بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dr. Kemal Sîdo: Tirkiye naxwaze Beşar Esed biçe

Berpirsyarê Rojhilata Navîn ê Saziya Gelên Bin Gefê (society for threatened peoples) Dr. Kemal Sîdo, diyar kir ku Erebistana Siûdî û Tirkiye naxwazin Beşar Esed ji text bikeve û ji ber vê yekê Amerîka nikare mudaxale bike. Sîdo, da zanîn ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan şîretên “Bikuje lê bêje min nekuştiye” li Esed dike.


Berpirsyarê Rojhilata Navîn a Saziya Gelên Di Bin Gefê De Dr. Kemal Sîdo, derbarê “Buhara Ereban” û têkiliyên Tirkiyeyê bi Sûriyê re, ji ji Maşallah Dekak re axaft.


- Buhara Ereban ku li Rojhilata Navîn dest pê kir, çawa dinirxînî?

- Gelo ev buhara ereban ku li Tunusê dest pê kir û li hemû dinyayê belav bû, ê rejimên demokrat bîne? Wextê ku demokrasî hat, gelo ê rewşa bawerî û nijadên kêmar bê guhertin? Li Misrê ji sedê 10-12 xirîstiyan hene, dê rewşa wan çawa be?


Li Sûriyê wextê guhertin bû, dê rewşa kurd û durziyên Sûriyê çawa be? Li Yemenê gelek miletên biçûk hene, xirîstiyan hene. Em dixwazin dema demokrasî çêbû, azadî ji bo miletê biçûk jî bîne. Ne tenê ku li Sûriyê Birayên Misilman bên desthilatê, yan jî li Tirkiyeyê AK Partî bibe desthilat û tu qîmeta miletên biçûk tunebe, tu wateya vê demokrasiyê namîne. Ji ber vê yekê dewletên Rojava ku ji niha ve hevkariya rejîmên niha dikin, divê bêjin me berê şaştî kir. Me alîkariya Mubarek û Bîn Elî, Qedafî û Salih û Beşar kir, bê şert niha divê em alîkariya wan bi şert bikin. Yekemîn şert jî divê pêkanîna demokrasiyê be. Li van dewletan divê hiqûq hebe.


Li welatên Rojhilata Navîn li cihên ku raperîn çêdibin muxalefet di destê Birayên Misilman de ye. Gelo ev muxalefet di pêşerojê de ji bo kurdan û baweriyên cuda nebin talûke?


Helbet civakên ereb civakên misilman in. Rêz û hurmeta me ji wan re heye. Lê tirsa me jî heye. Em ditirsin îslama siyasî bê. Gelo Birayên Misilman ger bên desthilatdariyê, dê rewşa xirîstiyan û kurdan baş bikin yan na? Lewma ji niha ve divê çavên me vekirî be. Ew enstrûmentên ku di destên Yekîtiya Ewropayê û welatên din de hene, em wisa bikin ku şaştiyên berê dubare nebin. Em bêjin niha ji welatekî wek Misirê re pere, aborî lazim e, divê ew alîkariya aborî bi şert bê dayîn. Şertê yekê divê dewlet hiqûqî be. Şertê duyê divê rewşa kêmaran li wir baş be. Ji bo Sûriyê jî heman tişt derbas dibe. Dema alîkariyek dan Sûriyê, divê bi şert be. Divê Sûriye mafên kurdan nas bike, zimanê kurdî nas bike. Dev ji erebkirina kurdan berde, navê gund û cihan serbest be û statûyeke siyasîbê dayÎn kurdan. Ji îro de em li ser kurdên Sûriyê dinivîsin. Alem hemû behsa Dera dike, em yekser li ser kurdan dinivîsin.


- Tu têkiliyên Tirkiyeyê û Sûriyeyê çawa şîrove dikî?


