بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ji sedî 41-ê jinên Herêma Kurdistanê sinetkirî ne

Rûdaw.net - Wezareta Tendirûstî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên wê rapirsiyê eşkere kirin ku di meha Temîza îsal de li ser sinetkirina jinan hatibû kirin. Di rapirsiyê de derket ku ji sedî 41 ji wan jinên beşdar bûne hatine sinetkirin.
Di wan çalakiyên ku di kampanya tekoşîna dijî şîdeta jinan li Herêma Kurdistanê birêve diçin, roja 28.11.2010an Wezareta Tendirustî bi hevkariya Platforma (na bo têkdana koendamê zaûzê yê mêyîne) encama rapirsiyekê derbarê sinetkirina jinan de li Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Di wê rapirsiyê de ku 5112 form li hersê parêzgehêm Herêma Kurdistanê bi ser jinan de hatine belav kirin, derket ku bi dereceye yekem dayik sedema sinetkirina keçan in û piştre jî pirîk û bav in.

Di wan formên ku li parêzgeha Dihokê bi ser jinan de hatine dabeşkirin derdikeve ku kes ji wan nehatine sinetkirin, herwiha piraniya rêjeya yên sinetkirî li Silêmaniyê bûye, piştre jî Hewlêr tê. Li gor rapirsiyê piraniya yên hatine sinetkirin temenê wan di jêr 5 salî re ye.

Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Karûbarê Tendirustî li Wezareta Tendirustî Dr. Cemîl Elî bo Rûdawê wiha axifî: ‘’Encamên wê rapirsiyê ji seda sed ras te. Ji ber wek pirsyar hatiye kirin. Herwiha li ser rezamendiya wan ji aliyê pizîşkên taybet ve ew jin hatine pişkinîn ku beşdarî rapirsiyê bûne.’’

Platforma (na bo têkdana koendamê zaûzê yê mêyîne) bi mebesta nehiştina diyardeya sinetkirina keç û jinan di 19.02.2010an de ji aliyê 51 saziyên civaka sivîl ve hat ragehandin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/women/4623.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.