بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 4 January 2009

TRT-Şeşê; kanala televizyona bi zimanê kurdî ya Dezgeya Radyo Televizyona Tirkiyeyê roja yekê salê bi merasimeka dewletê dest bi weşanê kir.

Di dema temaşekirina weşana kanalê de gelek aliyên vê diyardeya dîrokî di mêjiyê min re derbas bûn ku min xwest ez wan li vê derê diyar bikim:

Ev gav, bi awayekî di tarîxa 88 salan a Tirkiyeyê de destpêka giringtirîn guhertinê ye di sîstema “netewe dewlet (ulus devlet)“ ya Cumhuriyeta Tirkiyeyê de:

Cumhuriyeta Tirkiyeyê ji bal damezrênerên wê, wek projeyeka “netewe dewlet“ ya li ser esasê yek netewe, yek ziman, yek ala hatibû darêştin. Erka hemû dezgeyên sîstema Komara Tirkiyeyê ew bû ku, neteweyên ku dikare tune bike bike, yên ku dikare biqewirîne biqewirîne, yên mayîn jî di nav ziman û kultura tirk de bimehîne, wenda bike û neteweyekî tirk peyda bike.

Di qonaxa yekê de li ser esasê nîjadperstiya tezên “Teoriya Zimanê Rojê“ (Güneş Dil Teorisi) û Teza Dîrokê a Tirk (Türk Tarih Tezî) ev plan hat lidarxistin:

Îdîa ew bû ku hemû zimanên dinyayê bi rîşeya xwe ji zimanê tirkî û hemi gelên cîhanê bi eslê xwe ji tirkan hatine, loma hemû ew civak û medeniyetên ku li Anadoluyê jiyane (û tirkan di vê dewra modern de li serê Cumhuriyeta Tirkiyeyê ava kiriye) tirk in, neteweyê tirk ji wan pêk hatiye.

Vê teza absurd ya nîjadperest, heta dawiya Şerê Cîhanê ê Duduyê liberxwe da. Piştî Şerê Cîhanê qonaxa lidarxistina tezeka nuh hat: Hat îdîakirin ku ’belê, li Anadoluyê gelek gel û medeniyet jiyane, lê hemû têkilhev bûne, di hev geriyane û wan neteweyekî nuh pêk anîye; ew jî “neteweyê tirk“ e. Ev tez hê xeta resmî a îdeolojiya dewleta tirk e. Hê dawî li vê qonaxê jî nehatiye.

Lê sere sale, bi vekirina TRT-Şeşê, dewleta tirk bêyî ku resmî qebûl bike; de facto mukur hat ku ev tez jî têkçû; Li Anadoluyê li nav hidûdên Cumhuriyeta Tirkiyeyê gel û zimanên cuda hene, ew net irk in, zimanê wan ne tirkî ye, kurdî yek ji wan zimanan e û ev yê gelê kurd e.

Yanî gulleyek topê li hemû wê projeya demezrênerên Cumhuriyeta Tirkiyeyê a bi hewlên 88 salan ên li ser zilm û zordarî û xwîna gelan meşandî ket, gedîkek(qulek) tê de vebû.

Sîstemeka nîjadeperest mecbûr ma serê salê dakeve ser çokan û li xwe mukur bê ku ew di avakirina “yek ziman, yek netewe“ de biserneket, felişî. Qedera TRT-şeşê çi dibe bila bibe, ew piştî sê mehan bê girtin jî, ev wiha ye.

Hin deng tên ku dibêjin çima dewletê kanala kurdî vekir. Balkêş e, ev hem hin tirkên kemalîst ên nîjadperset in, hem hin kurd in. Meriv îdîaya tirkÊn kemalîst fahm dike, ew dibêjin dewletê çima îtîraf bi hebûna gelê kurd, bi zimanê wî kir û hela hela çima ket bin berê xizmetkirina ji zimanê kurdî re.

Lê pirr zehmet e ku meriv lihemberrawestiyana hin kurdan fahm bike. Li gor van kurdan, dewlet dixwaze ziman û kultura kurdî têxe bin kontrola xwe, sîstemeka “caşîtiyê di warê ziman û kultura kurdî“ de ava bike.

Dibe ku dewleta tirk jî wiha fikirî be.

Lê yek; ziman û kultur ên gela ne; ne ên vê îdeolojî yan wê îdeolojiyê, ne ên vê tebeqe yan wê tebeqê, vê dewletê an wê dewletê ne. Hela di rewşa nuha a Kurdistana bakur de vekirina kanaleka kurdî ji bal dewletê, ew çi biweşîne jî ê xizmeta zimanê kurdî bike ê bi eksê asîmîlasyonê kar bike. TRT-şeş îro take çerxa makîna dewleta tirk e ku ne ji bo asîmîlekirina ziman û kultura kurdî, lê li hemberî wê dizîvire.

Du; ji bo min, ji xwe ya herî muhîm ew e ku dewletê bi xwe ev kanal vekiriye. Cumhuriyeta Tirkiyeyê di dîroka xwe de cara pêşîn e ji budçeya dewletê pere vediqetîne berpirsiyariyeka mîrî (resmî) dide ser milê xwe, xizmetê ji ziman û kultura kurd re dike. Bi vê, dewlet ne tenê mafê azadiya zimanê kurdî îtîraf dike, ew xwe berpirs dibîne ku mesrefê bike bi kurdî weşanê bike.

Ji xwe eger ne wiha buya, diviya meriv israr bikira ku tenê bi mihawele û kanalên taybetî nabe, divê dewlet bi xwe kanalên tv yên kurdî veke.

Çawa gava dewlet dibêje ’serbest e, her kesê ku bixwaze dikare kursa zimanê kurdî veke û biçe kursê', em dibêjin ’na, wiha nabe, divê dewlet bi xwe xwendegeh û kursan veke, xwe têxe bin barê perwerdeya bi zimanê kurdî', di vê mesele her eynî ye, ya giring ew e ku dewlet hebûna zimanekî qebûl bike, statuyekÊ bidiyê û tÊkeve bin barê bikaranîn û pêşvebirina wî.