- Min li Almanyayê di gelek hevpeyvîn û nivîsên xwe de jî anî zimên. Siyaseta Recep Tayîp Erdogan siyaseteke decaltiyê ye. Mirovê decal di îslamiyetê de, dema gotinekê dibêje, tiştekî din dike. Gotin û kirinên wî li hev nakin. Di Frensî û Almanî de dibêjin şarlatan. Erdogan weke decalekî tevdigere. Durûtî dike. Dema ku 10-15 sal berê li Sûriyê dewletê yekî dikûşt, heqaret dikir, li xwe mikur dihat, digot me kiriye. Lê niha li Sûriyê tiştekî din tê kirin. Xelkê dikujin, dibêjin me nekuştiye. Gumana min ew e ku ev şîretên Tirkiyeyê ne. Tirkiye û Erdogan ji wan re wisa dibêje û ew jî bi ya Erdogan dikin. Erdogan bi xwe digot ‘em şîret li Beşar Esed dikin’. Meneya şîretan ev e, ji wan re gotine ‘Bikujin lê mebêjin me kuştiye’. ‘Bêjin em ê reforman bikin, lê nekin’. Bi vî awayî dixwazin xelkê qanih bikin.


- Tirkiye çima evqas ditirse?


- Tirkiye ditirse ku li ser sînor destkeftiyeke kurdan hebe. Niha dema mirov berê xwe dide Xabûrê û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dinêre “Bi xêr hatî Kurdistanê” dinivîse û ala Kurdistanê li ba dibe. Wêneyê Mela Mistefa Barzanî daliqandiye. Tirkiye ditirse li ser sînorê Sûriyê jî dîmeneke wiha derkeve. Sînor ger dest pê bike, ji Hemayê, Reyhanli, Koban, Serêkaniyê, Qamişlo, heta Cizîrê dê dirêj be. Ev hemû sînorê Kurdistanê ye. Ger kurd azad bibin, ev dîmen dê derkeve. Erdogan ji vê dîmenê ditirse. Ne tenê ev, elewî û sûnîtî jî pir girîng e. Dibe ku di nav wan de jî xirecirek derkeve. Ev jî dê bi her awayî kartêkiriya xwe li Tirkiyeyê bike.

- Gelo Amerîka niha dixwaze Beşar Esed li Sûriyê bikeve?


- Gumana min heye. Ez bawer nakim ku dixwaze. Du sebebên vê hene. Erebistana Siûdî û Tirkiye naxwazin Beşar Esed bikeve. Amerîka jî naxwaze bêyî ku van dewletan razî bike, vê rejîmê birûxîne. Di sala 1991’ê de dema leşkerên Amerîkayê hatin Kuveytê wan Sedam derxist, nêzî Bexdayê bûn lê Sedam nexist. Ev mesele ji 91’ê heta 2003’an dirêj kêşa. Tam 12 salan dirêj kir. Eynî tişt mimkun e li Sûriyeyê jî bibe. Çimkî Erebistana Siûdî û Tirkiye nerazî ne. Lê faktoreke din jî heye. Amerîka muxalefeteke li gorî xwe, ku bikaribe li gorî polîtîkaya xwe bîne şûna Beşar Esed, hêj nedîtiye.


- Amerîka çima evqas girîngî dide gotinên Tirkiyeyê?


- Amerîka niha dixwaze di şûna îslama erebî de, îslama tirk çêbike. Modela AK Partiyê dixwazin li Rojhilata Navîn belav bikin. Lê Îsraîl ji vê yekê nerazî ye. Dibêjin dema sala 1980’an em razî bûn, ew Îslamiyet dîsa vegeriya ser me. Gelek rewşenbîrên îsraîlî dibêjin ‘îslamiyeta Tirkan rast e niha dê îro here Çînê bo Uyguran, bo Çeçenîstanê. Lê deh sal şûnde dîsa dê vegere, bibe belaya serê me.

- Madem Îsraîl ji vê yekê ditirse, çima ji bo misogerkirina hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn piştgirî nade kurdan?

- Eynî pirsê gelek caran em li dostên xwe yên Îsraîlî jî dikin. Îsraîl dewleteke pir berjewendîperest e. Bazirgan e. Kurd ger li Iraqê, li vir an jî cihekî din bibin faktoreke girîng, Îsraîl dê ji bo kurdan tiştekî bike. Lê heta îro xuya ye Îsraîlê kurd weke faktoreke girîng nedîtine. Îhtîmal e ku kurdên li Iraqê weke faktor dibîne lê kurdên din wisa nabîne.


