunê 1. Kongira Netewî a Kurdistan da tespîtkiribu, du; marşa netewî a Kurd ku dema Komara Kurd a Mehabad da hatibu xwendin. Xort û qîzên Kurd ji Ala Kurdistan û Marşa Netewî a Kurd (Ey Raqip) dihatin revandin.

2-Bi navê Êzdîyan, Alevîyan, Oldarên Misliman yê Kurd, bona Asurî û Sermayedarên Kurdistan, di bin navê alîkarî û yarmetîyêda rexirawa Heyva Sor a Kurdistane, bi navê Mamostan, bi navê Ciwanan, bi navê Hunermendan , bi navê Jinan Komele û Rexirawen paravan sazkirin. Bi van rexiawan bona ERNK dîmena Berê Kurdistan derxistn ber çavan bi vî dîmenî regaya damezrandina Berekî Netewî a Kurdistan birrîn. Wusa dihat propagandakirin. Partîya gelê Kurd heye PKK, bereyê gelê Kurd heye ERNK, leşkerê gelê Kurd heye ARGK, bo rengên sîyasî yên din digotin hun çi dixwezin? Êrişên dijwar dibirin ser wan. Li paş 1990 berku şert û mercên nu ew kiribun merhaleyek taybetî; bona danişandinê gel partî û rexirawên din yên Kurdistanî Bakur mecbur diman. Eger baş bîrîm da mayê bona damezrandina Berekî Kurdistan du salan zedetirin li gel hemu partî û rexirawên Kurd dicivîayan, desturname û rêvabirina Bereyê Kurdistan bi şîvêkî kollektîv derdiket holê, bona îlankirina Bereyê Kurdistan her tişt xilas dibu, demek kwirt berî îlankirinê mixabin bi navê Partîya Karkerên Kurdistan xeber dihat rêkirin û dihat gotin ku; “şert û mercên Kurdistan û dinyayê li Kurdistanî Bakur bona îlankirina Berekî Netewî mecal nadin” ji ber vê ew nikarin di îlankirina Bereyê Kurdistan da amade bibin. Partîya Kemalîstên Kurdistan li vir dîsa hefsar girtibu dest xwe dijî Bizutneweyê Kurdistan Partîya Karkerên Kurdistan karanîbu.

