بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 19 January 2009

Federal Kürdistan Bölgesi (FKB) Başkanı Mesut Barzani, ’'hoşgörü''nün düşüncelerinin prensiplerinden olduğunu ve Kürtleri Musul'dan çıkarmaya çalışanların karşısında duracaklarını söyledi.

Federal Kürdistan Bölgesi Başkanı Mesut Barzani, bugün,Hewler'de Musul'da bulunan Arap aşiretlerinin reis ve yetkilileriyle yaptığı toplantıda yaptığı konuşmada, ’'hoşgörü''nün düşüncelerinin prensiplerinden olduğunu ve bunun en iyi örneğinin Kürtler tarafından hiçbir Arap kentinde hiçbir bombalı saldırının düzenlenmediği Eylül devrimi olduğunu, Barzani'nin de her zaman Arapların da zulme uğradığın ve bu savaşın Kürt-Arap savaşına dönüştürülmemesinin gereğini vurguladığını söyledi.

1991 intifadasında Irak orsdusundan iki tugayın Kürtere teslim olduğunu ve onlardan hiçbirinin eziyet görmeden evlerine ve istedikleri yere gittiklerini söyleyen Başkan Barzani, Kürtleri Musul'dan çıkarmaya çalışanların karşısında duracaklarını söyledi.

140.madde konusunda Kürdistan Başkanı, maddenin anayasanın bir maddesi olduğunu anayasanın dışından bir şey istemediklerini ve tartışmalı bölgeler meselesinin de bu anayasa çerçevesinde çözülmesini istediklerini söyledi.

Irak için özgür iradeye dayalı bir birlik ve demokrasi istediklerini söyleyen Kürdistan Başkanı, dünyadaki halkların hiçbir zorla birliğin ve ayrılmanın başarıya ulaşmadığını kanıtladığını söyledi.

Başkan Barzani, konuşmasında, teröre karşı her türlü çabanın yanında yer aldıklarını ancak ’'İsnad (destek) meclislerinin arkasında başka niyetlerin olduğunu söyledi.

İsnad meclislerine kaşı çıkarken aslında dikkat çektikleri konunun Kürt aşiretleri ve onlara yakın duran az sayıdaki Arap aşiretleri olduğunu söyleyen Başkan Barzani, bu meclislerle ilişkili olacak kişi ve kimseleri yargıya teslim edeceklerini çünkü 1991 intifadasından sonra onları bir daha bu işi yapmamaları şartıyla affettiklerini ve Kürdistan'da kiralık insanların tekrar ortaya çı

Ji Nefelê STOCKHOLM, 19/1 2009 — Helîm Yûsif di nivîseka xwe ya duhî ya di malpera Diyarnameyê de belavbûye îdia dike ko Firat Cewerî hizra romana xwe »Ez ê yekî bikujim« û kesê sereke yê wê û navê romanê bi xwe jî, ji kurteçîrokeka wî »Meha sêzdehan« wergirtiye. Helîm Yûsif di pêşgotina vê nivîsa xwe de weha dibêje: »Berî ko romana Firat Cewerî ya bi navê “Ez ê yekî bikujim“ têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê “Meha sêzdehan“ dihate bîra min. Lê ji ber ko ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya her du berheman dûr dixist. Piştî ko min roman xwend, min dît ko ramana bingehîn ya çîrokê bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin. Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka “Meha sêzdehan“ bi xwe bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin. Ango kesê serek e yê çîrokê, ji xew vediciniqe û biryara kuştina hinekan dide. Her carê di kuştina hinekan de difikire û wisa tevna çîrokê tê ristin û ber bi dawiyê de diçe. çîrok wisa bi dawî dibe ko ew kesekî nakuje, lê xwîna mirovan li wê navê heye.Tevna romanê bi heman metodê hatiye ristin û bi heman tiştî bi dawî dibe. Lê di nav wan de, bi sedan bûyer û qewimîn û tiştên ko têkiliya wan bi çîrokê re tuneye re, hene. Ji ber ko yek çîrokek e ko ji yazde rûpelan pêk tê û ya din romanek e ko ji sed û pêncî û yek rûpelî pêk tê. Çîroka “Meha sêzdehan“ r.73-83, di pirtûka “Memê bê Zîn“ de ye ko di sala 2003′yan de ji nav Weşanên Avestayê derketiye. Romana “Ez ê yekî bikujim“, di sala 2008′an de jî ji nav Weşanên Avestayê derketiye.« Helîm Yûsif naveroka çîroka xwe û romana Firat Cewrî di vê nivîsa xwe de hevberî yekûdu dike û hinek alî û perçeyên herduyan yên bi dîtina wî wek hev in berçav dike. Ji bo xwendina nivîsa Helîm Yûsifî li vir bitikîne: Romana “Ez ê yekî bikujim“ ji çîrokeke min hatiye girtin. Me peywendî bi Firat Cewerî kir û pirsiyara dîtina wî li ser van îdiayên Helîm Yûsifî kir. Firat Cewerî diyar kir ko haya wî bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tune ye. Wî di bersiva xwe de ev got: »Haya min bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tuneye Ez ji sedî sed ji xwe bawer im û ewle me ko min ev çîroka ko camêr behs dike nexwendiye, haya min bi qasî serê derziyê ji naverok û awayê hûnandina çîrokê tuneye û tu kesî bi tu awayî ji min re behsa vê çîrokê nekiriye. Lê tiştek heye, ez dizanim ko biserketin û navdarî bela seriyan e, hin kesan kêfxweş bike jî, hin kes jî pê aciz dibin. Di dema Nûdemê de jî welê bû. Gava Nûdem bi awayekî xurt derdiket û bûbû navnîşana nivîskarên hemû beşên Kurdistanê, çend neyar jî ji min re peyda kiribûn ko dev ji hemû karên xwe berdabûn û bi navên dizî û sexte li dijî min dinivîsandin. Lê ez bi wan re neketim polemîkan û heta ji min hat min xwest ez Nûdemeke layiqî kurdan derxim. Piştî tecrubeyên zêdeyî sih salî û nivîskariyeke ewçend dirêj, ez aniha jî konsantreyî nivîsandina romanê me û çi astengî derkevin pêşiya min jî, dîsa ez ê dawiya jiyana xwe ya maye bi nivîsandina vî şaxê edebiyatê bibuhurînim. Ji ber ko edebiyat jiyana min e, ez jî jiyanan dinivîsînim; jiyanên mirovan ên derveyîn û hundirîn, xewn û xeyalên wan, êş û azarên wan, kêfxweşî û dilşahiyên wan, têkçûn û biserketinên wan, tirs û mêrxasiyên wan, hezkirin û xapandinên wan... Ev hemû mişterek in, tiştên mirovîn in, ji bo hemû mirovan derbas dibe, li her derê dinyayê yek in. Gelek caran, min çîrokek nivîsandiye, an romanek nivîsandiye û hinin din di jiyana rastî de pêrgî karakterên welê hatine. Ne zû de, hê doh, dostekî got ko wî ji yekî re tercimanî kiriye û ew kesê ko jê re tercimanî kiriye çîroka wî eynî mîna serpêhatiya karakterê min ê “Ez ê yekî bikujim“ bûye. Dîsa berî bi salan dostekî min got ko wî li dadgehê ji yekî re tercimanî kiriye ko bûyer pir nêzîkî çîroka min ya bi navê “Kevoka spî“ bûye. Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ko aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ko haya me jê nîne. Lê heke rexnegirên kurd “Gava ko masî tî dibin“ bidin ber romana Orhan Pamuk “Navê min sor“ e (Wergera kurdî: Mustafa Aydogan), wê bibînin bê skelet, struktur û awayê nivîsandina romanê ji ko hatiye. Gotineke kurdî heye, dibêje; Guriyo, navê min li te, kumê min li serê te. Ev jî, ev mesele ye. Ez wekî din her tiştî dispêrim xwendevanan. Xwendevanên kurd ewçend jîr in ko dikarin rastî û çewtiyê ji hev derxin û dizanin bê çi edebiyat e, çi jî dexs û zikreşî ye.«

