بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 27 January 2009

[b]Roj bas,[/b]

Rêvebirê EuroKurd Human Rights ê [b]Gabar Çiyan [/b]li ser pirsa nûçeya sas ya li ser serokomarê berê yê Çekê Vaclav, bi nameyek eskere bersiva Zinarê Xamo dide.

Bixwînin:

www.rositav.com

Silav u rez
[b]Zarathustra News[/b]

[center][b]* * * [/b][/center]

[center][size=x-large][b]Rexnegirî Yan Jî Fermana Hilweşandinê[/b][/size][/center]

Berî bi çend rojan, ji aliyê me ve “nûçeyek“ li ser wefata serokomarê berê yê Komara Çekê Vaclav Havel hatibû belavkirin. Çavkaniya wê, sekreteriya Dr. Yekta Uzunoglu bû.
Birêz Dr. Yekta Uzunoglu bi salan e hevalê nêz yê Serokomar Havel e. Agehdarî ji cihê buyerê hatibû sandin. Pasê derket holê ku, pirs sas hatiye fêm kirin. Me ji bo sasîtiyê lêborîna xwe xwest. Birêz Dr. Uzunoglu jî li ser pirsê xemgîniya xwe wisa anî zimên:

„Di eyni rojê û di eyni seetê de V. Havel û navdartirin artîsteke komara Çekî Kaplicky krîz derbas kirin û herdu jî rakirin nexwesxanê, rojnemevanê nas me agahdar kirin ku V. Havel çûye rehmetê, 2 seet sunde citar bû ku yê ku çûye rehmete ne V. Havel e le Kaplicky iye.
V. Havel ji mirine fitili - he ji nefitiliye-.
Me vê yekê jî da nasîn ji kesên ku me wan ji ve buyerê agahdar kiribû. Ger agahdariya duhem negihistibe destê we, ev kemanî û sasiya sekreterên min in, lêborînê ji we dixwazim.

Bi silavên germîn, bi daxwazên serketina we
Dr.Yekta“

Pistî buyerê, nivîskar Zinarê Xamo nivîsek belav kir. Di nameya xwe ya eskere de, ez ê li ser pirsê û nîvîsa birêz Xamo dîtinên xwe bînime zimên:

Hêja Zinarê Xamo,
Pistî ku min nivîsa te xwend, ez tê gihistim ku, an cenabê te û çavkaniya te, bi kurdî nizanin, an jî we „nûçe“ya me bas nexwendiye. Ji ber ku, EuroKurd Human Rights tenê rapor û nivîsên li ser mafê mirovan amade dike. Nûçe nivîsîn ne karê EuroKurd Human Rights ê ye. Nivîsa me ya li ser birêz Havel, ne nûçe bû, lê ew mesajek serxwesiyê, sersaxiyê bû. Weke hêja Dr. Uzunoglu, armanca me jî ew bû ku, em dostekî kurdan jibîr nekin, wî bibîr bînin...

Birêz Xamo,
We mesaja me, tevayên xebatên me derew û ez jî weke kesekî derovan nîsan dame. Ez dixwazim bînime bîra te ku, derew tê plankirin û li ser bingeha plan û armancekê tê gotin, belavkirin. Lê sasîtî, navê xwe diyar e.
Ne kesên rûnistî û tirale, lê belê kesên xebatkar sasîtiya dikin. Di nava xebatên piralî de sasîtî dikarin bibin. Sasîtî ji xwezaya mirovan tê.
Ji kerema xwe re „derew“ û „sasîtiyan“ têkilav neke. Hewil bide, pirsê fêm bike û rast binav bike.

Hêja Xamo,
Tu wisa hizir dike ku, „çavkaniya te“ li ser EuroKurd Human Rights ê lêkolînek gelekî hêja kiriye. Eskereye ku, cenabê te, wateya „kopyekirin“ û „lêkolînê“ têkilav dike. Ya tu nizanî cewaziya wan çi ye, anjî ji bo gihistina armanca xwe wisa dibêjî.
EuroKurd Human Rights di çarçoveya qanûnî de vebûye. Navnîsan, rêvebir, malper, xebat û hesabê wê tev eskere ne. Di rapor û malperê de, di internetê de bi gistî hene. Dema tu bixwazî, bi hêsanî bi dest dixînî û kopye dikî.
Kopyekirina zaniyariyên eskere, ne lêkolîn e. Lêkolîn ked û xwêdanê, tecrûbeya salan ji awira zaniyariyê dixwaze...