Belê, dewletê di tarîxa xwe de, ji alî mafên kurdan belkî gava here giring avêtiye û kanaleka televizyonê xistiye xizmeta zimanê kurdî, lê ev nayê wê maneyê ku minetta dewletê ketiye ser gelê kurd. Na, tu mineta vê tuneye. Tu deynekî şêkirandinê ê dewleta tirk li ser gelê kurd nîne.

Çimkî yek; kurd di nav hidûdên Cumhuriyeta Tirkiyeyê de ji 70 milyon welatiyan 15-20 milyon welatî ne, ku ew jî baca xwe ya dewletê didin, eskeriyê dikin û çi berpirsiyariyên welatîniyê hebin pêktînin. Budçeya dewleta tirk ji baca kurdan, ji hatina dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Kurdistanê jî pêk tê û mesrefa ku li TRT-Şeşê tê kirin belkî ne ji hezarê yekê wê bac û dewlemendiyê ye ku kurd didin dewletê.

Mineta kesî li kurdan tuneye, kurd bi vê tenê jî namînin, ê hîn daxwaza hemû wan mafên din jî bikin û ferz bikin ku dewlet mesrefê ji bo serbestkirin, parastin, cîbicîkirin û pêşdexistina wan mafan jî bike.

Lê ez bi xwe, di demeka wiha de, wan kes û derûdorên di nav dewleta tirk de bibîrtînim ku gihaştin wê qenaetê ku îdî bi asîmîlasyonê kultur û zimanê kurdî wenda nabe, welatiyên kurd daxwaza wan dikin û ji bo lihevhatin, aştî û pêşveçûnê ya herî baş ew e ku dewlet kurdan qebûl bike, serbestiyê bide ziman û kultura wan û xizmetê ji wan re bike.

Loma ez wek kurdekî, hest bi wê yekê dikim ku sipasiya wan kes û derûdorên di dewletê de bikim ku ji bo vekirina vê kanalê biryar dan û kar kirin.

Hela hela ew kesên li ber û pişt kamerayê programên weşanên vê kanalê çêdikin xizmeteka mezin ji bo ziman û kultura kurdî dikin, ez gelek spasdarê wan im, piştgiriya wan dikim, êrîşa li ser wan a ji bal hin derûdoran heqaret û buhtaneka mezin dibînim.

Du; vekirina vî kanalî ji aliyeki din ve jî şayesteyê bêminetiyê ye. Ev kanal kî dibêje çi bila bibêje, encama têkoşîna gelê kurd a van her du sed salên dawîyê ye. Ecama wan têkoşerên kurd ên binavûdeng û wan “serbazên win“ (qehremanên bênavûdeng) e ku di rojên herî reş û tarî de, di rojên tofan û bobelatan de, li hundur û derveyê welat, li zîndan û sirgûniyan, li perçeyên Kurdistanê yên din, geh çira û geh jî meş'aleya hêviyên gelê kurd, ya ziman û kultura wî ji destê xwe bernedan, anîn gihandin îro, derxistin ronahiyê.

TRT-şeş encama hebûna wan kanalên kurdî ye ku li derveyî welat û li Kurdistana azad weşanê dikin. Encama nivîskar, mamoste, zimanzan, dîroknas û weşangêrran e, ya wan kovar û rojnameyên ku werzane, mehane, heftane yan rojane liberxwedan da ev ziman û kultur wenda nebe, bijî û geş bibe. Nuha bi TRT şeşê keda wan berhemek din a giring da.

TRT şeş, encama hebûna perçeyekî azad ê Kurdistanê ye, encama daxwazên Yekîtiya Ewropayê ye ku ji bo endametiyê li ser Tirkiyeyê ferz dikin.

Ez li vê derê, bivê nevê, damezrênerê elfabeya latînî ya kurdî Mîr Celadet Bedirxan û hemû wan nivîskar, şair, çîroknivîs û rjnamevanên Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê bi rêz bibîr tînim.

Ez bawer dikim îro, gava TRT-şeş vebuye ruhên wan di gorrên xwe de hinekî aramtir bune, ku keda wan belasebeb neçû, ew hêviyên ku wan dikirin îro hin ji wan bicih tên.

TRT şeş alfabeya ku Mîr Celadet diyariyê gelê kurd kiribû bikartîne; li ser rêziman û îmlaya wî weşanê dike, alfabe, îmla û rêzimana ku kadroyên TRT-şeşê bikar tînin berdwama karwanê wan kurmanc û dimiliyan e ku Mîr Celadet û hevalên wî birêxistibûn. TRT şeş biserketineka vî karwanî ye.

***

Ev hin ji wan bîr û hizrên min in ku gava min roja pêşî weşana TRT-Şeşê temaşe dikir di sere min re dicilvilîn. Hin bîr û hizên min ên din jî hene ku ne wekî van ronahîder û geşbîn in. Pirtr bi endîşe û meraq in, dîtina şaşî û kêmasiyên vê diyardeyê ne. Nivîs ji bo zêde dirêj nebe ez ê wan jî piştî çend rojan li vê derê pêşkêş kim.