Roja 4 berfanbar 2008, ji layê serokkomar Abdulah Gulî ve “Xelata Mezin a Dewletê“ bo Yaşar Kemalî hate dayîn. Yek ji “Xelatên Mezin ên Kultur û Hunerê yên Serokomarîyê“ bo Yaşar Kemalî hate dayîn. Piştî ku serokkomarîyê derbareyê xelatê de daxuyanî belav kir, hingê yaşar Kemalî got, “Bo min dayîna vê xelatê, ez dixwazim wekî îşareta vê yekê bibînim ku, li Tirkîyê helwêsta siyasî, têkoşîna aştî û mafên merivan dê neyêne redkirin û ew rêya ku ber bi aştîya civakî de diçe, bi ser vekirinê ye.“ Yaşar Kemalî di axaftina xwe ya li merasîma xelatgirtinê de bona gelên Anadolîyê berevanîya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî kir. Serokkomar Gulî jî dema ku behsa berhemên Yaşar Kemalî kir, îbareya “destanên kurdan“ bi kar anî. Ya rast, dema ku derbareyê vê xelatê de li çapemenîyê nûçe belav bûn, hingê ji wê demê dest pê bibû, li ser xeberdan çêbû ku dê Yaşar Kemal li koşka serokkomarîyê çi biaxife û serokkomar Abdulah Gul jî dê çawa bersiv bidiyê. Dê Yaşar Kemalî bona gelên Anadolîyê, di vê navberê de, bona gelê kurd, behsa mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikirana û serokomarî jî dê bersiveka maqul bidana. Eynî rojê, dibe ku di wê saeta ku li qesra serokomarîyê xelat bo Yaşar Kemalî dihate dayîn de, hat ragihandin ku caza dane Leyla Zanayê. Pêncemîn Dadgeha Tawanên Giran a Diyarbekirê, ji ber 9 axaftinên Leyla Zanayê yên ku di dem û deverên cihê de kirine, 10 (deh) sal cezayê hepsê lê birî. Yaşar Kemal dibêje, bona ku aştî çêbibe min xelatê girt. Dibêje “Bi wê hêvîya ku dê xelatkirina Yaşar Kemalî rêya aştîyê veke, min ev xelat girt.“ Leyla Zana jî bona ku di 9 car axaftinên xwe de aştîyê xwestibû hate cezakirin. Bona ku mafên kurdan, ew mafên ku ji civakîbûna kurdîtîyê hasil dibin dixwaze, bona ku bi awayekî biryardar van mafan dixwaze, hat cezakirin. Divê her du dîyardeyên hanê, ev her du peywendîyên dîyardeyî çawa bêne analîzkirin? Di seranserê dîroka komara Tirkîyê de dîyardeya bingehîn ku peywendîyên kurdan û tirkan dîyar dike, qedexe ye. Mafên xwezayî, ew mafên ku ereb, fars û tirk xwedîyê wan in, kurd ne xwedîyê wan in. Ew mafên ku divîyabû hebûna, ew mafên tebîî, kurd ne xwedîyê wan in. Tiştê ku peywenmdîya kurdan û tirkan, tiştê ku jiyana sîyasî ya tirkan dîyar dike û rê li ber dixîne, ev qedexe ne. Yê xwezayî yê rast e, yê rewa ye, yê ku divê bibe ye. Lêbelê kurd ne xwedîyê mafên xwezayî, mafên asayî ne. Li ser van mafên xwezayî qedexe û tadayên sîstematîk hene. Îro li cîhanê di tu qanûna esasî de hukmên mîna “Her kes dikane bi azadî avê vexwe“ yan “Her kes dikane bi azadî hewa bigre, her kes dikane bi azadî li çol û pesaran bigere“ nîn in. Ji ber ku ev mafên hanê, maf û rewşa însanbûnê ne. Însan, bi awayekî xwezayî di nav rewşeka wisa de zuhûr dike. Herwekî vana, îro li cîhanê di tu qanûna esasî de xaleka mîna “Her kes dikane bi azadî zimanê xwe yê zikmakî biaxife û di peywendîyên xwe yên kulturî û ticarî de