Pêşewa Qazî Mihemed û Konferansa Wî…Îbrahîm GUÇLU
Gruba Dîyalogê ya Dîcle-Firatê di 01. 10. 2011-an de “Konferansa Qazi Mihemed” lidarxist. Hezar mixabin civîn ji konferansê zêdetir dişibî civînên xwezayî yên bîranînê. Loma jî min ev rewşa civînê rexne kir. Min daxwaz kir, ku careke din em vê şaşiyê nekin. Her civînekê gorî karakter û naveroka wê rêxin û şikl bidin.
Di vê konferansê hat dîtin ku di helwesta dewletê de guhertinek mezin pêk hatiye.
Li Bakurê Kurdistanê û li bajarê Amedê “Konferansa Komara Kurdistanê ya Mehabadê” cara yekem di sala 2005-an de ji aliyê Komeleya Kurd a Diyarbekîrê de hat lidarxistin.
Dema ku Konferansê dest pê kir, derûdora salona konferansê ji aliyê polîsan de hat pêçandin. Emniyetê kamereyên xwe di salona konferansê de bi cîh kirin. Dema ku kameraya wan tespît kirin ku di konferansê de bi giştî kurdî tê qise kirin û dewlet tê rexne kirin, polîsan xwestin ku pêşiya konferansê bigrin û konferansê belav bikin. Loma jî di navbeyna berpirsên komeleyê û polîsan de gelek minaqeşeyên dijwar hatin holê.
Bi ustatiya berpirsiyarên komeleyê, pêşiya mudaxaleya polîsan hat girtin û konferans bi ewlekarî hat qedandin.
Hezar mixabin piştî konferansê di derbarê konferansê de lêpirsînê dest pê kir. Di encam de di derbarê Min, berdevkê duyemîn yê komeleyê Şêxmus AYKOLî, di derbarê serokê HAK-PARê ya şaxa Amedê Xalis Nezanî dî doz vebû û di encamê de di derheqê me de ceza hat birîn.
Nûha ev cezayê me li dadgeha bilind Yargitayê ye.
Dema em dadgehîbûn, li dadgehê bi kurdî parêzname hatin pêşkêş kirin.
Ez bawer nakim ku di derbarê konferansa dawî de lêpirsîn were vekirin.
Di konferansê dawî de Ez, Felakeddîn Kakayî û Prof. Dr. Şukriyê Xan axevtevan bûn. Ji bona ku konferans di formata xwe de nehat domandin, axevtina me jî gorî vê naverokê bû. Ew haziriyan ku min di derbarê Qazî Mihemed de bi rojan kiribû, min nikarî bi tevayî pêşkêşî guhderan û beşdarên konferansê bikim.
Min jî bes di derbarê Qazî Mihemed de çend têbinî anîn ser zimên. Ez nûha ew têbiniyên ku min bi devkî anîbûn ser zimên, bi niviskî formule dikim.
*****
Qazî Mihemed di navbeyna her çar parçên Kurdistanê de pirek ava kir: Lewra tê zanîn ku Kurdistan, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn li navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî ji hevûdu dûr ket. Her ku di ser re wext derbas bû, di navbeyna herdu beşên Kurdistanê de eleqe qut bû. Kurdên herdu beşan di derheqê hevûdu de nebûn xwediyê agahdariyên berdewamî. Di encama vê bûyerê de, demeke dirêj jî, wek du neteweyên cihê di nav du împratoriyan de jiyana xwe domandin. Ev jî bû sedem ku kurd li her beşekê, di hundirê du împaratorîyên cihê de şikl û taybetiyên du neteweyan qezenç bikin. Ev pirsgirêk, îro jî hîn pirsgirêkeke bi serê xwe ye.
Di navbeyna her sê beşên Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê de duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê radibe. Her kurdek bi riya Komara Kurdistanê ya Mehabadê rojhilatê Kurdistanê nas dike, di serê xwe de neqiş dike.
*****
Dema ku ji Qazî Mihemed tê behskirin, bajarê xweş yê Kurdistanê Mehabad û Komara Kurdistanê ya Mahebadê tê bîra mirov. Dema ku ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî tê behskirin, Qazî Mihemed tê bîra her kurdekî û biyaniyekî. Ji bona vê jî, dema ku jiyana Qazî Mihemed tê rojevê, jiyana Komara Kurdistanê ya Mehabadê tê bîra her kurdekî. Jiyana Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi hev re dibe yekpare, mirov nikare ji hevûdu veqetîne.