Deh rewşenbîrên kurd ji Nefelê re behsa TRT-ya kurdî û rola wê ya kulturî dikin » Mihemed Sanri STOCKHOLM, 4/1 2009 — Deh rewşenbîrên kurd ji Nefelê re behsa qenaeta xwe ya li ser TRT-ya kurdî dikin û edîtor Mihemed Sanri dibêje: — TRT-6 (Şeş) pêşiyê libinguhêerdêketina pradîgmaya tirkîfîzasyonê ye û di heman demê de qebûlkirina heqîqeta miletê kurd e. Siyaseta 85 salan îflas kir. Heqîqeta miletê kurd serî ji hemî programên tirkîfîzekirin an jî asîmîlekirinê stand. Minaqeşeyeka germ û gur li ser TRT-ya kurdî yanî TRT-Şeşê heye û me ji rewşenbîrên kurd pirsî ka qenaeta wan li ser vê kanala nû çi ye û ew çi hêviyê ji weşana wê dikin. MIHEMED SANRI (nivîskar/edîtor): — TRT-6 (Şeş) pêşiyê libinguhêerdêketina pradîgmaya tirkîfîzasyonê ye û di heman demê de qebûlkirina heqîqeta miletê kurd e. Siyaseta 85 salan îflas kir. Heqîqeta miletê kurd serî ji hemî programên tirkîfîzekirin an jî asîmîlekirinê stand. Dixwazî TRT-Şeş êdî bila bêvebir berdewam be, an jî ji bo rojekê, şeş mehan be, ev rastî nayêt guhortin, heqîqetê serî ji hemî destkarîyên formel û yasayên nedemokratîk stand. Êdî dewleta tirk mecbûr e ko wê mevzuata (yasayên) xwe ya li dijî ziman, elfabe û perwerdeya bi kurdî û kultura kurdî bû, hemiyê betal bike, ji ber ko ev mevzuat li himberî heqîqeta miletê kurd ya sosyal û civakî ji nişkê ve ji kar ket û betal bû, û dewletê jî mieseseyeka xwe ya esasî bo qabûlkirina vê heqîqetê vavêr kir. Wekî dî hem ji aliyê kurdan ve hem jî aliyê tirkan ve, ev heqîqet dê hêj gelek paradîgmayan û “statuyan“ li binguhê erdê bide û gelek alî û derdor dê bikevin ofsaytê... ev, ji “şorêşekê“ wêdetir tîrêjek ya heqîqetê ye. HESENÊ METÊ (nivîskar): — Xelkê kurd ewqas êşiya ye, ewqas kêşa ye, ewqas birîndar û ewqas birçî ye ko ez bawer nakim tenê kanaleke televizyonê vê êşê daxîne, vê birînê bikewîne û evê birçîbûna ewqas salan berteref bike. Lê ji bo gavên paşerojê TRT-kurdî gaveke gelekî piçûk e, lê gaveke gelek û gelekî jî girîng e. Bêyî ko têkevim detayên siyasî: Ji ber zimanê kurdî cezayê pereyan li bav û kalên me dihat birîn û di zîndanan de dirizîn, me ji ber kurdîyê dar û kotek xwar û em bi çolan ketin, bi TRTya kurdî zarokên me ê bikin ko ji vî zimanê kurdî nan bixwin. Başî û xirabiya vebûna vê kanalê jî bila herkes li gor xwe şirove bike. FATMA KARAHAN (rojnamevan): — Li gora fikra min TRTya kurdî ne tiştekî rind e ji bo me kurdan. Baweriya min tune ye ko feydeya wê li kurdan bibe. Erê, zimanê wê bi kurdî ye, lê bele ew ê mesaja çi bidin? Ew giring e. Beguman TVya bi destê dewlata tirk hatibe ava kirin ew ê proganda dewleta xwe bikin û ew ê xwe demokrat nîşan bidin. Tirk ne demokrat in û vê yekê ji bo çavên me yên reş û belak nakin! Ya rastî ew e ko kurd bi xwe, TVya xwe bi destê rewşenbîrên xwe ava bikin. OSMAN AYTAR (Sosyolog/ Unîversîteya Stockholmê): Ji ber ko kanala bi kurdî ya bi navê TRT-6 di rewşekê de hate avakirin ko nasnameya kurdî ji aliyê dewletê ve nehatiye naskirin û gelek welatperwerên kurd ji ber axaftin û daxwazên xwe yên doza kurdî ji aliyê dadgehên dewletê ve tên sûcdarkirin û cezakirin, pir normal e ko di derbarê hin armancên “diyar“ û “nediyar“ ên dewleta Tirkiyeyê de nêrînên cuda hebin. Wek gelek caran, vê carê jî Tirkiyeyê nîşan da ko çiqas dewleteke paradoksan e. Ji aliyekê êrîşkariya leşkerî ve dewam e, ji aliyê din jî weşana bi kurdî dest pê dike. Ji aliyekî ew qiyameta ko wexta parlamenterên DTPê li meclîsa Tirkiyeyê behsa zimanê kurdî dikin radide, ji aliyê din ve bi axaftina serokwezîrê Tirkiyeyê vekirina kanala bi kurdî. Mirov dikare van aliyên ji hev cuda weke perçeyên polîtîkayekê jî bibîne, lê li gorî baweriya min pirs ji polîtîkayeke weha firehtir e û Tirkiye him weke dewlet him jî weke civat, di pêvajoja berendametiya Yekîtiya Ewrûpayê û sîstema nû ya dinyayê de pêvajoyên guherandinê û statukoparastinê bi hevre dijî. Lê munaqeşeyên di derbarê pirsên weha de divê sî nexin ser hin maneyên pozîtîf ên kanala dewleta Tirkiyeyê ya bi kurdî ko ji naveroka programên vê kanalê û ji hin armancên dewletê wêdatir in. Çi ne mane? Yek, armancên dewletê çi dibin bila bibin destpêkirina weşana bi kurdî bi serê xwe pûçkirina wan înkar û derewên resmî yên dewletê bi xwe ye. Dudo, ew weşan ne “lutfek“ ko dewletê daye, ew him mafekî xwezayî yê kurdan e ko pir dereng maye, him jî destketineke ji bo têkoşîna kurdan a sedsalan e. Sisê, bi vê gavê ew zimanê “çiyayî“, “herêmî“, “malbatî“ û “jênayêfêmkirin“ ko li gorî hin “zimanzan“ û “tarîxnas“ên tirkperest ji 200-300 peyvan pêk hatiye, dibe zimanê kanalake televîzyona 24 seetî. Çar, weşana bi kurdî dê pêvajoja asîmîlasyona zimanî bigre û ber bi geşbûna zimanê kurdî biçe. Pênc, ger ev pêvajo ji aliyê hin hêzên “xêrnexwaz“ ên Tirkiyeyê neyê sekinandin, ew rewş û têkiliyên navneteweyî yên ko Tirkiye bi awayên cuda perçeyê wan e, dê nehêle ko Tirkiye bi vê gavê bîmîne. Wexta