بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 25 January 2009

Îro hemû hevalên ku di Forumê de dinivîsin, mandî bûne.
Qet kes nanivîse.
Gelo çi hatîye li serê İnternetvanên me.
Roja şemîyê çi karên wan heye?
Gelo îro cejn bû?
An jî zarokên wan heye? Li gel wan çûne zozanan,
çîyan û banîyan.
Havîn nîne.
Bihar jî nîne.
Hewa gellek sare..
Herkes di mala xwe de rûnîştîye, an tiştekê dinivîse û an jî
tiştekê dixwine..
Lê Forumvanên me îro bizirbûne..
Te bibêje bê dengîyek mezin heye..
Xirap jî nîne.
Ez bi kêfa xwe di nav rûpelên Malperê de têm û diçim.
Kes jî min re nabêje "Tu kîyî?" ji ku ve hatiyî?
Ji bo min îro cejn.. Ez bi kêfa xwe û li gor dilê xwe dinivîsim..
Kes jî min napirse tu çi dinivîsî?
Gellek ji nivîsên tiştekî fÊm nakin.
Ji ber ku Tirkîzimanên.
Ez tenê me..
û li dilê xwe têm û diçim..
Ev roj roja min e..

Silav bê dengî
Silav tenahî..
Silav!!!

Tu dibejei "kef kefa min e" Gava tu ji bedengiye bikef dibi, gelo tu chima dici ser forumun gengesiye? Kefa heri bikef necuna ser forumun gengesi qiyluqalan e. Gotinen zede bederf, male zede ji beheram nabe dibejin henek beakilan, le cibikim nuka cihe xwe hat min ji bikar ani. Em niviskaren ve forume iro chun betlane. Me xwest kesen ku be me bikef dibin, bire iro kefa xwe bikin. Iro ji xwe kef kefa me niviskaren forume ye, chima? Cimaku (Cimku) edi em dizanin ki bikef dibin u ki bekef dibin gava em nenivisin..

Tu çima ji kêfa min diqehirî? Bi rastî ez tênagîhîjim.. Bê dengî baş e, şer nîne, kifir jî qet nîne. Ji bo vê yekê ez hatim.. Min dixwast çend hevokan binivîsinim... Nivîsara min jorê dimine.. Ez jî li der û dora nivîsîna xwe têm û diçim. Gellek kes dikarin nivîsara min bixwinin.. Ew dikarin derdê min fêmbikin.. Ez diçim ji bo foruma kêfa min ji gotgotikan tê. Gotgotik dermana tenahîya min. Ev hemu nivîsên li ser sîyaseta vala min aciz dike. Hinek wêje, Hinek stran, hinek dîrok, hinek ol xirap nîne.. Hertim Apo!!! Apo!!! min gêjdike.. Apo mala me şewatandîye.. Ev yeka hanê raste.. Lê hertim Apo, bir rastî gotinan jî bênirxdike, naverokan wan wala dike.. Birayê Hemdo, kêfxweşîya Kurdekê aci mebe. Êvar çû, şêvê destpêkir.. Em niha berbi sibê diçin.. Kêf Kêfa min e.. Forum ji bo mayî.. Ezê heta sibe hevokên xwe li dû hevdû binivîsîm.. Dibe ku hevokên min bibin Pira Siratê di nabeyna min û Kurdistanê de.. Ez niha dengê bêdengîye dibîhîzim.. Silav Bêdengî !! Silav Hemo Silav M.Qersi

Keko, Bi rastî jî kêf kêfa te ye. Te hespê xwe nal kirîye. Zîn û devgem jî amade kirî ye. Heban li pishta te. Ningê te di zenguyê de, li terkê hespê te jî turikek rengîn a ku bi destê dayika te hati bu darxistin, tê de nexsh ye rengîn dema ku guhdarî li stranê Evdalê Zeynikî dikir shad û bextewar. Hêspê xwe bibezîne, ji nawalan derbaz ke, berê xwe bide chiya û zozanan bervê Qersê. Kêf kefa te ye. Ger westîyayî ji bo demek raweste, pishta xwe bide kendalek û dest bi stranek bike. Bila strana te li ser evîne be, ji bo demkî. Ger karwanek xwiya kir bi durve, bêje xwe bi xwe; qeda li dinyaye keve, ka ev dîlan dîlana kê ye, ger dîlana axa û bega ye, ji bo yê demek temashe kim. Ka ewê chawa be. Karvan ku bervê te hat, qilozê serxwe be û sîwarê hespê xwe be. Dest li ba ke û rabe ser pîya, lê min ji bîra neke... Oxira xêre bra.

Birayê Berwarto Şevbaş!! Nîvê şevê tu qala Karwanan dikî? îşev karwan nayên.. Pêtvîye uz heta sibe li benda wan bim. Karwan sibe zu tên.. îşev ezê li vir bisekinim û li benda wan bim.. Hespê min niha kêlêka min e.. Turê min jî!!! Hewana min jî tijî nan û pîvaz û toraq e.. Goştê min çî heye.. Ez niha li çem şivanên Xelatê me.. Piranîya Besîkî û Celalî ne.. Her şivanek dengbêjek e.. Hemû stranên Evdalê Zeynikê ezbere dizanin.. Ne tenê Ewdalê Zeynikê.. Kawis Axa, Meryem Xan, Şakiro, Kubara Silo.. Stranên evînê gellekin.. Na na.. ez niha diçim li ba Celalîyan . Niha yekê destpêkiriîye strana DErwêşe Evdî dibêje.. Şevbaş Birayê Berwarto Şevbaş

Rêzdari. Birasti ji diho ve min ne xwest kêf e li te xera bi kim.. icar ew di roj e meydan ji bo te valê bü!! ka te ci kir ? di ve her dü roj e da? :)) ma qurban ger te ti$tek ne kiri be ! bi ser e te ! te ti cari di halö meydan valê ne dit !! yani ti$te kü te kir ji tere ma . ü ti$te kü te ne kir ji ji xwe hew bi deste te ve te... ji bo min i$ew ji ji te re ye !! le ji sibe pe de!! meydan ne valê ye... de heyde $ew ba$. xweda hafiz ü güten nacht ji Nemirdani

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.