Malbata Qazî Mihemed, malbateke herî navdar yê herêma Mukiryanê bû û li hemû herêmên Kurdistanê jî dihat naskirin. Qazî Mihemed wek endamekî rêzdar ê vê malbatê digel merivên xwe di damezirandina Komara Mehabadê de li rêzên pêşiyê cîh girtin.
Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî yê kurê Qasimê Qazî ye. Diya wî jî ji Saqizê bû û ji eşîreta Fettullah Begî bû. Bavê wî qadî bû. Malbata Qazî Mihemed ji 400 salan zêdetire ku li bajarê Mehabadê (Sablaxê) dijîn û di nav civatê de xwediyê giraniyeke civakî û çandî û entellektûelî ne. Ji malbata Qazî Mihemed re ne bes kurdan, di hemen demê de desthilatdar û berpirsên hukumetên împaratoriya Faris û Şah Riza jî hurmet û rêz digirtin.
Bavê Pêşewayê kurd Qazî Elî, di sala 1930an de li Mehabadê rêxistineke kurdî bi navê “Bizava Mihemed” ava dike. Têkilya ev bizav û bavê Pêşewa, bi Şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî ya li Tebrîzê hebû. Bavê Qazî Mihemed di sala 1934an de çû ser dilovaniya xwe.
Qazî Mihemed jî di sala 1900î de, di nav ev malbata navdar û xwediyê nûfuzeke civakî û siyasî de tête dinyayê. Qazî Mihemed di salên biçûkîya xwe de dibistan û medreseyeke dînî ku navê wê “Kutabxane” bû, xwendiyê. Wek tê zanîn di wê demê de li Îranê ciyê perwerdeyê, medrese bûn.
Qazî Mihemed beriya ku di ciyê bavê xwe de bibe qadî, di dezgeha mudirtiya weqfan de xebat kiriye. Lê bitaybetî piştî ku Qazî Mihemed bû qadî, qedir û qiymeta wî di nav gel de zêdetir bûye. Di dema ciwantiya xwe de hizr û hestên wî yên niştîmanperweriyê xurt dibin. Ew him ji zanistiya kevn û him jî ji zanistiya nû ya modern agahdar bû. Ji bona vê jî hewildaneke wî ya îlmî hebûye. Dîsa ji bona ku zimanê biyanî fêr bibe hewildaneke gelek xurt nîşan dide. Wî, ji derveyî zimanê kurdî, erebî, farisî, fransizî, îngilîzî û biçek jî rusî dizanîbûye.
Dema ku mirov serok Evdirrehman Qasimlo jî tîne ber çav, dibîne ku di fêrbûna zimanên biyanî de gelek jêhatî bûye. Ev jî derdixe holê ku di serokatiya Rojhilata Kurdistanê de mîsyon û kevneşopîyeke gelek erênî ya çandî û ziman heye.
Qazî Mihemed, bi kesên îlîmdar û zanyar re xwediyê pêwendiyeke xurt bûye. Bi kesên welatparêz û serokeşîran re di nav danûstandineke gelek balkêş û xurt de bûye. Piştî mirina bavê xwe bûye dadmendê bajarê Mehabadê. Qazî Mihemed ji bona ku ji karê çandî, zanistî, agahîya xelkê hez kiriye, beriya salên 1941an, du sal jî berpirsiyariya îdareya çandî ya bajarê Mehabadê kiriye, di vê qadê de xebateke gelek baş kiriye. Li Mehabadê yekem car dibistana keçan bi hewildana wî hatiye avakirin.
Ji bona vê jî dema ku ji bona Komara Kurdistanê ya Mehabadê makezagonê amade dikin, di makezagonê de mafên jinan ciyekî gelek girîng digre. Dîsa ji bona vê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê girîngiyeke mezin dide pêşkevtina ziman, edeb û şanoya kurd.
Qazî Mihemed, di wê merheleyê de bi xwendekar, rewşenbîr û mamosteyan re jî xwediye pêwendiyeke kûr û xurt bûye.