hebûna ziman bê qebûlkirin (herçend nuha wekî “defacto“, yanê qebûlkirineke weqî be jî), pêvajo dê li wir nesekine. Lîsteya van maneyên weha yên kanala bi kurdî dikare bê dirêjkirin. Di gel van maneyên pozîtîf ên weşana bi kurdî, dewlet dê bixwaze ko vê weşanê di warê siyasî de li hemberî hêzên neteweyî û civakî yên Kurdistanê jî bi kar bîne. Ji ber vê yekê, li gorî baweriya min, ya girîng ew e ko di gel hemû astengî û xeteriyên heyî divê mirov van maneyên pozîtîf ên weşana bi kurdî bîbîne û di şûna ko bi perspektîfa “reş û sipî“ li pirsê binêre, di warê siyasî de xwe ji rewşê re hazir bike û rê nede ko pirsa meşrû û ya biheq a kurd û Kurdistanê bi weşana televîzyoneke dewletê bê sînorkirin. Mehereta siyasî di vir de ye, ne di munaqeşeyên “reş û sipî“ de ye. ROHAT ALAKOM (nivîskar): — Min li çend beşên weşanên TV-Şeş mêze kir, wek destpêk gaveke baş dibînim. Vekirina kanaleke wisa resmî di dîroka kurdên Tirkiyê de bûyereke nû ye, kal û bavên me negotî “kurd êdî dikevin defteran“. Xewnên kurdan dibin rastî. Lê belê du babetên nedîyarkirî hene, divê ev herdu babet bên zelalkirin. Yek ji van, ev kanala, gelo wek kanaleke kurdî tenê wê weşanên kurdî bike yan jî wek tê gotin wê bibe kanaleke pirzimanî. Peyva pirzimanî dikare îmaja vê kanalê qels bike, daxe jêrê û rojek bê ew kurdîya nîvco, di nav zimanên din de winda bibe, here. Divê kurd zorê bidin berpirsan ko ev kanala bibe kanaleke tenê bi kurdî. Ev yeka ji bo pirzaravayan jî derbas dibe. Eger wek mîsal zaravayê soranî jî hebe, wê demê jî sergêjîke mezin dikare peyda bibe. Bîner û guhdarên vê kanalê ko piraniya wan ji kesên kurmancîaxêv pêk tên, kurdên Tirkîye ne, dikarin di nav demeke kurt de, ji ber tênegihştina soranî, jê aciz û sar bibin. Êdî dewra netewetiya romantîk, dewra zimanê yekgirtî nîne. Divê cara yekem her zarava li ser koka pêş de herin, îmkanên jîyanê bibînin û rûmeta wan bê bilind kirin. Divê kanal zêdetir xîtabî kurdên Tirkiyê û kurdên kurmancîaxif bike. Eger wisa nebe îmaja wê dikare dîsa wek me li jor jî got, dakeve jêrê û rojek bê kesek lê mêze neke jî. Pirseke din jî ew kesên ko di vê kanalê de kar dikin, bi taybetî kesên pêşkêşvan ji sedî-sed divê kurmancî baş zanibin, ne tenê zanîn, divê baş bipeyîvin, divê bi gotinan bilîzin! Karên radîyo û televîzyonê, wek tê zanîn ji karên hunera axaftinê pêk tê. Kurmancî divê di vê kanalê de hemû îmkan, xweşikbûn û muhteşembûna xwe raxe meydanê, nifşên nû hêdî hêdî bibin heyranê vî zimanî. Ji alîyê din bazara kurdan divê baş bê analîz û kontrol kirin, wek tê zanîn mal û xizmet bi daxwazên bazarê re girêdayî ne. Di destpêkê de eger vê kanalê îmajeke baş peyda kir, wê demê dikare rola xwe bilîze û di nav gel de bibe kanaleke hezkirî. JAN DOST (nivîskar): — Di baweriya min de ev kanal dê roleke baş bilîze, ajendeya dewleta tirkî çi be bila ew be, bi kêmanî wek ji niha ve xuya ye profesoneliya ko di TVyên me de nîne li wir heye. A din dixwazim bibêjim ko ev kanal dijîtiya nasnameya kurdan nikare bike, berovajî wê ew dê vê nasnameyê tesbît bike û bi xwe mukurhatineke bi hebûna gelekî û zimanekî cihê. em ji asoyên xwe yê teng derkevin û divê em bibêjin ko ev ji mesleheta milletê kurd re ye. Heta niha piraniya TVyên me di gola amatoriyê de avjeniyê dikin. Nûçeyên ko em dibihîzin ne nûçe ne (Bi taybetî di ROJ TV) de ko yekem satelîta kurdî ye û xwedan tecrube ye. Ev nêzîkî deh salan e her çarşhem eynî nûçe di nav çavên me de lê dikeve. Gemî çû gemî neçû. Di yên dî de jî birêz serok pêşewaziya filanî kir, xatir ji bêvanî xwest. Êdî madê me xeliya ye. Ez nabêjim wê TRT baş be. Hîn zû ye ko em hukman lê bikin, nabêjim xirabe jî. Lê şerê li dijî wê jî ne di cih de dibînim. Em TVyên xwe pêş de bixin bila hezar kaniyên medyaya dijminan hebe. Heta niha ji hêla psîkolojîk ve medyaya me qels û bê plan e. TVyên me haya wan ji kûrçûyîn dîn di civakê d enîne, rojekê jî min nedîtî ye kanalekê nimêja înê qeyd kiriye û aniye ser ekranê. Ev yek dikare roleke mezin bilîze û xelkên ji rêzê ber bi ekranan ve bikişîne. Di TVyên başûr de rewş hinekî baştir e ji ber ko ew di nav gel de ne, lê dîsa jî nikarin ji xeleka partîtiyê derên. TRT 6 dikare cilikê (mixabin) ji bin lingê TVyên me bikişîne. Şertê biserketina TRT 6ê qebûlkirina nasnameya vî gelî ye. Ev jî gaveke girîng e, divê gavin din jî li pey wê hebin. Ev bûye demeke dirêj Kurd 1ê soza vekirina (di demeke nêz de) dide temaşevanên xwe. Lê bi sedê caran filmê li ser çêkirina solan dubare dike, şevên me rojên me hemû bûne sol. Baweriya temaşevanan winda dibe. Ew jî ne lêborînê dixwazin û ne jî deng ji xwe tînin, mîna ko bibêjin: “Ma çi xema me hûn in.