بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rastirîn û kewntirîn sersal Newroz pîrozbe!

Di dîrokê da gelek salnahme derketine holê, hinek ji wan îrojî tên şuxulandin. Sala
Kurdan û hinek gelên Aryan 21 Adara salnama mîladî destpêdike. Di 21 Adarê
rojek taybetîyê. Taybetîyê ber ku; direjîya şev û rojê yêk dibe, dar û berên ku
di mehên zivistanê da mîtina avê ji erdê danê rewestandin, carek din destpêkî
mîtina avê ji erdê dikin. Heyvanên kuvî ku di zivistanê da dikevin xewek kur,
hedî hedî ji xewê şîyar dibin, teyr xwendina xwe digorin bi kefxweşî destpêkî
xwendina xwe dikin, erd germ dibe bona zîldana tovan xwe amadê dike. Xwîna
mîrova jî zêdetirîn kehl dibî hormonên kefxweşîyê bedena wan da hiltên, kal û
pîr bi borandina salek din kefxweş dibin, pincarên tezê hedî hêdî tên ser masê
û xonçan, berfbelek ji binê erdê serî radikin û erdê dixemilînin, bi vî şiklî
baharêk nû destpêdike. Roja Nu; Newroz, destpêka saleyê, nîşeta kehlbun û
germbuneyê, nişeta serketin û zindîbuneyê, nişeta; ji sarî, tengasî, birçitî,
gemarî û tiralîyê rizgarbunêye. Di dîroka meda qe tu rojêkê ewqas pîrozî weku
Newrozê cîh negirtîye.

Bi emilandina agir, mîrovetî bu du bêş, yen ku agir girtin bin kontrola xwe
paraztin û şuxulandin û yên ku hetanê kewnda man û ew gava dîrokî neavitin. Bi
vî avayî komên bi agir û komên bê agir derketin holê. Di nava pavejoyda agir bu
ruhmeta hinek koman, Koma Kurd ji wan yêk bu. Wan li ser axa xwe agir bi hostatî
paraztin û gîhandin zarokên xwe. Agir, ew ji sermayê, tarîyê û hovitîyê paraztin.
Wan agir, agir jî wan parazt. Wan dît ku agir parçekî Nureyê, Xweda bi Nura xwe
wan diparêzê. Bi patin, kehlkirin, helandin û şewitandinê mîrovetîyê hingavêkî
gelek mezin avit, bi ava kehl xwe şuştin û pakirinê; jîyanekî pak(hîjen) bi
xwera anî, bi hunera helandinê; metal yêk bi yêk ketin bin lepên mîrovan, ji wan hecatên
metal afirandin, bi patinê kuz, dîz, cêr û kupan gelek pêşvaçun, bi helandin û
destxistina metalan wan şorêşek gelek mezin kirin û zedetirîn pêşva hatin. Bi
ser salên patî bi nîvîsê û livînên şerandî peşveçuna xwe gîhiştin tiltilek mezin.
Bi vî avayî Nur û pîrozkirina destpêka salê bi hev qelibîyan, vê roja taybet da
dadana mirmêlîgên mezin bu tore. Li derodra mirmelîgên mezinda govend girtin,
helperkîn û stran gotin bu parekî vê rojê, patina xwerinen taybet, dayîna dîyarî
û xelatan, çavberdana qîz û xortan, sozdan û biryargirtin bona destgirtîbune
nişêtên vê rojêne.

Ber ku; heqî û neheqî, xirabî û qencî, sar û germ, mirin û jîyan, ronahî û tarî,
serketin û binketin, mayîn û neman, şev û roj her tim nava pevçunek bê
rawestandanê; mîrov her tim nizanin kû çi bê serê wan. Bi 21 Adarê bi destpêka
zindîbunek nu her alîva bi serketinê xwe pêşva tîne. Ji ber vê heviya hemu jîndaran
di vê rojêda mezin dibe, taybetî jî ya mîrovan. Kurdan taybetîya vê rojê hezaran
sal berîpêş ji xwera dozîtîne û ew roj kirine destpêka salnama xwe. Ew roj xwera
kirine cejn û roja azadbune. Newroz her alîva zindîbun û azadbune, li
seranserî dinyayê qe tu cejnek weku Newroz ê zindîbun û azadbune nayîne serê
zman. Newroz azadbune, zindîbune û Nura Xweda agir xwedî derketine.

Li Îranê hinek Fars bi zanîn an jî bê zanîn Newrozê weku roja ruxandina dara

Meda alîye  Împarator Korêş va jî pîroz dikin. Çawa tête zannîn Korêş dara 
Astyages ruxandi bu û dara Persa  di dîrokêda yêkhemcar avakiribu. Pîrozkirina Newrozê û ruxandina dara Meda du tiştên cudane. Pîrozkirina Newrozê ji ruxandina Meda kewntire. Tiştek dîyare ku Newroz roja zindîbun, xweşî, serketin û azadbuneye.Vê rojê da ne tenê mîrov, hemu heywan û darûber zindîtir dibin û  jîyanek nu va xwe dizeliqînin. Ji ber vê pîrozkirina Newrozê bona gelê me ji hezaran sal virda buye ferz. Newroz pîroz be! Baştirîn Newroz di bin stara Kurdistanek serbixwe bêtin pîrozkirin. Hemu rojên we weku roja Newrozê bin, azadî, serketin û xweşî ji bo we………
 
Bîşar Norşîn
 
20.03.2011
 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.