Xamoyê birêz,
Hetanî nuha, -tu ji zimanê ne memnûn jî be- deh (10) dosye/ rapor / nivîsên EuroKurd Human Rights ê bi ingilîzî, swêdî û kurdî li ser rewsa „êzidiyan“, „“têkiliya bi kurdên cuhu re“, „sehadeta Dr. Qasimlo“, „rewsa ewlekariyê li Herêma Kurdistanê“ û hwd belav bûne. Besek ji wan bi alîkarî/ hevkariya dezgehên netewî hatine amade kirin.
Tevayê raporan di malpera „www.eurokurd.net“ de ji raya gistî re vekirî ne. Li gorî gelek kes û dezgehan xebatên me bas in, kaniyên xwe bi bawer in. Li gorî we tev derew in?!.

Hêja Zinar,
Toreya fedekarî, welathezî û qîmetdana kedê ji bavê xwe û mamosteyê xwe Mûsa Anter û kesên wisa giranbûha fêr bûme.

Min, di sala 1975-76 an dest bi karê rojnamevaniyê kir. Rojnamevaniya min, li ber dezgehên desta, bicîkirina tîpan li ser qaliban, di çapxaneyên mekanîkî dest pê kir. Heta îro, li gorî pêsketina meslekî û besên ji min re balkês, ez çûm dibistanan û perwerde bûm.

Min wê demê jî navendek nûçeyan li welêt hebû û min ew fînanse dikir û hewil dida ku, rojnameya lokal xurt bikim.
Li derveyî welêt jî wisa. Di dema Yeni Ulke de mesrefa wê ya li Swêdê, weke telefon, faks ji aliyê min ve dihate dan. Her roj bi saetan kar dihate kirin. Her wisa ji bo xurtkirina Ulkeyê, alîkarî dida hev. Heman demê, di gelek organên kurdî de nivîsên min belav bûn.
Nuha jî wisa, ez kar dikim û xebatên EuroKurd Human Rights û Zarathustra News ê bi xwe fînanse dikim. Hewil didim ku, ji herdu dezgehan re di çarçoveya qanûnî de mecalan peyde bikim ku li ser nigan bimînin. Xebatên profesyonel bê mecalên aborî nikarin karên xurt pêk bihênin. Profesyoneltiya me heta nuha pista xwe dide tecrube, fedekarî û keda me.

Sê meslekên min hene û di sertê normal de, ez dikarim her meh 25 hezar kronê swêdî meas bigirim. Lê ez, qîma xwe bi mehenayekî hindik dihênim. Besek ji wî measî diçe ji mesrefa navenda me. Û roja herî kêm 5, carna jî 14-15 saetên min ji bo EuroKurd û Zarathustra News ê diçe.

Ji ber van prensîban, mîna gelek welatperweran, ez bûm hedef ji neyaran re. Malê min ma ji xelkê re. Ez derketim derveyî welêt.

Ew prensîbên qalkirî, ji bav û mamosteyên min derbasî min bûbûn, îro zarokên min jê sudê digirin û ez hewil didin ku torinên min jî para xwe jê bigirin.

Hêja Zinar,
Ji nêrîn û nêzîkbûna we ya amatorî xuyanî dike ku, rexnegiriya organên medîayê û dezgehên mafê mirovan ne karê we ye. Pîvanên we, ji zaniyarî û etîka meslekî dûr in. Lewma nivîsa min bêhtir, ji bo nîsandana sasîtiya we ye.

We êrîs aniye ser min û Medîa Kurdî bi nezanî sucdarî kiriye:

1- Gelo, texrîbata êrîsên wisa bêbingeh li ser zarok, ciwan, û neslên nû dê çi bibe?!. Wê vê kîna we çawa binirxînin?!.

2- Ji tecrubeyên gelek welathezan eskere ye ku, xebatên dezgehên kurdan gelek caran nan jê dernakeve. Berovajî, dikare mirov pê deyindar bibe, hejar bibe, sirgon bibe û malê mirov têkeve ber talanê.
Lê êsa mezin ne cihê birîna neyaran vekirî ye. Birîna ku em di hev de vedikin, cihê lêkolîn, pirs ê ye û hetanî cihekî jî pêwîstiya xwe bi tedawiyê heye. Ji ber ku, kesên bêguneh îro dibin qûrbana êrîskaran. Sibê jî nas û dostên wan dê bikevin ber êrîsên wan û bibin qûrban.

3- Ji ber helwestên wisa sas, sucdarîkirina bê bingeh û ji pîvanên zaniyariyê dûr, gelek kes ji karê welatperweriyê dûr dikevin. Malwêranî ev e. Qetilkirin û binerdkirina bi saxî ya mirovên fedekar jî wisa pêk tê.