“ TÊMÛRÊ XELÎL (nivîskar): — Ew milet gerekê ji desthilatê mafên xwe yên kulturî bistînin, yên ko ne li ser axa xwe dijîn, lê bi maneyên cuda-cuda li ser axa welatekî din dijîn. Wek nimûne, kurdên Libnanê, Îsraîlê, Xorasanê, Ermenîstanê û hemû komarên Sovyeta berê, ko kurd lê diman. Ev gotin ser wan kurdan jî derbaz dibe, ko dervayî Kurdistanê – li Tirkîyê, Îranê, Îraqê, Sûrîyê dijîn, wek nimûne – li Stembolê, Anatolîyê, Edenê, Îzmîrê, Tehranê, Helebê, Bexdayê û warên din. Lê dema welatek mafê gelê welatekî din dide, eva bi gelekan û li min jî, pir ecêb tê. Li vir pirsek serî hildide: em van mafan qebûl bikin an na, eger qebûl dikin jî, çawa? Bi bawerîya min em gerekê qebûl bikin, ji ber ko altêrnatîvek din tune, lê sipasîyeke mezin jî ne hewce ye. Kurdên Ermenîstanê jî di dema xwe da ew maf qebûl kirin û di hêla pêşketina çand û edebîyeta kurdan da demeke dirêj sergovendî kişandin û gelek berhemên hêja dan. Eger me qebûl nekira, belkî min nikaribûya ev fikira xwe ji we ra bi kurdî binivîsîya. Bona ev fikira min zelaltir tê fêmkirin, ezê henekekê bêjim. Yek ji yekî ra dibê: -Heyran, tu dikarî ew deynê min, ko li ser te ye, bişînî? Yê deyndar bersîv dide, dibêje: -Ez perên te nikarim bişînim, lê silavan ra ji te ra dişînim. MUSTAFA AYDOGAN (nivîskar/wergêr): — Heta ko dengbêj karibin bibêjin "Agir bikeve mala van romîya" Heta ko ev weşan bi hêjayîyên kurdan ên bingehî nelîze, ji bo tirkîzekirina van hêjayîyan nebe navgîn, kurdan rencîde neke, midaxeleyî cîhana me ya kurdî neke, ji bo qelskirina wê cîhana me ya kurdî hewil nede ko bi hêvîyên Ehmedê Xanîyî ve xemilandî, bi malikên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran ve xwedîkirî, bi qêrîna Evdalê Zeynikê ve dengvedayî û bi dengbêjan ve di civakê de şaxberdayî ye û em her dixwazin wê bi zimanê xwe yê şêrîn pêşdetir bibin, geştir û xweştir bikin, ma hingê em ê ji bo çi li dijî wê derkevin? Ma qey em dijminên xwe ne? Ji xwe, heger ew jî wek hewildanên berê, berê xwe bide kurdîtîya me û bixwaze me ji hêjayîyên me bi dûr bixîne, hingê aqûbeta wê jî dê bibe wek yên din û kurd dê tu carî wê nêzîkî xwe nebînin. Ev 85 sal in ko ev awayê xerab tê bikaranîn û dîyar bûye ko kurd li ber xwe didin û loma jî ev awa nikare tu encaman bide. Loma heta ko di vê kanalê de, dengê stirana Mihemedo têkeve guhên min û heta ko rê li ber neyê girtin ko dengbêjên me bibêjin; “Wî de loy loy /Lo lo Mihemedo/Wî le dayê, bejna Mihemedê min nîşana sere çîya/Agir bikeve mala van romîya/ derbeke li Mihemedê min dane van hovîya“, hingê hûn ê çima biçin ber derîyê xelkê û bibêjin ko bila kanala kurdî bê girtin? SILÊMAN DEMIR (nivîskar): — Dewleta Tirkiyê, ji ber xebat û xwestinên kurdan ên 40-50 salan, îro mecbûr bûye ko TRT6 veke. Bêguman ew bawer dike ko ew ê bikaribe bi vê yekê kurdan û dostên wan razî bikê û doza wan li gora xwe çareser bike. Ev aliyekî TRT6 ye. Lê li aliyê din, TRT6 çi be û bi çi armancê be, ew bi kurdî ye. Ev yek ji bo me û rewşa me grîng e û erînî ye, ji ber ko derfetên jiyanê ji bo zimanê me derdixe û li hemberî metirsa têkçûnê, behneke din dide zimanê me. Ez bawer im û hêvîdar im ko ew ê bike zimanê me hêdî hêdî geş bibe, wê xwendin pê bibe, wê bawerî li kurdî ava bibe û pere tê de bên dan. Bi min a herî grîng ev e. Heta niha baş diçe, ne wek kanaleke dewletê ya propagandayê ye. Heger wilo dom bike, wê kurd wê wek a xwe bibînin û wê piştgiriyê bidinê. Ew alavek e û li ber kurdan e, heger bikaribin li gor xwe û ji bo xwe bikar bînin, baş e û wê gelek fêdê jê bigirin, lê heger nikaribin, wê ew alav ne di destê kurdan de be û ne ji bo wan be. ZEYNELABIDÎN ZINAR (nivîskar): — Ev televizyona ko ji aliyê Tirkiyê ve bi navê TRT 6, çend roj berê dest bi weşana testê kiriye û roja pêşî ya sala nû jî derbasî weşana normal bûye, niha bi zaravayê kyurmancî berdewam e. Hêj zû ye ko mirov biryarejke erênî/neyênî derheq wê de bide. Ji ber ko ev televizyo ne bi daxwaza Kurdan, lê bi daxwaza Dewleta Tirk hatiye vekirin. Bi vekirina wê ya testê re, gelek şiroveyên erênî û neyênî ji aliyê zana û rewşenbîrên Kurd ve hatine/têne kirin, lê bi giştî erênî ne. Ez di roja 12 12 2008an de çûm Tirkiyê. Roja 26 12 2008, ji aliyê stûdyoya TRT 6ê ve hatim vexwendin. Pirsên ko ji min hatine kirin, tev li ser Foklora Kurdî, berhemên klasîn û jiyana min bûn. Min axaftina xwe sansor nekir û weke li pêşberê kamerayên televizyonên kurdî, saetek û 10 deqîqe axaftina min domand. Piştre min li salona kafeteryaya studyoyê got ko "niha 18 kanalên televizyonan ên satelîtê yên Kurdî hene. Eger TRT 6, ji van çêtir jî nebe, pêdiviya Kurdan bi TRT 6ê çênabe..." Lê tiştê ko ji devê berpirsên wê hate gotin, ev bû ko ev kanal, wê bi kurdî be û ya Kurdan be... Îcar di nêz de wê zelal bibe ko ev kanal bi çi xûtê (niyet) hatiye vekirin. Piştre eger "Mafê Kurdan" tenê ev televizyon be, ji xwe di pêvajoyê de wê bixitime. Na eger Kurd xwe tê de bibînin, wê şêntir bibe. Dîtina hevbeş ya piraniya Kurdan li ser vê televizyonê ev e ko nûçeyên li ser şerê di navbera PKK û Artişa Tirkiyê de, neyên weşandin. ----------------------------------- Nivîskar: ENWER KARAHAN