3-Kudên dilsoz bê aga bona Kurdistanekî Serbixwe hemu enerjî û keda xwe di nava wan rêxiraw û komelên ku bi navê Kurdan hatibun sazkirin, amade kiribun. Ke bi canê xwe, ke bi îmana xwe, ke bi pereyê xwe, ke bi eleqetên xwe, ke bi penus û lekolîna xwe bona Kudistan xwe feda kiribun. Tevgera Kurd her alîva serdiket. Partîya Karkerên Kurdistan her roj hêz dibu. Berku çokên Sektora Kemalîstên Selanîkî û nokerên wan yên weku Partrîya Kemalîstên Kurdistan, li ber Kurdistanek serbixwe sist dibun û dilerzîyan, berkû li ser bingehya navnetewî da qîymet û rexbeta dagirkerên Tirk her roj kem dibu û Komara Tirk diket kuncekî teng. Di vî katî da bona demoralîzakirina Kurdan gavekî qîrej ya din avitin. Bi navê Kurdan Parlementoya Sirgunê a Kurdistan damezrandin. Şevekê da Sektora Kemalê Selanîki bi operasyonek mezin aqildarên xwe yên weku Prof. Yalçin Küçük bi çatirdavanê li gel hinek kadroyên xwe yê din diavit nava Tevgera Netewî ya Kurdistanê, mixabin hinek ji wan “Kurd” bun û Kurdî jî dizanîyan. Serokê Parlementoyê dibu Yaşar Kaya, deh nonerên Kurd yên ku dengdanêda (întîxabatêda) hatibun hilbijartin bê şik, bi fedakarîyek mezin dihatin û navê vê Parlementoyê da cîhyê xwe digirtin, wan pînek Parlementoya Tirkîya, Sultanîya Şexsî û malûmilkê xwe dixistin, ew bi ruhmet dihatin û nava refên şorişa Kurdistan da cîhyê xwe digirtin. Partîya Kemalîstên Kurdistan û Fişok li vir jî aktîv diman. Yaşar Kaya weku layanekî kwîr bi zanistî an jî nezanîstî derdora Fişokra dibu perwane. Serokê Parlementoyekê di mabeyna rexiraw û partîyên welatê xwe da bê layan dima, bona hevhatin û karê kolektîv rolekî mezin dilîst, nava “mezin”, ruspî û şexsîyetên welatê xwe da dibu navnîşana hevhatin û hevramêşîyanê, daxawa Yaşar Kaya ji vana dur disekinîya wî rolek girtibu ser xwe û ew rola dilîst: pehsandina Kak Fişok, nava Kurdan da tizkirina pozberîyan, li ser bingeya siyasî a navnetewî da tespîtkirina dostên Kurdan û durajî demoralîzekiran wan û Kurdan. Bi navê Parlementoya Kurdan Yaşar Kaya û aqildarên wî gelek kar kirin wî di salan şunda ew rasteyetîyê bi vî şiklî anî serê zman: “Ew Parlementoya ne ya Öcalan bu, raste aîkarîya wan gelek bu feqet deh nonerên DEP ê wê Parlementoyê da hebun. Ji Yaşar Kaya bigirin heta Necdet Bulan, ji Alî Yîgît bigirin heta Remzî Kartal tam deh noner hebun. Deh rewşenbirên serbixwe hebun. Xencî vana komên weku Yekitîya Alevîyên Kurdistan, Yekitîya Yurîstên (huqukvanên) Kurdistan û Yekitîya Êzdîyên Kurdistan, hebun. Ji tenya ERNK 12 noner(mebus) hebun. Ewropayê û hemu dinyayê vê Parlementoyera hemez vekirin, kesekî ew bi terorê an jî weku Parlementoya partîyekî suçdar nekir. Vê Parlementoyê pirsa Kurda bire gelek welatên dinyayê, wanra da nasandin û salixdan. Di diroka Kurd û Kurdistan da bi karên xwe yên mezin bêşekî taybet ya bi ruhmet digre.” (Malpera Kurdistan Post) Yaşar Kaya li vir rasteyetîyekê ji tîne sere zman hemu Ewropa û dewletên dinyaye bona “Parlementoya Kurdistan” hemeza xwe vekiribun, hevîya Kurdan û dostên wan ew bu ku; Parlementoya Kurdistan a Sirgunê serkeve û bigehîje Kurdistanek Serbixwe, cîvînên xwe yên diwaroj welatê xwe bike. Gelek dewletên Ewropa nonerên ve Parlementoyê bi protokolên bilind qebul dikirin, Partîya Kemalîstên Kurdistanê aktîvbuna xwe her tim berdewam dikir, ji refên Kurdan çi dibîhstin û çi didîtîn raporî dagirkerên Tirk dikirin, dema ew Parlementoya gîhişt tiltilekî bilind û bo Kurdan bu navenda hevîyê, bi jorda ser daxwezîya Fişokî û aqildarên wî hate berdan, erdê ket parçe bu û mir, cîvînekî teatreal hate feşilandin. Armanc demorelîzakirina Kurdan û dostên wan bu. Dîroka tu netewekîda rezîlîyek wusa nebibu. Yaşar Kaya bedeng ket, nonerên DEP ê yê kewnd nikarîyan dengê xwe bilind bikin û dijî vê rezîlîyê derkevin, melisbun bu karektera wan ya kollektîf, yên ku pîn li Parlementoya Tirkîya xistibun û serbilind hatibun nava şorişa Kurdistan da amade bibun, nikarîyan pînekî Fişokî û aqildarê wî bixînin û karê Parlementoya Kurdistanê berdewam bikin. Bi vî şiklî rezîlîyek mezin anîn serê gelê Kurdistan. Kurd bê rexbet û bê rumet hiştin.

Navê netewekî parlementoyekê ava bike dura bi cîvînek teatreal vê parlementoyê bifeşilîne!? Her tişt bi navê gelê Kurd û şorişa wî hatibu pîskirin, tenya navê Parlementoya Kurdan mabu, bi vî şiklî bi merxasîya Yaşar Kaya û yên weku wî ew jî hevrî kirin, gezkirin, genî kirin, dan bin lingê xwe û avitin alîkî. Di bin diliqê Kurdan da li gel çend siyasetmedaren dinyayê danustandin çêkirin?? Alîyê çend parlementonva hatin qebulkirin?? Li ku dere çi alikarî û hevkarî dîtin??! Li paş feşilandina vê parlementoyê, siyasetmedarên dinyayê û dostên Kurdan çi difikirîyan? Mîrovên weku Yaşar Kaya ku; îro ji Recep Tayîp Erdogan alîkarî dixwezin ji bin vî barî çawa derkevin? Ma doza gelê Kurdistan ewqas erzane? Ciwan û sîlsileyên nu yên Kurdistan beyanî ji bo wan çi bêjin û çi binîvîsînin?! Pervanebuna wan li derdora Fişok, Partiya Kemalistên Kurdistan û xudanên wan di diwarojda bi çi şiklî berdewam bike?!