bikar bîne“ jî nin e. Ji ber ku bikaranîna zimanê zikmakî, mîna vexwarina avê, mîna girtina hewayê mafekî xwezayî tê dîtin, mafek ji pêdivîyên însanî hatîye qebulkirin. Ev, bi qasî ku di qanûna esasî û qanûnan de cih negre, rewşeka xwezayî ye. Lê ev mafên ku bona her kesî xwezayî ne, li kurdan hatine qedexekirin. Mafên ku her kes bi awayekî xwezayî ligel wan jiyana xwe dewam dike, her kes bi awayekî asayî ligel wan jiyana xwe dewam dike, çi dema ku kurd dibin mewzûbehs, dikevin bin tehakumê. Îro hîn jî kurd nikanin navên ku dixwazin li zarokên xwe daynin. Hîn jî problema dewletê bi herfên mîna x q w û ê re heye. Ew peyvên ku ev herfên hanê têde hene hîn jî qedexe ne. Dewlet dibêje “ev herfên hanê di alfabeya tirkî de nîn in“ û qedexe dike. Ev herfên hanê di alfabeya tirkî de nîn in lêbelê di ya kurdî de hene. Bi awayekî xwezayî divê bêne bikaranîn. Em wan bûyerên ku di navbera salên 1985-1988 de li Bulgarîstanê rû didan bînin bîra xwe. Wê demê, dewletê çawa berevanîya tirkên ku zor li wan dibû daku navên bulgarî li xwe daynin, dikir? Lêbelê ew dewleta ku mafên xwezayî yên tirkên li Bulgarîstanê, ku ji civakîbûna tirkayetîyê hasıl dibûn, bi şêweyekî biryardar diparast, eynî ev dewlet, qedexeyên gelek giran bi ser ev şêwe mafên xwezayî yên kurdan de tîne. Di vê rewşa civakî, kulturî û sîyasî de, ku qedexeya zimanê kurdî, qedexeya herfên mîna x, q, w, ê yên di alfabeya kurdî de, qedexeya îfadekirina ramanê dîyar dikin, çi wateya wê “Xelata Mezin a Dewletê“ heye ku didin Yaşar Kemalî? Dibe ku fonksîyoneka vê xelatê ya wekî veşartina qedexeyan, ji ber çav û bala însanan dûrgirtina wan hebe. Herhal hêvî yan jî daxwazeka dewletê ya wisa heye. Dewlet tenê qedexeyan li ser kategorîyên kurd û zimanê kurdî datîne. Bona ku berevaniya van qedexeyan bike û wan tetbîq bike, şîddeteka gelek mezin jî tê bikaranîn. Qedexe, ancax bi saya terora dewletê dikanin bêne parastin. Li salên 1930î, gundîyên ku diçûn sûk û bazaran, sere her peyva kurdî ku axafîne, cerîmeya pare li wan dihate birîn. Ev cerîme destadest dihate tehsîlkirin. Qedexe wisa dihatin parastin. Li salên 1970yî komandoyan ber destê sibehê bi ser gund de digirt. Jin û mêr, ciwan û pîr, her kesî li meydanê kom dikirin, gef li wan dixwarin û îşkence li wan dikirin. Zilamên 50-60 salî, li ber çavê bûk, zava û nevîyên wan rût-uryan tazî dikirin, ben bi serê hacetê wan ê mêranîyê ve girêdidan, serê ben didan destê bûk an jinê û di bin derbên qundaxên tifingan de li nava gund digerandin. Çi dema ku meriv ji mêrekî kurd bipirse, bê hela çend zarokên te hene, dê hejmareka zêde bibêje. Wekî mînak, mêrekî navsere yê kurd, dê bibêje, heşt, deh, sêzdeh. Dê bibêje, 35 tene nevîyên min hene. Ev yek, ji layekî jî, tê vê wateyê ku bi vî awayî pesnê mêranîya xwe dide. Ev heqaret û piçûkxistin li wan kurdên ku wisa pesnê hêza mêranîya xwe didin, tê kirin. Sedemê bingehîn yê van heqaret û piçûkxistinan, dîsa, parastina wan qedexeyan e. Çunkî li sala 1969, li meha navîn a havînê, li Anqere û Îstanbulê Ocaxên Kulturî û Şoreşgerî yên Rojhelatê (DDKO) hatibûn damezrandin. Demeka kin pey wan re, li Diyarbekir, Farqîn, Batman