Van di çapemeniya kurd de der barê TRT Şeş'ê de rexneyên tund têne weşandin. Li gorî baweriya min şêwaz hinekî hişk be jî, tiştên ku têne gotin, rast in. AKP bêyî ku bingeha wê ya zagonî amade bike, berî hilbijartinê bi çend mehan qerseke kurdî ya ji kartonê ava dike. Kesên ku li dijî Tevgera Azadiyê ne, ji wê derê dê derkevin nêçîra kurdan. Heta niha pişaftina çandî hebû, niha li şûna wê pişaftina siyasî derdikeve pêş. Bi awayê ku mebûsê DTP'ê birêz Osman Ozcelîk gotî, “Xwedê dema ku dixwaze, beniyekî xwe kêfxweş bike, pêşî kerê wî winda dike, piştre dide dîtin. Me kurdan keriyek pêz winda kiriye, niha AKP dixwaze bi bizineke kulek me bixapîne, em keriyê pez hemûşkî dixwazin ango em çareseriya demokratîk dixwazin.“ Lê bi vê kanalê hinek tişt zelal bûn. Çapemeniya tirk hingî xwe bi benê dewletê ve girêdaye, ketiye rewşeke kambax. Dema ku Serokwezîr Tayîp Erdogan bi kurmanciya xwe ya Kasimpaşayê çend peyvên kurdî gotin, hemû nezaniya wan li ber çavan hate raxistin. A rast çapemenî awêneya civaka tirk e, hemû civak der barê kurdan de pir nezan e. Gotinek heye, dibêjin, “Firehiya asoya beqa di binê bîrê de bi qasî firehiya devê bîrê ye.“ Zanîna civaka tirk jî bi qasî asoya çapemeniya wan e. Der barê pûçbûna vê projeyê û sextekariya AKP'ê de em dikarin gelek tiştan bibêjin. Lê li gorî baweriya min tiştê girîng ne ew e. Em hinekî jî bala xwe bidin rewşa xwe. Dema ez bala xwe didim rewşa me, mixabin ez nikarim zêde hêvîdar bibim. Me di dema kursên kurdî de polîtîkayeke şaş meşand, di encamê de me şikestek xwar. Hê jî dewlet li ser wê yekê siyasetê dike. Lê heke em hinekî jêhatî bûna, heke siyasetmedarên me heta wê demê hinekî serê xwe li ser meseleya ziman êşandibûya, me dikarî wan kursan bike çekeke wisa ku planên dewletê pûç bike. Lê mixabin me bi hesabên şaş kurs vekirin û bêyî ku em li benda encamê rawestin me bi biryareke şaş ew girtin. Me şikestekeke siyasî xwar, lê hesabê vê yekê ji kesî nehat xwestin. Ez bala xwe didim saziyên me, mixabin hê jî sembolîk in, hê jî nava gelekan vala ye. Bo nimûne Weşanxaneya Aram çend îsal çend pirtûk weşandin? Tiştê kambaxtir jî kes guh nade karên ku sazî dikin. Kes lê nanihêre ka ew çendî bi karê xwe radibe, çiqas hilberîner e. Heke salê çend daxuyaniyên siyasî bidin bes e. Te divê bila qet hilberîna wan tunebe. Ez bala xwe didi tekane rojnameya me ya bi kurdî dilê min diêşe. Pirî caran nivîs bêyî ku bêne redaktekirin têne weşandin. Ez wekî nimûna nivîsa Kewê ya roja 2'yê mehê didim. Heçî televîzyonên me ne, zimanekî bi temamî werger bi kar tînin, lewre hemû tekstên resen bi tirkî ne û li kurdî têne wergerandin. Zimanekî li gorî tirkî teşe girtî, tê avakirin. Tevî hemû derfetan jî heta niha televîzyonê nekarî rêzefîlmekî bide çêkirin. Ev du sal in, Tevgera Azadiya kêşeya ziman xistibû rojeva, lê kadroyên vê yekê di vî warî de li ber xwe da hê jî ev berxwedan didome. Em ji mêj qala avabûna demokratîk dikin, em dibêjin divê kadroyên avabûna demokratîk ji kadroyên dema rizgariyê cuda bin. Lê mixabin zîhniyeta me ji wê qonaxê derbas nabe. Heta ku di neqandina kadroyan de pîvan bi tenê “dilsozî“ be kesên jîr û jêhatî li dora me namînin. Di van mercan de em ê çawa rê li ber dek û dolabên neyaran bigirin. Ez bi xwe nizanim, hevalên ku dizanin bila ji kerema xwe ji me re jî bibêjin.