4-Di mehên dawîyêda Mirudên Fişok û berpirsîyarên BDP qala berxwedanek sîvîln dikin, qala Mavetme Gandî dikin. Di nava aşitîyêda dijî “rejîma Recep Tayîp Erdogan” dixwezin berxwedanek bê çek rêxînin. Ji wan kesek behsa dagirkerîyê û sîstema wan nake. Hemu pîsî û xirabî Recep Tayip Erdigan tête barkirin. Ma me diroka dgirkerên Tirk û Komara wan baş nasnekira ew gotinên wan li ser çavan. Li Bakurî Kurdistan kerrên li paş çîyayên Qafê jî dizanin ku, Kurd nava Parlementoya Tirkîyê da nikarin Problemên xwe çareser bikin. Struktur, desturnahme û toreya Komara Tirkîya bona çareserkirinek wusara amade nine. Ew kiras ne carekê deh cara wan ra mezin tê. Ew nava vî kirasîda wanda dibin û dixendiqin. Kurd sedan Parlementerê xwe ji nava vê Parlementoya Tirkan da amade bibin, nikarin tiştekî bikin. Mîrovên bê mal di malê din mêvanin an jî dervane, komên bê dewlet her tim li ber lepanin, Kurdên ku derdora dagirkeran dibin perwanê her tim bê xisaret û bê rumetin. Rojek tê ew têtin tazî û şilfkirin, rojek tê bîvilan wan tête şikandin, ew her roj zedetirîn nezîkî kijikan dibin, her tim nizm difirin û erdê va kaş dibin. Alîkî va Syndroma Swedê alîyê din va nexweşîya masoşîzmê van dixwe. Yen kû îro qala Mahatma Gandhî dikin, carek din dixwezin gelê Kurd bixapînin. Gandî serî da çek negirt destên xwe, dijî kastan bi serbilindî derket, di nava Kasta Banîa û malbenda xwe da berxwedanek mezin da, dema wî Îngilîzîstanê dixwend(1888), dema ew Efrîka Başur bu(1893), dema ew dizivirîya Hindîstanê, wî her tim serbixweyetîya Hindistanê dixwest. Tu car wî dev ji serixweyetîya Hindistanê berneda, ew gelek cara hate girtin û binçavkirin, raya xwe aşîkar anî serê zman. Tu car neket xizmeta dagirkerên Îngilîzîstanê û negot ez xizmeta we da me, dema şerê II. yê dijî Êla Buran li Efrîka Başur ew li gel hemwelatîyên xwe di şerda gel lêşkerên Îngilîzîstanê amade dibu, feqet çek nedigirtin destên xwe, wan karê pizejkî û tendurîstîyê dikirin. Dema wan malên dagirkeran nedikirîyan dibun yêk deng, dostên wî û hezkarên wî di nava gelê dagirkerda gelek hebun, wî dostanîya wan bi kar û keda salan kezanc kiribu, wî kesekî binkevir nekir, wî dijdarên xwe ji holê ranekirin û kesek neda kuştin, wî dagirkeran û dewleta wan pere wernegirt, ew maqam û parlementoya dagirkeran dur sekînin, problemen xwe nava xwe da çareserkirin, wan li Îngilîzîsanê xanî, otomobîl, gemî neşewitandin, agir bernedan gelê dagirker. Mahatma Gandhî bi xwe nezîka heyşt salan zidanêda sicinkirî ma, tu car melis nebu, hevîya xwe bona Hîndistanek Serbixwe wanda nekir, wi mîrovperwerîya xwe di nava dilê gelê dagirkerda hezkirin hêşinkir û da zîldan. Sîyastemedarên dagirker nikarîyan dijî vê hezkirînê bisekinin, ew gav bi gav helîyan û binketin. Îro navên wan kesik nizanî û nayne bîra xwe feqet Mahatma Gandhî her tim zindî ma. Na ez berpirsiayarên BDP û nokerên Fişok dipirsim? Hun alîkîva dixwezin biçin nava Parlementoya Komara Tirkîya alîyê dinva qala berxwedanek sîvîl dikin, ew çi durîtîye?

Berxwedana sîvîl çîyê: bi çalekîyên mîrovperwerîyê di nava dilê gelê dagirkerda heşinkirina hezkirinêyê. Her awayî, ledan, zor, zelp û zilmê durketine. Dev ji pênasa dagirkeran berdane û şewitandina pênasa dagirkerane. Ji dewleta dagirkeran ne pere girtine. Boykota malên dagirkerane. Di her gava jîyanêda ne axaftina zmanê dagirkeranê. Mahkeme, Polîs, Nexaşxanê û dibistanên dagirkeran durketine, redkirina leşkerbuneyê. Her alîva karmendê deweleta dagirker durketine. Mizgeft, Der û hemu Olxaneyên welat da nekaranina zmanên dagirkeranê. Netemaşekirin televîzyona dagirkerane. Negwihdana radyoya dagirkerana. Boykota, Rojname, kovar û pirtukên dagirkerane. Di nava federasyon, komel, partî û rêxirawên dagirkeranda neamadebune. Ne berkirina cil û bergên dagirkerane. Şerîkeyê dagirkeranda ne şolkirine. Neserkirina tîyatro û fîlimên dagirkerane. Bi kwirtî berxwedana sîvîl vayê. Ma eger problema we li gel sînorê dagirkeran, ala wan, zmanê wan, parlementoya wan, Komara wan tune, hun ji me û gelê me çi dixwezin, hun û Fişok kê dixwepînin? Lehîya(Lasera) gel we û dagirkeran bi hevra bide ber xwe, ew roj nezikîn. Qe tu quwetek nikare jîyana Komara Tirk dirêj bike, berku şert û mercên hebuna wê edî nemanê, him hundirda him jî li ser meydana sîyaseta navnetewî ew nava îflazê dane.Kurdistana Serbixwe redaye û bê, ew weku sung ji Rojhilata Navarast derkeve hole. Rojên we û dagirkeran hemcirîne, em dîsa dimînin vî alî..........

Bîşar Norşîn

26.04.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.