بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 5 January 2009

Ola Êzdiya ji hêvînê olên kevn ên hîndo-arî û yên Mezopotamyayê ye; prensîbê wan ola li xwe digre, her weha bîr û têgehiştinên Babilî û Sumerî li xwe girtîne."Batizmî, Bêlindê, Mêlmêlavê, Gurga Ga" yek regez û yek binaxe ne, hemû jî dikevne dawiya sala zayînî û serê salê.

Şingala Şewitî, cihê mêrxas û maqûlan bûye meydana şer û kuştin û malwêraniyê. 72 fermanên Osmaniyan bi serê Êzdiyan de hatine û bûye sedema kuştina "1.500.000" mîrovên bêguneh. Şingal keleha xwiniyan bûye; cihê hunermend û stranbêjan, hibana folklorê kurdî ye.

Hoza Çêlka ku li Çiyayê Şingalê akincî ye û nêzîkî 250 mal e, ev cejn wekî nerîteke olî parastîye. Reh û reçalên vê cejnê vedigere pêş hezaran sal, loma dibêjnê "Cejna Êzî û Tawisî Melek" yan dibêjnê Cejna Pîrê Alî yan Cejna Pîrê Arî. Ev kesayetiyekî ruhî yê Êzdîyan e. Wî gotiye mirîdên xwe fer e li ser we her sal hûn vê cejnê bikin.

Ev cejn îsal dikevête roja 27.12.2008 û heft roja dikêşe ji yekşemê heta yekşemê.

Dab û Nerîtêt Cejnê

* Çilşo: Pêwîst e her malek xaniyê xwe paqij bike û firaq-çiraq û cilkên xwe bişo; her weha divê hemû laşê xwe jî bişon. Li rojên yekşemê, duşemê, sêşemê radibine rojiyê û j ji 5:30 sibehî tiştekî naxwin heta 5:30 êvarî. Roja çarşemê Pîrên Alî cejnê radigehînin.

* Roja Qurbanê:

Dikevête roja Çarşemê. Her malek golikekî û pezekî vedikuje wate her malek du heywanan ser jê dike; yek jê ga ye yan golik e, yê dî pezek e. Nabe qurbanî nesax be yan bi çavekî û seqet be.

* Çawa pezê vedikujin?

Piştî serjêkirinê, pezê dikine 7 qet, dibêjinê "pariyêt milyaketa", yanî pariyên heft milyaketa ku Tawisî Melek serokatiya wan dike.

1. Pariyê Êkê: Piyê pezê yî pêşî yî rastê ye.

2. Pariyê Didwê: Sto ye nêv her du mila ye.

3. Pariyê Sisyê: Aliyê singî rastê ye.

4. Pariyê Çarê: Heft parsoyêt aliyê sîngî rastê.

Rehnê rastê digel hestiyê şêxmend dikine sê parî:

A: Rehin ji ser ve digel hestiyê şêxmend

B: Aliyê nêvê ji rehnê rastê.

C: Aliyê binî ji rehnê rastê.

Corekî nan çêdikin her li roja Çarşemê, roja Tawisî Melek, dibêjnê Sewik. Li ser sêlê bi agirê daran dipêjin, çênabe bi xaz û neftê bipêjin. Sewik pêk hatiye ji rûn û hevîr û xwê û nexşê rojê li ser dinexşînin.

Her malek pêwîst e li her heft rojên cejnê da dema hilatin û avabûna rojê çirayê vêxin; çira ji heriyê çêkirîne. Rûnê pêz yan zeyta zeytûnê ji bo fetîlên çirayê bi kar tînin.

Her fetîlekê çirayê bi navê Xwedê û Tawisî Melek û milyaketa ye. Bi vî şêweyî:

1. Bi navê Êzî (Xwedê)

2. Bi navê Tawisî Melek

3. Bi navê Milyaketa Şeşin

4. Bi navê Pîrê Alî yan Pîrê Arî

5. Bi navê dak û baba (dayk û bavan)

6. Bi navê kurê malê yî mezin û li dûr e bi navê endamên mal û dost û hevala.

* XORE

Corekî nan e, gelek pîroz e. Pêk hatiye ji ard, kuncî, hêk, şîr, xwê û avê. Wekî deqa rojê ye. Xore mana rojê dide.

Xore li mala mucêwirê gund çêdikin yan li mala pîrê gund ji pîrên Alî ya Arî. Heft mêr beşdariyê li çêkirina Xore dikin û pêkve distrên, yek ji mercên wan divê paqij bêt û akam (ehleq) baş bêt. Piştî stiryanê dikine weke qursa rojê. Firehiya wê 30 cm., stûriya wê 3. cm e.

Sêlê germ dikin û agir li bin de vêtêxin û Xore li ser dikin û dipêjin. Her heft mêr hevkariya yek û du dikin û bi berdewamî Xore dizivirînin ji rast bo çep.

Bawerî ew e ku, heke Xore şkest yan qelişî, yek ji endamên wê malê dê bimire. Heke baş pijiya û saxlem bê, xêr û xweşî û bereket wê bikeve wê salê. Her heft mêr heta sibehî nanivin û xelk jî ser xatira Xore nanivin û dikine Şevberat. Piştî heke Xore pijiya û temam bû li cihekî bilind û paqij datînin û xelk ziyaret dike û her malek heft parî di goştê kelandî û hef Sewik û heft çira û Simat (corekî xwarinê ye) dibine mala micêwir û mêwîjan li ser Xore datînin û micêwir du'a dike. Micêwir destê xwe li mêwîja de dike û dibêje, "Ev lukma ya filan e..."

* Şevberat:

Ku dikeve êvara înê Şêvberat e û heta sibehî nanivin. Du kes, mêr û jinek yan her du mêr dibine bûk û zava û eyarê (pêst) ga li ber xwe dikin û xelkê ditirsînin.

* Ser û pê û ristina basimbarî:

Wextê li roja şeşê, ser û piya dikelînin, jin li ber agirê dirûnin û deziyekî bi teşiyê dirêsin. Du dezî ne, yek sor yek spî ye. Deziyê sor, bi navê Êzdanê Sor (Xwedê) û yê spî bi navê Tawisî Melek e. Piştî xelas dikin, dikine qet qet û didine xelkê û bi xwe ve dikin. Dibêjnê vî dezîkî "teskere". Ew ser û piyê ku çêkirîne dibêjnê "Şîlana Şêşim" û pêk ve dixwin û kotayî bi cejnê dihêt.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.