*****
Qazî Mihemed, di destpêkê de nebûye damezrênerê Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (Vejiyana Kurd-Je-Kaf/JK), lê bi Komeleyê re xwediyê pêwendiyeke gelek xurt bûye û ji damezrênerên Komeleyê re rêz û hirmeta wî hebûye. Qazî Mihemed di hemen demê de di çareserkirina pirsgirêkên civakî û eşîrî de rolekî berçav tîne cîh. Gelek pirs û karên rojane yên xelkê, di dîwana wî de ku jê re digotin “Mehkeme” dihatin çareserkirin.
Berpirsiyarên Komeleyê, pêwendiya wî û Komeleyê têrê nedîtine û xwestine ku ew bibe endamê Komeleyê. Wê demê bitaybetî hewil dane ku Qazî Mihemed bibe endamê Komeleyê. Ew jî di encam de dibe endam û berpirsiyarê Komeleyê.
*****
Dema ku Îran ji aliyê dewletên biyanî ve hate dagirkirin, heyetên biyanî jî dihatin ziyaretiya Qazî Mihemed, li bajarê Mehabadê. Bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirin. Peywendî û danûstandinên bi devre re hatine merheleyekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bibe.
Di destpêkê de daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê wek seksiyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û grubek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî hatiye minaqeşekirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî vê nêrîna Sovyetê biecibanda, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.
Qazî Mihemed û hevalên wî ji bona vê, bi nasnameyên xwe yên xurt û bi şexsiyet biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bikin û di bin pêşengiya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.
*****
Qazî Mihemdî biratî û hevgirtina kurdan, sedemên herî mezin yê serkevtinê dizanî. Ji ber vê jî di gotar û nivîsarên xwe de -ku nivîsar û gotarên wî di rojnameya Kurdistanê de dihatin çapkirin- li ser pirsa yekîtî û biratiya kurdan radiwestiya, ev yek jî wek şert û merceke bingehîn ê serkevtin û ragirtina Komarê nîşan dida.
Loma ew wasiyetnameya wî ya dîrokî di nav neteweya kurd de ciyekî gelek girîng girt.
Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji kurdan re dibêje ku:
“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemmûl dike, piştre divê hûn bizanin ku hîç bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê tû kêmasiyê nîne. Heta neteweya kurd ji aliyê egîdî, xîret de ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin…. Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi hîle û derewan we, bi destê we bide kuştin...”
*****
Piştî ku Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê dîl ketin, gelek zordarî û zehmetî dîtin. Desthilatdariya Îranê di dema dîlketina wî de ji wî daxwaz kir ku nameyekê ji Mistefa Berzanî re binivîsîne ku dev ji şer berde. Wî ev yekê qebûl nekir û ji gelê kurd re got ku tekoşîna xwe dom bikin û bi dijminên xwe bawer nekin.
*****
Dema ku ji jiyana Qazî Mihemed bê behs kirin, divê mirov ji avakirina Komeleyê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî piçek bi tefferuat behs bike.
Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmê kolonyalîst û dîktatoran nebû. Ji bona ku mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921an de li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê dest pê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhelatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta îranê Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hate daleqandin.
Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhelatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê dest pê kir û heta sala 1940î domand.
Di sala 1941an de Îngilîz û Emerîkayê başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagir kiribûn. Mehabad di bin bandor û desthilatdariya tu welatan de nebû û ciyekî azad bû. Bajarê şêrîn Mehabad di heman demê de navenda çand û nasyonalîzma kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jî komeleya Hîva ava bibû û dixwest ku bi Mehabadê re hevdîtinê pêk bîne û ji bona vê Fermandar Mîr Hac û Fermandar Mistefa Xoşnav şandibû Mehabadê. Di bin rêberiya Mele Dawûd de bi 15 welatparêzên Mehabadî re hevdîtin pêk anîn, di encama pêşniyaran de ev berpirsiyarên komeleya Hîva, komeleya Jiyaneweya Kurd li sala 1942an bi şertê ku gelên Îranê bi piştgiriya Ordiya Sor ji desthilatdariya Riza Şah bêtin azadkirin, hat avakirin. Komele bi awayekî îllegal ava bû.
Komele ji bona avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû bingeh. Ji bona vê divê mirov piçek li ser taybetiyên Komeleyê raweste.
Armanc û ramana Komeleyê ew bû ku yekîtî û azadiya Kurdistanê pêk bîne. Komeleyê armanca xwe wusa diyar kiribû:
“1- Li herêma Kurdistanê divê zimanê kurdî di qada perwerdeyî, îdarî, dadî de bibe fermî.