Ez nizanim qet ev alî hatine bîra we an na?!.

Zinarê hêja,
Cenabê te min nas nake, zehmetê nabîne ku min nas bike anjî dîtina min bistîne. Ji tu kesî napirse. Û mina kesekî „netemam“ bi nav dike. Yek dibe dadgêr yê din celad û bê mafê parastinê, hûn fermana min û hilwesandina dezgehan îmze dikin.
Ev jî xurtbûna we ji awira çapemeniyê û mafê parastinê, nîsan dide.

Hêja û birêz Xamo,
Zarathustra News ajansek serbixwe ye. Xizmetê ji EuroKurd re, anku parastina mafê mirovan li Kurdistanê dike. Her wisa ji bo pêsxistina Rojnamevaniya Kurdî jî li gorî hêza xwe gavan davêje. Nûçe û analîzên têne kirin ji % 85 yên me ne, û ji % 100 bi kurdî têne afirandin. Anku kopye kirina ji medîa ereb, tirk, farisan û karanîna zimanê wan ji xwe re balkês nabîne.

Gelek dosya û nûçeyên me di tv, radyo, rojname, kovar û malperên kurdî de belav bûne. Me bi hevkar û dilxwazên xwe re skandal derêxistine holê, weke mîsal: „Firotina dermanê kevin li Herêma Kurdistanê“. Ji bo rêlêgirtina xeletiyan niqasên erênî pêk dihênin, weke: „Bazdana pîlotê qatil yê Helebceyê ji destê Asayisê“ û hwd. Ev tev bi keda sev û rojan hatine holê. Bêheq, weke xizmet ji Medîa Kurdî re hatine pêskês kirin.

Zarathustra News weke ajansek serbixwe, ji bo karên taybetî yên rojnamevaniyê jî vekirî ye. Em dikarin ji organîzasyonên kurdan re, di çarçoveya berjewendiyên netewî de û li gorî armancên wan jî lêkolîn, îstatîstîk û hwd pêk bînin. Em ê wê demê heqekî bistînin. Lê heqê bê girtin dê ji bo xebatên EuroKurd Human Rights ê, anku xebatên însanî bê mesref kirin.

Li ser vê bingehê îdîayên we yên li ser Zarathustra News ê, bingeha xwe ya zaniyariyê tune ne. Pûç in.

Xamoyê hêja,
Hejmarek bilind ji dezgeh û medîa Kurdan, tv, radyo, malper, rojname, kovar, instîtu û hwd pista xwe didin kedek mezin, tecrûbeyên salan. Di wan de sexsiyetên hêja xwêdanê dirjînin û kar dikin. Bêguman e ku dema ji nûçeyên me sudan digirin, ew zanin bê çi dikin.
Dema ew jî bêne rexnekirin, divê çarçoveyekî xwe hebe. Rexneyên me xebatên wan pês bixîne.

Biçûk anjî mezin, çi xebat ji bo welat bê kirin, hurmeta min jê re heye. Lê hinek kes ji ber amatoriya meslekî, bi salan in nikarin gavên mezintir bavêjin. Ji rojnameyan dadikevin kovaran. Ji kovaran jî dadikevin nîvmalperan. An jî bi malpera xwe, dengê gund û taxa xwe ne. Di destpêkê de hevpeyvînên kesên mîna mirovî di malpera xwe de belav dikin. Pasê jî weke ku qet mirovî nas nakin tevdigerin. Û ji bo ku werin rojevê, anjî mesajekê bighêjînin hinek navendan, bi îdîayên bê bingeh berê êrîsê didin mirovan.
Ev çalakî klasîk e, kevin bûye. Bandorê li xwediyê xwe dike. Medîa û Dezgehên Kurdî bi komentarên amatorî biçûk nabin, berovajî mezintir dibin.

Hêja Zinar,
„Rexne“ û „fermana hilwesandinê“ du helwêstên cewaz in.
Rexne, ji bo serastkirina xeletiyan û avêtina gavên nû, navgînek erênî ye. Dema bingeha xwe erênî be, pêsxistinê bi dest dixîne. Lê divê her rexne bi bingeh be û çarçoveyekî xwe hebe.

Xeletiya me, belavkirina mesajek serîsaxiyê bû. Mesaja me weke nûçeyekî belav bû. Belê ev xeletî ya me ye, û bi gistî ne ya Medîa Kurdî ye.