Hasan Bildirici Tarih: 28 Aralık 2008 Pazar Kürt sorunu artık gemisini kurtaran kaptan hikayesine dönüşecek mi? Bu hikayenin nasıl biteceği bellidir. Türk ırk devletinin “Kürtçülüğü“ne yamanma hikayesidir bu. Resmi rakamlara göre 29 isyanın benzer sonuçlarını anlatıyorum. Kırk bin insan ölmüş ya, Kürt sorununun eskisi gibi inkar siyasetiyle çözülmeyeceği anlaşılmış ya, kültürel hak ve özgürlüklerde ufak tefek iyileşmeler gözlemlenmiş ya, haydi biz de gidelim. Hani Kürtler bir ulustu? Hani Kürdistan diye bir ülke vardı? Hani Diyarbakır bu Kürdistan'ın başkentiydi? Hani toplumsal çözüm olmadan Kürt sorunu çözülemezdi. Boş, yalan, hikayeden şeyler bunlar. Zaman uzadıkça Kürdün birbirinin gözünü oyma ve ufak tefek şeylere fit olma genetik hastalığı nüksediyor. Batıdan ve doğudan sıkıştırıyorlar: “Bekle bizi Türkiye, sana geliyoruz.“ Nereye gidiyorsunuz? Yıllarca Kürt sosyetesine çalıp oynamaktan iyice bitap düşmüş olan Nilüfer Akbal'da, Avrupa'da sürünmeyin gelin diyor. Haydi sen şarkı söylemeye, para kazanmaya gidiyorsun. Jandarma tecavüzünden kaçıp gelmiş Kürt kadını nereye gidecek? Nerede tef çalıp oynayacak? Onu nereye koyacaksınız? Yıkılan köyler, dağılan yuvalar, mezar yeri olmayan binlerce ölü. Sadece İstanbul'da onbinlerce sokak çocuğu. Demek Kürt açılımı, beş-on sanatçı ve çöp çatanın konser falan düzenlemesi ve beş-on siyasetçinin emekli maaşıyla sağlanacak? Ne kadar ayıp ve yamuk bir şey. Bir ulusun hak ve özgürlükleri böyle ucuza bağlanır mı? Kürdistan davası Türk istihbarat denetimindeki birkaç organizasyonla geçiştirilebilir mi? Hiç mi sizin sağınız, solunuz, kıbleniz, insafınız yok sizin? Madem sizi ikna eden bir şeyler var, madem gittiğinizde güzel şeyler olacak, o zaman şarkılarınız ve siyasi kışkırtmalarınıza dağa taşa saldığınız halk çocuklarını gelin ikna edin. İyi projelerinizi onlara anlattın. Kazancınızdan Cizre ve Şırnak köylülerine düşecek payı formüle edin. Tecavüz edilmiş bir Kürt rahminin sızılarını nasıl dindireceksiniz onu söyleyin. Ne iki yüzlü bir dünya, ne iki yüzlü bir yaşam, ne iki yüzlü bir şey bu. En keskin “Kürtçüler“ de Türk istihbaratının örgütlediği Kürtçe televizyon projesine yatmış bulunuyor. Hep yatıyorlar zaten. Yatınız beyefendiler, istediğiniz kadar çalıp oynayınız, Kürt bağımsızlığı ve özgürlüğü davası, Sovyetler yıkıldıktan sonra sokak satıcılarının eline geçen Kızılordu generallerinin değersiz madalyaları gibi kaç kez ayak altına düşürüldü? Tarihimize, halkımıza ve insanlığa karşı hiç mi dürüst olmayacağız? Yenilmek ve yenilgi kabul etmek bir haysiyet sorunudur. Eğer yenildikse, Eğer Kuzey Kürdistan mücadelesinin toplumsal bir geleceği yoksa o zaman gelin hep birlikte bunun acısını yaşayıp daha sonra başımızın çaresine bakalım. Bu halkı ve çocuklarını kandırmayalım artık. İşte o zaman İstiklal marşı ve komanda gösterileri eşliğindeki yaşantılarımıza geri dönelim. Ama hep birlikte dönelim. Yok eğer ortada bir yenilgi yoksa, henüz kimse açısından sonuç belli değilse, o zaman Kürt aile, aşiret veya arkadaşlık hukukuna dayanalım hiç olmazsa. Atalarımızın yapıp postal atına düştüğü gibi birbirimizi yarı yolda bırakmayalım. “Tek başına kurtuluş yok. Tek başına karar yok. Birlikte başladık, birlikte tamamlayacağız.“ Diyelim. Ama öyle olmuyor, Kürt kişiliği birbirini yarı yolda bırakıyor, Herkes tek başına bir şehir, bir eyalet gibi davranıyor. Atıyor, tutuyor, kabadayılık yapıyor, sonun da kendisini Türk kurumlarının kucağına atıveriyor. Bu kucağa atlama işinin Kürtçe veya Türkçe olması fark etmiyor. İnsan biraz Ermenilerden, Filistinlilerden, Kosovalılardan, Afrikanın siyah derililerinden utanır. İnsan biraz henüz cenazesi yerden kaldırılmamış en az otuz bin ölüsünden utanır. Ne bahtsız bir halkmış Kürt halkı, ne bahtsız ulusmuş... Kürtlerden bir şey çıkmayacağını anlayan Batılı devletler de tarihsel çöp çatanlıklarını devreye soktular. “Türk devletini güçlendir, Kürtlere çeşitli haklarla oyalanacak sivil toplum kuruluşu muamelesi yap.“ Haklılar. Bir ulus ki; sanatçısı, şarkıcısı, aydını, siyasetçisi, Kürt ulus kimliğini kışkırtıp daha sonra göz oymacılık ve köşe kapmacılık oynar, o ulusun fedakar çocuklarına yine kahırlı yollar görünür.