“2-Divê ber- pirsiyarên dewletê yên li Kurdistanê, kurd bin.
“3-Divê dewlemendî û hatina Kurdistanê ya aborî li Kurdistanê ji bona dibistanan û nexweşxaneyan bê serfkirin.
Ji derveyî van daxwazên muşexes, mafê çarenivîsiya neteweyê kurd diparast. Di wê baweriyê de bû ku dema ku neteweyê kurd qederê xwe bigre destê xwe, xwe bi xwe îdare bike, wê demê dikare bi neteweyê faris re bibe cîraneke baş.”
Komeleyê, gorî serkaniyên dîrokî û agahdariyên ew kesên di wê serdemê de jiyan kirî, di demeke kurt de nasyonalîstên kurd digîhîne ser hevûdu, birêdixe û baweriye gelê Kurdistanê qezenç dike.
Komele, di destpêkê de wek rêxistineke Kurdistanî ava bibû. Ji bona vê yekê Komeleyê ji beşên din yên Kurdistanê endam û berpirsiyar girtibûn. Heta berpirsiyarên sê beşên Kurdistanê (başûr, bakûr, rojhilat) li ser sînorê her sê beşan, di çiyayê Dolapdereyê de tên cem hevûdu, li ser peymanekê bi navê Ramana Sê Sînor li hev tên. Komele, li Başûrê Kurdistanê bi rêxistina Hîva re xwediyê pêwendiyeke gelek xurt bû û piştgiriya hemû eşîretan jî girtibû.
Pêşewa Qazî Mihemed jî yek ji endam û berpirsiyarên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bona ku Komeleyê bersîva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hate girtin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê hate hilbijartin.
PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû. Wek tê îddia kirin, PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên neteweya kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin. Loma jî PDKa Îranê ava bû, bi Yekîtiya Sovyetê re jî xwediyê pêwendiyeke xurt bû.
Di navbeyna programa Komeleyê û PDKa Îranê de ferqek tune bû. Lêbelê Komele di helwesta xwe de zêdetir Kurdistanî bû û PDKa Îranê herêmî bû.
Avabûna Komara Kurdistanê
Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.
…”
Projeyên ku Hatin Pêkanîn…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî. Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin. Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin. Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn. Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan. Wek peymaneke civakî makezagon amade bû. Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.
Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.
Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê qut kir.
Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir.
Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezar mixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur bû ku ew û hevalên xwe derbasî Rojhilat Kurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmeta neteweya kurd.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.
Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêkanî. Xwest ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê kurd Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.
Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm girt û piştî şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê bû.
Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wî
Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.
Belê Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.
Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.
Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.
Parastiina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.
Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:
“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bû. Beşbûna Kurdistanê û Barzanî jî ew qas xweş û objektîf tê terîf kirin.
Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.
***
Qazî Mihemed,hem serokekî edetî û muhafazakâr bû, hem jî serokekî hevdem û demokrat û rewşenbîr bû. Serokekî gelek zanyar bû. Ew wek kesekî ansîklopedîk bû. Zêdetir dişibiya serokên sîstema demokrat yên ku bi hilbijartinê tên tespît kirin.
Loma jî di metodên xwe de jî gelek hevdem û demokrat bû. Tu wextî nedixwest ku şiddet û kuştinê bi kar bîne.
Pêwendiyên wî û Barzanî jî, pêwendiyek gelek hevdem bû. Barzanî dema ku li Mehabadê bû, serokatiya Qazî Mihemed bêqeyid û şert pejirandibû. Barzanî her çiqas xwediya hêzek leşkerî ya mezin bû jî, tu wext nexwest ku mudaxaleyî karên serokatiya Komara Kurdistanê ya Mehabadê bike.
Heta dema ku Qazî Mihemed xwest ku bi gelê kurd re êş û keserê bikşîne, Barzaniyan bi hêza xwe ya leşkerî dikarîn li Rojhilata Kurdistanê doza desthilatdarî bikiran. Lê Barzanî xwediye çandeke milî ya xurt/kurdistanî û biesalet bû ku ew yeka nekir, ji Qazî Mihemed re rêz girt.
Divê ew helwesta Barzaniyan ji siyasetvanên Bakurê Kurdistanê yên ku ji beşên Kurdistanê re mudaxale dikin re bibe ders.
Îbrahîm GUÇLU
İ[email protected])
Amed, 05. 10. 2011