û Erxenîyê jî Ocaxên Kulturî û Şoreşgerî yên Rojhelatê hatin damezrandin. Li sala 1971, di dawîya meha rêbendanê de li Hezoyê jî DDKO hate damezrandin. Demeka gelek kin di pey re jî, rejîma leşkerî ku pêşîlêgirtina van hemî geşedanan bo xwe kiribû armanc, di roja 12 adar 1971 de îqtîdar xistibû destê xwe. Li salên 1990î, li ber çavê zarok û pitikên wan, bi porê jin û bûkan de digirtin, ew kaşdikirin dibirin qereqolan. Li ber çavê zarokên ku li ber dîwar rêz kirine, li mêran îşkence dihat kirin. Li navîna salên 1990î, dema ku gund dihatin şewitandin û wêrankirin, merivên sere, yên kal, li ber çavê bûk û zavayên wan, li ber çavê nevîyên wan, bi rîha wan de digirtin û di nav çamurê de digevizandin, bi pihînan diketin ser wan. Sedemê bingehîn, dîsa, parastina qedexeyan bû, tunekirina yên ku li hemberî qedexeyan li ber xwe didin bû. Roja 19 sermawez 2004, li Qoserê, Oxir Kaymazê 12 salî ligel bavê xwe Ehmed Kaymaz hat kuştin. Polîsan 13 gule bera Oxir Kaymazî dabûn, ku hîn nuh ji xwendegehê vegerîyabû mal, hîn formaya xwendegehê li ser bû. Roja 10 kewçêr 2008, Engîn Ceberê Xorxolî (qezaya Çewlîgê) li Îstanbulê di nezaretxaneyê de ji ber paşnavê xwe û helwêsta xwe ya mêrane bi îşkenceyê hat kuştin. Roja 5 sermawez 2008, li Îstanbulê Sebrî Cirit ji ber ku kurd bû, ji ber axaftina bi kurdî, bi lînçkirinê hat kuştin. Cenazeyê wî bona definkirinê şandin Çewlîkê. Sedemê van hemîyan tim parastina qedexeyan e. Yên ku li hemberî qedexeyan derdikevin jî “terorîst“ têne hesibandin û bi vî tawanî têne tawanbarkirin. Leyla Zanaya ku mafên kurdan ên ku ji kurdbûna wan hasil dibin dixwaze, êdî “terorîstek“ e. Ji ber ku li hemberî qedexeyên ku dewletê danîne derdikeve û zimanê xwe yê zikmakî, mafên ku ji zimanê wê yê zikmakî hasil dibin, dixwaze. Îro herî zêde dewlet ji “teror“ê gazindan dike. Lê ew bi xwe diveşêre ku di bingeha bûyerên ku ew jê re dibêje “teror“ de terora dewletê heye. Tirkîyê van krîterên “teror“ê bi Rojavayê, bi dezgeyên mîna Yekîtîya Ewropayê û Konseya Ewropêyê jî dane qebulkirin. Ji ber vê yekê akademîsyen û pisporên ku beşdarê kombûneka navneteweyî bûbûn, gotin “qedexe ye“ û xwe ji axaftin û munaqeşekirina van meseleyan dûr dan. Ewropa ji kurdan re gelek deyndar e Di serî de Îngilîstan û Fransa, Ewropayê li salên 1920î ligel ereb û fars û tirkan kirasekî lanetî li kurdan kirîye. Mejîyê kurdan pelçiqandîye, qaqordeyê kurdan ji hev de xistiye. Li wan salan rêveberên Yekîtîya Soveyetan ku herî zêde behsa mafê tayînkirina çarenûsa neteweyî dikir jî, eynî wekî Îngilîstanê, wekî Fransayê, polîtîkayeka li dijî kurdan meşandin. Li wan salan, Ewropaya ku kurdan bi belayên mezin re rûbirû hişt, niha jî, çi dema ku kurd mafên xwe yên xwezayî dixwazin, mafên xwe yên ku ji civakîbûna kurdîtîyê hasil dibin dixwazin, hingê vê têkoşînê wekî “teror“ê bi nav dike û bi Tirkîyê re li dijî kurdan derdikeve. Roja 9 sermawez 2005, li Şemzînanê peywirdarên JÎTEMê bombe avêtin dikana pirtûkfiroşîyê ya Seferî Yilmazî. Ewropa û dem û dezgeyên Ewropayê, ku derbareyê vê meseleyê de pitîn ji wan derneket, lê çi dema ku mesele bête ser daxwazkirina mafên kurdan, dibêjin “terorê dîsa serî hilda, em li dijî terorê ne“ û bona ku kurdan şermezar bikin yek dorê nade yê din. Ev jî tê zanîn ku endamên JÎTEMê li ser sûc hatin girtin. Helbet divê helwêsta Ewropayê, helwêsta dem û dezgayên Ewropayê ya li hemberî kurdan bête rexnekirin. Kurd, li navenda Rojhelata Navîn bi xelkê xe ve, bi cografyaya xwe ve hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Kurd xwedîyê 40 milyon nufûsê ne, lê ne miletekî xwedîyê tu statuyeka resmî ne. Lêbelê di nav Yekîtîya Ewropayê de dewletên mîna Luksemburg, Qibrîs û Maltayê ku nufûsa wan ji milyonekê kêmtir e, îstîqbala miletê kurd ku nufûsa wî ji 40 milyonî zêdetir e, dîyar dikin. Biryarên mîna “Ev ji kurdan re nabe, ew ji kurdan re nabe“ îmza dikin. Li Yekîtîya Ewropayê, tenê nufûsa Almanya, Fransa, Îngilîstan, Îtalya û Îspanyayê ji nufûsa kurdan a li Rojhelata Navîn zêdetir e. Dibe ku nufûsa Polonyayê jî bi qasî nufûsa kurdan hebe. Nufûsa 21 dewletên din, ji nufûsa kurdan gelek gelek kêmtir e. Min dabû zanîn ku nufûsa Luksemburg, Qibrîs û Maltayê ji milyonekê gelek jêrtir e. Nufûsa Slovenya, Letonya, Estonya û Lîtvanyayê li dora milyonek-du milyonan e. Gelo ji layê exlaqî ve rast e ku evên hanê rabin bibêjin, “em li dijî dewleta serbixwe ya kurd in, em li dijî wê ne ku li navenda Rojhelata Navîn sînor bêne guhertin“ û îstîqbala kurdan ew dîyar bikin? Ma qey dê di peywendîyên navneteweyî de, di peywendîyên navdewletî de pîvanên exlaqî nîn bin? Gelo dê hertim peywendîyên ticarî/bazirganî peywendîyên navneteweyî dîyar bikin? Dê hertim îhaleyên navneteweyî, kirîn û firotina çekan, kirîn û firotina gazên kîmyewî û hwd. hebin? Monako, Andora, San Marîno û Liechtenstein endamên Konseya Ewropayê ne ku 50 endamên wê hene. Nufûsa van dewletan di navbera 10 hezar û 30 hezarî de ye. Biryarên Konseya Ewropayê yên ku îstîqbala kurdan dîyar dikin hene. Di bin van biryaran de îmzaya ev çar dewletên ku min li jor behsa wan kir jî heye. Lê ji layê din, ev serê 200 salan e ku kurd di nav têkoşîna neteweyî de ne û di vê rêyê de berdêlên gelek giran didin. Cemîyeta Miletan, Yekîtîya Neteweyan... Herwekî ku dixuye, dezgeyên bingehîn in ku behsa miletan/neteweyan dikin. Lê hertim peywendîyên navdewletê dibin mewzûbehs. Miletên ku dewleta wan nîn e jî, di çarçeweya “teror“ê de têne nirxandin. Tê zanîn ku, li cîhane milet an jî civaka herî mezin ku dewleta wê tune kurd in. Ku nufûsa wan ji 40 milyonan zêdetir e. Ewropaya ku hertim behsa azadîyan dike, helwêsta wê ya di van babetan de helwêsteka cotestandardîyê ye. Ewropa behsa azadîyan dike lê bi awayekî fiîlî piştgirîyeka bêsînor dide terora dewletê. Andrei Sakharov (1921-1989) fîzîkologekî gelek hêja bû. Bi babetên aştîya navneteweyî re eleqedar dibû. Di sala 1975 de Xelata Nobelî ya Aştîyê girt. Dema ku li ser van babetan dixebitî, ji wê neheqîya ku di radeya navneteweyî de li kurdan bûye, haydar bûbû. Têgihîştibû ku pirsa kurd berî her tiştî pirsa însanîyetê ye, pirseka însanî ye. Hewl dida xwe ku pirsa kurd bibe Yekîtîya Neteweyan. Andrei Sakharov, dema ku di nav van hewldanan de bû, jiyana xwe ji dest da. Yekîtîya Ewropayê, ku li ser navê