Kes hez ji Tirkan nake?
Profesorê zanîngeha Bahçeşehir (bixwîne wekî Baxçeşehîr) a Tirkiyeyê Yilmaz Esmer bi navê "radîkalîzm û lapetiyê" lêgerîneke zanistî çêkir. Gorî wê pirraniya Tirkan ji Kurdan hez nakin û di wê baweriyê de ne ku dinya bi tevî dijminatiya wan dike.
Di xebatê de mînîsteriya derveyî ya Brîtanyayê jî cih girt. Xebat li 34 parêzgehên Tirkiyê li ser kesên ji temenê 15 berjortir in hate kirin. 300 pirs li mirovan hatin kirin.
Hin ji encamên xebatê
- 83 % mirovên Tirk dixwazin dewleta wan li dijî PKKê şer bike û operasyonan lidarbixe
- 91 % PKKê, 84 % rêxistina terrorîst Al Qaîdayê wekî gefxuriyek dibînin
- 90 % Tirk ji Îsraelê hez nakin
- 80 % şerîetê wekî gefokek dibînin
- 73 % Tirk ji komûnîzmê ditirsin û wê wekî tehdîdek dinirxînin
- 86 % Tirk di wê baweriyê de ne ku YDA (Amerîka) di hewla parçekirina Tirkiyeyê de ye
- Nêzîkî sed selefê wan cîhana rojava wekî dijmin dinirxînin û nêrînên dijber bilêv dikin. Herwiha di vê babetê de nêrînên temenciwanan û temenmezinan wekhev derketin.
Amerîka ji bo Tirkan çi ye?
- 86 % Tirk di baweriya ku Amerîka Tirkiyeyê parçe dike de ne - 82 % difikirin ku Amerîka dixwaze li cîhanê ola Xrîstiyaniyê belav bike
- 85 % difikirin ku Amerîka li pey qelskirina ola Îslamê digere
- 35 % difikirin ku Amerîka dixwaze sazûmaniyên dîktatorî hilweşîne û demokrasiyê bîne
Yekîtiya Ewropayê
- 81 % di wê baweriyê de ne ku YE dixwaze Tirkiyeyê parçe bike- 80 % YE dixwaze ola Îslamê qels û ji hev cuda bike - 76 % dibêjin Ewropa dixwaze demokrasiyê bîne welatên dîktatorî
- 57 % Tirk dixwazin welatên wan bikeve YEyê
- 27 % naxwazin Tirkiye bibe endamê YE
- 25 % nizanin YE çi ye
Kê li Tirkiyeyê nayê xwestin?
- Nêzîkê tevayiya kesan gotine ew Cihûyan û homoseksûelan naxwazin
- 72 % Tirk, cîranên alkolê vedixwin naxwazin
- 52 % naxwazin cîranên wan Xrîstiyan bin
- 67 % naxwazin cîranên wan ên bê mar (bêî nîkah) hebin
- Nêzîkî 90 % naxwazin cîranên wan Kurd bin
69 selef Tirk di tirsa rojekê hatine şerîetê de ne. Lê tirsa ji PKKê 93 % e. 50 % şerê komên Ereban ê li dijî Amerîka û hevalbendên wê rewa dibînin û piştgiriyê tînin zimên. Dîsa 48 % şerên li dijî NATOyê dipesinînin. 46 % Tirk piştgiriya xwe bo HAMASê bilêv dikin. 28 % jî dixwazin hêzên Filîstîniyan çalakiyên xwekujiyê (întahar) li dijî Îsraelê lidarbixin.
Di lêpirsînê de saziya herî bibawer artêş hate derketin û ya herî bêbawer jî DTP (partiya nêzîkê nêrînên PKKê ye). Ango bi tevayî, gelê Tirk polîtîkayên artêşê diparêzin, berevaniya wê dikin.
Jin
- 33 % dixwazin mêr lêdanê li jinên xwe bixin
- 22 % Tirk berevaniya recmê dikin (kujtina jinan a bi keviran)
- 35 % Tirk dixwazin di dadgehan de şahîdiya du jinan wekî ya mêrek bê pejirandin
Xebat bi zanistî ye û ji aliyê zanîngehekê û wezareta karê derve ya Brîtanyayê ve hatiye kirin. Xwiya ye, Ewropa baş bi Tirkiyeyê dizane û ji ber wê ye naxwaze bikeve yekîtiya wan.
Xwiya ye, Tirk me Kurdan ne bi biratî, ne bi hevaltî, ne jî cîrantî naxwazin. Ji ber wê ye derfetê bibînin Kurdan lînç dikin, di eskeriyê de bi qestî dikujin, bi êşkenceyan nexweş û seqet dihêlin, milên zarokên me dişkênînin, gundên me dişewitînin ûêd.
Ê me ji ber ku saziyên me yên neteweyî, navendên me yên lêkolînên stratejîk nînin, em bi datayên zanistiyê tevnagerin. Bi hestan, bi bangewaziyên partiyên Kurdan û kesayetiyên neserketî dijîn, bi çavên wan li Tirkan dinêrin.
Em carnan rasterast ji bîr dikin
- Komara Tirkiyeyê li ser înkariya Kurd û Kurdistanê hatiye damezirandin
- Li Tirkiyeyê her tişt di destên artêşê de, di bin fermana wan de ye û wisa dikare bijî. Artêş jî bi hemî rêbazan di helwesta tunekirina Kurd û Kurdistanê ye.
- Serhildanên Kurdan bi komkujian hatine bersivandin, ne ku dewleta Tirkan hin reform kiribin
- Li rûyê cîhanê bo cara yekemîn zimanekê hatiye qedexekirin, hebûna neteweyekê hatiye înkarkirin
- Dewleta Tirk xwe spartiye firotina giringiya stratejiya xwe, bi wê rehetiyê li dijî Kurdan ceribandinên genosîdan kiriye, hevpeymanên navneteweyî binpê kiriye. NATO û dewletên mezin bo berjewendiyên xwe mecbûr mane kirinên barbarane yên Tirkan nebînin.
- Piştî şerê PKKê yê 30 salî, cihê dewleta Tirk hatiye, înkarkirin û tunekirina Kurdan e û helwesta wê hîç nehatiye guhertin. Hin ronakbîrên me yên "mejî-Tirk" bi her awayê balonan bi me didin şîrînkirin lê rastegînî berevajî dimeşe.
Erê yek dijminek bo me zêde, hezar hevalbend bo me kêm in, rast e. Lê ne şer me daye destpêkirin, ne Dewleta Romê dixwaze dev ji helwesta xwe ya dijminî berde, ne jî bi dostnirxandina me, mesele safî dibe.
Em bi sloganan difikirin, bi nezaniya partiyên me yên statûkoparêz tevdigerin, bi xeyalên vala dixapin. Em wekî gel baş dizanin rê di yekîtiya Kurdan, di nûjenî, di dersderanînê re derbas dibe. Lê roja ku me serê xwe hinekê bilind kir beriya beriyê statûkoparêziya me li dijî me derdikeve.
Eva ne çarenûsek e. Ji me re hinde wêrekî, hinekê raberkirin, piçkek xwenûkirin, kirtikek xebata yekîtiyê ya bê şert û berjewendiyê, misqalek rexne li partiyên Kurd, çîçkek xizmet û projekt bo Kurdistanê, hebek biryardarî pêwîst e.
20'ê pûşperê 2009
Êlxan Penaber
Not: Bu yazarin yazilarini herkes okumali, yapabilen cevirmeli. Ben Nasname´den aldim.
Re: Êlxan Penaber / De werin bi Romiyan re bibin bira!