Wê dema    nakokî  di nabeyna   hinek  nivîskarên me
de peyda  dibe,  aqlên wan  wekî  makîneyan   dimeşe.
Di   nava  çend  seatan  de   dikarin
dehan    şîrove  binivîsînin.
Şîrovên  wan jî      her  çiqas  bi bênaverok bin jî,
sînorê  keda wan  nîn.
Wê  dema  ez  vê yekê  dibînim, şaş û metel  dimînim.
Bi  rastî jî   çawa  mirov   dikare      di demeke  kurt de   evqas  binivîse?
Ev yeka hanê taybetîya me netewî ye.
Wê  dema   şer  radiweste,  bêdengîyek   mezin  peyda  dibe.
Wekî  dawîya  şerê   yekem û duyem  ên  cîhanê..
Wekî piştî  kîmyabarana    Helebçe ye..
Wisa ye..
Niha jî   di  Foruma  Kurdistanê de  ev  bêdengî  heye..
Hinek   heval  hewl didin,  vê  bÊdengîyê  bişkênînin.
Dengê  xwe  bilind dikin..
Hawar dikin..
Bi  dîwaran re  qise  dikin.
Lê  wisa  ye..
Wê  dema   şer  hebe,   herkes  bi  şiklek an jî şiklekî  din
di nav şerî de ye..
Heke   hezbikin   an   jî  heznekin, em  hemû    dibin     beşekî  wî şerî..
Car  û bar   şer  dibe   şerê   man  û nemanê..
Herkes  destpêdike  turaka/hewana  xwe  vala  dike..
Ji paşîyê de  qet  tiştek namîne..
Ji bilî  bêdengîyê..
PÊwîste   mirov  zu    çareserîyê  ji bo  bêdengîyê  bibîne..
Çarûbar   bêdengî  ligel xwe    şikestinê  jî tîne.
Mirov    di bin  kargerîya  derûni  de  dimîne..
Carû bar  çareserîyê  nabîne..
Heval û  hogirên berê jî   wekî berê  nînin..
Bi çavên însana  wisa  ye.. Pirsgirêk  a  rastîyê  û çewtîyê  nîne..
Pirsa  hesta  me bi  xwe ye..
Em  çiqas  şerkerbin jî  ewqas  jî   sansîbilin..
Em  gellek caran   aqlê  xwe dihêlin,  bi hesta  xwe ve   kardikin, helwest  werdigirin..
Nermî  û  dostanî  namîne..
Rastîyek  heye  ew jî  a  me ye an   a  mine..
Ew tişt  jî wisa  dike,  di demeke  kurt de  em  poşman
dibin.
Lê  car car  poşmanî  dereng dimîne..
Ew   derengî  jî  kargerîyek  gellek mezin  dike   li ser mirov..
Gellek  însan jî   zu  vê yekê  têdigîhîjin.
Yekser derdikevin   wekî  mêran an  jî  jinan   çewtîyên   qebul dikin..
Sînorekî datînin..
Efû dixwazin.
Mezintîya  xwe nîşan didin..
Lê  di hinek  civatan de    ev mêranî  û jinanî  ewqas  asan nîne..
Silav
Ferzende Serhedi
        
    
      
destê saxbit kek ferzende