Helbestvanên Kurd û Mîrên Botan
Wê dema ez naxwazim tiştekî bikim û li mal bim, yekser ez hewl didim helbestên helbestvanên klasîkî ên Kurdî dixwinim... Ji bo vê yekê jî ez wekî nêçîrvanekî hertim hewl didim çi bi zimanê Kurdî li ser çanda kurd û helbesta kurd derkeve, kom dikim û dixwinim..Zimanê helbestvanên Kurd ên klasîkî gellek asan nîne.. Hemû helbestvanên Kurd ên navdar Erebî, farsî, Turkî û Kurdî baş dizanibû... Gellek ji wan helbestvanan bi van her çar zimanan berhem dane... û di helbestên xwe ên kurdî de jî gellek pêyvên van zimanan kar anîne.. Ji ber vê yekê jî xwendina helbestên wan pirr dijware....Ez bawer dikim ji ber vê yekê ye ku, heta niha kesî hewl nedaye Dîwanên wan wergerîne li ser zimanên din.. Ji bo vê yekê ez dikarim Dîwana Cizîrî û Nalî wekî mînak bînim.....Ev herdu helbestvanan du asoyê bilind ê helbesta Kurdî ne.. Heke derfet û îmkanên wergêrên Kurd hebûya û bikaribûyana ev herdu helbestvanên Kurd wergerandina li ser zimanên din, ev dibû xizmetek mezin ji bo çanda Kurdî..Lê sed heyf û sed mixabin heta niha kesekî hewl neda û nekarîbû helbestên van helbestvanan û helbestvanên din ên Kurdistanê wergerîne...Em hemû Kurd, li her çar parçên Kurdistanê qerzdarê wan in... Wan wê dema herkesî hewl dida bi zimanê erebî û farsî berhemên xwe biafirînin.. Wan bi ziman şêrîn ê Kurdî nivîsî... Zimanê Kurdî ji zimanên din kêmtir neditîn.. Îro di sed sala 21‘an de, em nikarin berhemên wan bidin nasîn...Bi saya werger û şîroveyên Mamosteyê hêja û Kurdevîn M. E. Bozarslan gellek Kurdan dikaribûn li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî şîrovan bikin..Lê ev yeka hanê hêj ji bo helbestvanên Kurd ên din nehatîye holê..Heta niha gellek nivîskarên Kurd û biyanî li ser hesta netewî li ba Ahmedê Xanî nivîsîye... Şîroveyên gellek hêja jî li ser vê mijarê hatine kirin..Hesta netewî li ba Melayê Cizîrî jî hebû.. Ew jî ji Xanî kêmtir nebû...Wê dema mirov helbestên Cizîrî dixwine û dibîne ku, ew xwe ji kesî kêmtir nabîne û pesna xwe jî dike... Di helbestek xwe de Cizîrî wisa dibêje: Ger lûlûy mensur ji nezmê tu dixwazîWer şî’rê Mele bîn, te bi Şîraz çi hacetLi vê derê eşkere dibe ku, Melayê Cizîrî helbestên xwe ji helbestên Şîrazî û Sedî hêjatir û bilindtir dibîne û dibêje werin helbestên min bixwinin û ên min ên wan serkeftîtirin...Lê îro Hafiz û Sedî hatine wergerandin û li dinyayê belav bûne ya Cizîrî?Disan Cizîrî berdewam dike dibêje:Gulî baxê Îremî BotanimŞeb ciraxî şebî KurdistanimDi derheqa hesta netewî a Melayê Cizîrî de bêlgên here ber bi çaw, ew helbestên Cizîrî ên li ser Mîrê Botan, Mîr Şeref in............Cizîrî di wan helbestên xwe bajêrê Cizîrê wek paytextê dunyayê nîşan dide û Mîr Şeref jî wekî hukimdarê dunyayê...Ma Cizîre şubhî darê textê heft eqlîm bîtHem bi hukim û selsenet Îskender û FexfurbîXasê teşrîfa te bin derya û derbendê EcemDa xelatên her seher sed zerkeş û mexmur bîGer çî der eqlîmê rabe hatî textê selsenetPadşahê heft eqlîman selam karê te bîDîsan Cizîrî di helbestâ xwe de berdewam dike û dibêje:Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te binSed wekî şahê Xoresanê di ferwarê te bîDi van dêrên navbirî ên Cizîrî de diyar dibe ku, Cizîrî hez dike dewletek Kurdî saz bibe û di heft eqlîman(hemû dunya) de, serwerîya wê hebe, Paytextê wê dewletê jî Cizîra Botan be û Mîr Şeref be...Hacî Qadrî Koyî jî her bi rêya Cizîrî û Xanî de dice û dibêje:Bedirxanî li ser la çê le mew paşLe her lawe detanharin weku aş .............Emîrek mawe paşayeGotî Kêye? Gotim şêreGoti Lêre? Gotim lêre heta Taran û Hîndîstan Be xoy şêre wekî nawî le şerda dujmin endazeTemayan her bew mawe tewawî xakî KurdistanHeçî cêgay umêd mane û ewey dil xoş deka emroKesî dî lew beder nabête xemxurî gelî Kurdan Di vê helbesta Hacî de diyar dibe ku ew jî sînorê desthilat Êzdanser, Mîrê Botan ji Kurdistanê heta Hîndistanê dibîne...