Sakharov xelata ramanê danîye, ez di wê qenaetê de me ku vî alîyê bingehîn yê Sakharovî diveşêre, serê wî dinuxumîne. Yekîtîya Ewropayê behsa azadîyê dike, bal dikşîne ser azadîyê lê di fiîlîyatê de piştgirîyeka bêsînor dide terora dewletê. Ji mafdarîya ku di bingeha têkoşîna kurdan de ye re, çavê xwe digre. Divê Yaşar Kemal bi qasî teyran, bi qasî pirpirokan sivik û azad be. Lêbelê ev xelatên dewletê bar in. Hunermendên mîna Yaşar Kemalî çi dema ku polîtîkaya dewletê ya derbareyê kurdan de, di vî warî de, kirinên wê rexne bikin, ji van xelatên dewletê re bibêjin “nexêr“ hingê wê demê dikanin bi qasî teyran sivik û azad bin. Ne ji layê maddî û ne jî ji layê manewî ve divê tu pêwîstîyeka hunermendên mîna Yaşar Kemalî bi xelatên wisa nîn be. Divê em ji ber dêhn û bala xwe dûr negrin ku, polîtîkaya dewletê ya ku amanca wê ya bingehîn piçûkxistin û heqaretkirina li kurdan e, roleka van xelatên wisa, veşartina vê polîtîkaya hanê ye. Herwisa, roleka van xelatan jî ew e ku, bidin xuyakirin ku roşinbîr jî polîtîkaya dewletê pesend dikin, piştgirîyê didin polîtîkaya dewletê. Ji layê din ve, divê ew bêpaxavîya Ewropayê, bêpaxavîya dem û dezgeyên Ewropayê ya derbareyê kurdan de, ku piştgirîyeka bêsînor didin terora dewletê jî, bête rexnekirin. Sazîyên Ewropayê jî xelatan didin kesên xwedî rûmet û bi vî awayî ew helwêsta wan ku piştgirîya terora dewletê dike, diveşêrin. Dibe ku serokkomar Abdullah Gul wekî şexsek xwedî nîyeteka baş be. Lê derbareyê pirsa kurd de polîtîkayeka dewletê ya biîstîqrar û biryardar heye. Ev, polîtîkayeka sazbûyî ye. Roşinbîr tenê dikanin di çarçaweya rexnekirina vê polîtîkayê û tetbîqkirina wê de, bo civakê bibin alîkar. Meriv dikane di her warê sîstema sîyasî ya tirk de rastê rola polîsê baş û polîsê xirab ên li nezaretxaneyê were. Brokratên payebilind ku Yaşar Kemalî bona girtina xelatê îqna kirine jî hene, herwisa, brokratên ku ji axaftina Yaşar Kemalî, ji helwêsta serokkomarî aciz bûne jî hene. Doza Leyla Zanayê, bona ku helwêst û fikrê xwe eşkera bikin, firsendeka girîng xistiye destê yên ku aciz bûne. Fehmeka wisa di wan de serdest bûye ku bi vî awayî xwestine bibêjin, “Em cezayeka wisa bidin Leyla Zanayê ku, bi vî awayî em hem helwêst û fikrê xwe nîşan bidin hem jî em bi her kesî heddê wî bidin zanîn.“ Çend roj berîya merasîma xelatdayînê hate ragihandin ku serokkomar Abdullah Gul dê nimêja eydê li Diyarbekjirê bike. Diyarbekirê amadekariya pêşwazîkirina serokkomarî dikir. Serokê Partîya Civaka Demokratîk Ehmed Türk û serokê şaredarîya Diyarberkirê Osman Baydemirî gotin, em ê bi awayekî maqul pêşwazî li serokomarî bikin. Piştî ku cazaya Leyla Zanayê hate eşkerakirin, zîyareta Abdullah Gulî ya bo Diyarbekirê hate taloqkirin. Sedemê taloqkirinê, tenduristiya serokkomarî hate nîşandan. Êdî serokê DTP Ehmed Türk yan jî şaredar Osman Baydemirî derbareyê pêşwazîkirinê de nikanîbûn daxuyanîyên pozîtîf bidin. (*) Li Netkurdê _______________ (*) Ev nivîs li kovara Yaba (Çele-Sibat 2009), bi sernavê “Yaşar Kemal'e Ödül, Leyla Zana'ya Ceza“ di hejmarên 54-55-56 de weşîyaye. ---

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.