Wê dema nakokî di nabeyna hinek nivîskarên me
de peyda dibe, aqlên wan wekî makîneyan dimeşe.
Di nava çend seatan de dikarin
dehan şîrove binivîsînin.
Şîrovên wan jî her çiqas bi bênaverok bin jî,
sînorê keda wan nîn.
Wê dema ez vê yekê dibînim, şaş û metel dimînim.
Bi rastî jî çawa mirov dikare di demeke kurt de evqas binivîse?
Ev yeka hanê taybetîya me netewî ye.
Wê dema şer radiweste, bêdengîyek mezin peyda dibe.
Wekî dawîya şerê yekem û duyem ên cîhanê..
Wekî piştî kîmyabarana Helebçe ye..
Wisa ye..
Niha jî di Foruma Kurdistanê de ev bêdengî heye..
Hinek heval hewl didin, vê bÊdengîyê bişkênînin.
Dengê xwe bilind dikin..
Hawar dikin..
Bi dîwaran re qise dikin.
Lê wisa ye..
Wê dema şer hebe, herkes bi şiklek an jî şiklekî din
di nav şerî de ye..
Heke hezbikin an jî heznekin, em hemû dibin beşekî wî şerî..
Car û bar şer dibe şerê man û nemanê..
Herkes destpêdike turaka/hewana xwe vala dike..
Ji paşîyê de qet tiştek namîne..
Ji bilî bêdengîyê..
PÊwîste mirov zu çareserîyê ji bo bêdengîyê bibîne..
Çarûbar bêdengî ligel xwe şikestinê jî tîne.
Mirov di bin kargerîya derûni de dimîne..
Carû bar çareserîyê nabîne..
Heval û hogirên berê jî wekî berê nînin..
Bi çavên însana wisa ye.. Pirsgirêk a rastîyê û çewtîyê nîne..
Pirsa hesta me bi xwe ye..
Em çiqas şerkerbin jî ewqas jî sansîbilin..
Em gellek caran aqlê xwe dihêlin, bi hesta xwe ve kardikin, helwest werdigirin..
Nermî û dostanî namîne..
Rastîyek heye ew jî a me ye an a mine..
Ew tişt jî wisa dike, di demeke kurt de em poşman
dibin.
Lê car car poşmanî dereng dimîne..
Ew derengî jî kargerîyek gellek mezin dike li ser mirov..
Gellek însan jî zu vê yekê têdigîhîjin.
Yekser derdikevin wekî mêran an jî jinan çewtîyên qebul dikin..
Sînorekî datînin..
Efû dixwazin.
Mezintîya xwe nîşan didin..
Lê di hinek civatan de ev mêranî û jinanî ewqas asan nîne..
Silav
Ferzende Serhedi
destê saxbit kek ferzende