Xeletiya me, di çarçoveya „nûçeya sas û erkên nûçevaniyê“ ve ji aliyê hêja û rêvebirê Instîtuya Kurdî ya Brukselê Derwês Ferho û Rêvebiriya Yekdem.com ê û hinek kesan ve hate rexnekirin. Spas ji bo tebînî û rexneya wan. Bêguman ku, em ê dîtina kesên mîna wan mîna duhî, îro û pêserojê jî li ber çavan bigirin. Nirxek bilind bidine wan.

Lê we, êrîs biriye ser sexsê min, ser EuroKurd ê, Zarathustra News ê. Medîa Kurdî jî di nav de, hinek ji me bi nezanî, besek bi menfeet perestî, anjî derewîn hatine nîsandan.

Bê guman e ku, çi eleqeya rexneyê bi vê helwesta we ya bê bingeh û bê çarçove tune ye. Ev helwest ne bê armanc in!?. Lê armanca wê çi dibe bila bibe, gavên ji rexneyan durbûyî bi te nakeve.

Birêz Xamo,
Dikare kêfa te ji sexsê min re neye. Ji EuroKurd û Zarathustra News ê re neye. Ev normal e, çi kes nikare bi te bide sêrînkirin. Lê ji ber „nûçeyek“ sas em bûn hedefa te. Têr nekir, te berê êrîsa xwe da dezgehên cewaz, ew jî têra nekir, îca navê min bû hedefa êrîsên te.
Ji kîn û xezeba te, mirov nema dikare te nas bike!?.

1- Navê „Gabar“ ji aliyê ciwanekî zana, xortek 25 salî yadîgarî ye. Navê wî Xefûr e. Canek wî hebû û wî ew can di ber rêka welêt de da, û sehîd ket. Yadîgara Xefûr „Gabar“ li mala min, di xebata min û hemû deverên jiyanê tê karanîn. Xatirata wî dê heta mirinê bidome.

2- Wateya navê min ji çiyayê Gabar ê tê. Çiyayê Gabar ê mîna çiyayên Kurdistanê dayiktî ji servanên azadiyê re kiriye. Bi xwîna wan hatiye avdan.
Ji bo xatirê wan çîyayê pîroz be jî, bi te nakeve ku kînê bavêje navê min. Bi kîna xwe, navê min biçûk bike!?. Ji pîvanên zaniyariyê dûr bikeve, êrîsê bibe ser hebûna mirovî.
Ev yek bi porê te sipî, bi salên derbasbûyî li ser navê kurdîtiyê nakeve. Û hurmeta ji bo rîsipitiyê kêm dike.

Hêja Zinar,
Di dawiya vê nivîsê de ez silavên xwe yên ji dil pêskêsî cenabê we dikim û hêvî dikim ku hesasiyeta we li ser pirsên qalkirî bêhtir bibe...

Ez dubare dikim ku, derî û arsîva me ji organên Medîa Kurdî re, ji lêkolînêr, rojnamevanan re vekirî ye, hemu xebatên me eskere ne. Em herdem bixêr hatine we dikin û ji bo hevkarî û xizmetê amade ne.

EuroKurd Human Rights çend meh in ava bûye. Lê di çend mehan de xebatên hêja kirine. Nuha jî du besên nû vedike: Sektîona pirsên penaberiyê û ya namûsê.

Ajansa Zarathustra News ê, di salekê de bi sedan nûçe, analîz û xebatên rojnamevaniyê pêk anî. Bi munasebeta destpêka du (2) saliya Zarathustra News ê de, roja pîrozkirina wê, em ê saxek nû bixine xizmeta xelkê xwe: Çêkirina programên tv yî.

Her wisa planên me yên li ser nivîsîna du senaryoyan (manus) bi dawî tê: „Evîna Sînema Amûdê“ û „Namûs“ dê ji nuha nêz pêskêsî xelkê me bibe.

Di roja îro de, xebata kesên bi exlaq dijwartir dibe. Ji bo kirrîn û dûrxistina wan ji karûxebatê, hemû rêyên ji normên derveyî exlaqî tên karanîn. Lê kesên mîna me, ji bo domandina jiyanek biexlaq, xwedî biryar in. Li hemberî kesên amator û êrîskar jî em ê pîvanên mirovahiyê bikar bînin. Tenê rê û kûlmek axa ji gora mamosteyê min dikare jiyana min bi dawî bîne û min rawestîne. Ji derveyî wê çi reyên din tune ye. Bila ev yek bê zanîn.

[b]Gabar Çiyan[/b]
Gerînendeyê Gistî yê Zarathustra News ê
Rêvebirê EuroKurd Human Rights ê - Stockholm

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.