Ji xeynî kurdan hemû miletên serdest ên li Rojhilata Navîn li hemberî Îsraîlê nerazîbûn nîşan dane û gef li Îsraîlê xwarine. Lê kurdan qet gef li wan nexwariye…


Îsraîl dizane. Lewma ji kurdan tê xwestin heta salekê em li Diyarbekirê semînerekê li vir rÊkbixin û profesorek ji Îsraîlê bînin vê derê. Li saloneke mezin, bila kurd pirsên xwe jê bikin û ew jî bersiv bide. Em ê nivîskarekî pir mezin ê îsraîlî bînin.


- Xebatên saziya we tenê li ser zilm û zordariya fîzîkî ye yan li ser bişaftina ziman û kulturê jî heye?


- Em dibêjin qirkirina fîzîkî heye û qirkirina kulturî jî heye. Ev herdu jî sûcên mirovahiyê ne. Dema ku zimanek hate qedexekirin û kuştin, divê kesên qedexeker wek sûcdar bên dîtin û bikevin lîsteya sûcê mirovahiyê. Em ji bo vê yekê xebat dikin. Heta niha 4 hezar gundên kurdan hatine şewitandin. Li Tirkiyeyê 15-20 milyon kurd hene lê yek dibistaneke kurdî tune ye. Bi hezaran girtiyên kurd hene. Xirîstiyan nikarin baweriyên xwe bi serbestî bi cih bînin. Ji ber vê yekê em dibêjin heta Tirkiye gav navêje, divê Yekîtiya Ewropayê Tirkiyeyê weke endama xwe qebûl neke.


- Tu û hevalên xwe yên berpirsiyarê saziyê, hûn ramanên xwe bi rayedarên dewletên Ewropayî re parve dikin?


- Belê, em gelek caran parve dikin. Em li parlamentoyê guhdarî wan dikin, gotarên xwe, dosyayên xwe yên derbarê van mijaran de didin rayedaran. Ji bo serkeftinê, divê lobiya kurdan bê xurtkirin. Pêwîst e grûbên dostên kurdan bên avakirin.

- Em vegerin ser rewşa Tirkiyeyê. Tu mewqifê dewleta tirk ê li hemberî kurdan çawa dinirxînî?


- Pirsa kurd eger çareser nebe û kurd razî nebin, demokrasiya Tirkiyeyê ne demokrasî ye. Divê azadiya raderbirînê hebe. Lê siyaseta AK Partiyê ya li hemberî kurdan siyaseteke gelek durûtî ye. Siyaseteke ne baş e. AKP dê nikaribe bêyî kurdan Makeqanûnekê binivîse. Eger dixwaze Makeqanûn bê guhertin, divê bi kurdan re jî biaxive. Ji ber ku daxwazên kurdan ji bo Makeqanûnê hene. Lewma divê bi nunerên kurdan re rûnên.

- Li gorî te biryara boykotê ya BDP’ê rast e?


- Ez vê biryarê pîroz dibînim. Hin heval dibêjin, gerek çûbûna parlamentoyê. Lê ev ne rast e. 36 deng dê li parlamentoyê bikaribin çi bikin? Tenê dikarin li parlamentoyê biaxivin, weke din nikarin tu tiştî bikin. Lê dikarin axaftina xwe li Diyarbekirê jî bikin. Ez dibêjim gerek ev helwesta boykotê berdewam bike. AKP belkî neçar bimîne hin tawîzan bide.

PORTRE / DR. KEMAL SÎDO

Kemal Sîdo, di sala 1961’ê de li gundê Gewrika ya bi ser Efrînê (Binxetê) hate dinyayê. Dibistana seretayî û amadeyî li Efrînê xwend. Piştre di 1980’an de derbasî Rûsyayê bû û li Moskowê Beşa Dîrokê xwend. Li ser “Pêwendiyên Kurd û Rûsan Di Qirna 19’an De” pirtûk nivîsand. Teza xwe ya doktorayê jî li ser pirsa rojhilat, dabeşkirina Osmaniyan çêkir. Piştre derbasî Almanya bû hê jî li Almanyayê dijî. Sîdo, Berpirsyarê Rojhilata Navîn a Saziya Gelên Di Bin Gefê De (society for threatened peoples) ye.

Maşallah Dekak / AKnews
http://aknews.com/ki/aknews/9/250449/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.