Çalışan sayısını azalttım Kürtçe TV yayınına başlayan TRT'nin genel müdürü İbrahim Şahin: Bu kanal Güneydoğu halkı için ihtiyaçtı. Tek kelime Türkçe bilmeyen kadınlar vardı. Kürtçe yasağı doğruyu inkâr olur.. Bu haftaki röportaj konuğum TRT Genel Müdürü İbrahim Şahin. Konu malum; TRT Şeş. 2009'un ilk gününde yayına başlayan Kürtçe TV, Kürt sorununda bir kırılma noktası. Bunu TRT'nin yapmasının önemi ise daha büyük. Çünkü bundan birkaç yıl öncesine, 1990'lı yıllara kadar Kürtçe konuşmak hapislikti. Bu kanal, Kürtçenin resmi kabulüdür. Üstat Hasan Cemal'in deyimiyle "Artık Kürt de var, Kürtçe de... İnkâr politikası iflas etti." Tabii ki bu kanalın açılmasında en büyük pay İbrahim Şahin'e ait. Bu çabanın altında, uzun yıllar Güneydoğu'da kaymakam olarak görev yapması nedeniyle bölgeyi tanıması yatıyor. Şahin, 14 yıl sürdürdüğü kaymakamlıktan sonra İçişleri Bakanlığı Hukuk Müşavirliği, ardından PTT Genel Müdürlüğü yaptı. Bir de çok iyi piyano çalıyor. Nereden diye sorduğumda "İngiltere'de görev yaptığım günlerde öğrendim" diyor... * TRT Şeş'e ilgi nasıl? Halk, bölücü yayın yapan Kürtçe kanalların bulunduğu uydudan, TRT 6'nın yer aldığı Türksat uydusuna döndürmek için çanak anten satanların önünde kuyruk oluşturuyormuş. Hatta kuyrukta üşümeyelim diye adresini bırakıp gidiyorlarmış. * Riskli değil miydi? Hem de çok. Eskiden beri korku vardı insanların içinde "Acaba bir sıkıntı olur mu" diye. Türk milleti olarak bu kanalla, bu korkuyu çok rahat aştık. Bu önemli. Çünkü sürekli bir direnç vardı. Kabul edilmez bir tutummuş gibi algılanıyordu. Ama sonuçta açıldı ve gördüğünüz gibi dünyanın sonu gelmedi. İnsanlar yeni bir kanala kendi ana dillerinden hem de TRT'de, yani devlet eliyle ulaşıyor. Bu çok önemli. Güneydoğu'da ilk televizyon geldiği dönemdeki gibi bir yapı oluşmuş; Türksat uydusu olanlara komşuları aile oturmalarına gidiyor. * Kürtçe bundan birkaç yıl öncesine kadar yasaklı bir dildi... Hatta "Böyle bir dil yoktur" deniliyordu... Bu dili yok saymak mümkün değil. Görmezden gelebilirsiniz ama yok sayamazsınız. Doğruyu inkâr olur. * Yıllarca o bölgede görev yaptınız. Bu kanal Kürtler için ne ifade ediyor? Onlar için ihtiyaçtı. Çünkü devlet olarak gerek Osmanlı döneminde, gerekse cumhuriyet kurulduğundan bu yana Türkçeyi öğretmemişsek ve kendi anadillerinde konuşmayı da yasak ediyorsak, kanaatimce bu Kürt kökenlilere eziyetten başka bir şey değil. Oradaki insanlar tek bir bayrak altında yaşamak istiyor. Kanalı İstiklal Marşı'yla açtık. Kürtçe anadilleri. Bundan daha kutsal bir şey olabilir mi? Biri bize Türkçeyi yasaklasa ne kadar eziyet olur düşünsenize. Bu kanal birlikte yaşamı pekiştirecek. Kanal milli birlik için çimento görevi görürse bundan daha büyük mutluluk olabilir mi bir bürokrat için? * Karşıt tepkiler nasıl? Böyle bir kanalın farklı bir milletin oluşmasına götüreceği ve ileride bölünür korkusu vardı. Bu nedenle kanun değişimine karşı duranlar oldu. Bir de ellerindeki malzemelerin alınacağı korkusunu yaşayanlar vardı. Bizi eleştirenler madem ki düne kadar başarılıydı, o insanlara Türkçe öğretselerdi. Ama bu biz bu kanalı kurduk, artık onlar Türkçe öğrenmeyecek anlamına gelmiyor. O insanlar şimdi daha çok Türkçe öğrenecek, çünkü birbirimizle daha çok kucaklaşacağız. Kendi anadillerinden televizyon veya radyo imkânı sunarsan devlete daha bağlı kalırlar. Ya oralarda tek kelime Türkçe bilmeyen kadınlar var. Hakkâri'nin uç köylerindeki evlerde farklı devlet liderlerinin fotoğraflarının olduğu söylenir; bu kötü niyetle olduğu için değil. Kürtçe bazı kanallarda bunu görüyorlar. Bu çok acı. Rusya bile Kürtçe televizyon kurdu. Korkularla bir yere varılmaz, ortak nokta bulmamız var. * Türkiye'de demokratikleşme sancısı yaşanıyor. Kürtçe TV, Aleviler hakkında yayın ve Ermenice radyo projeleriyle bir açılım mı yapıyorsunuz? Hükümetin, AB politikasına daha da yaklaşalım düşüncesi olmuş olabilir ama ben Kürtçe TV'nin gerekli olduğundan inandığım için çok çabaladım. Çünkü bu ülkede sayısı speküle ediliyor ama isterse bir kişi olsun kendilerinin anladığı bir dilden yayın yapmak insan haklarının gereğidir. Böyle bir açılımı TRT'nin yapması normal. Ama beni üzen başka bir durum var. * Nedir o? Kürt kökenli vatandaşlarımızın haklarını sözde savunan bazı sivil toplum örgütleri ve temsilcileri bizi savcılığa şikayet edecekleriyle ilgili basın toplantısı yaptı. "Yasak olan, alfabede olmayan harfleri kullanıyoruz" diye. * Şu anda gerçekten suç mu? X harfi Fox TV'nin karakterinde var. W ise Show TV'nin logosunda var. Bu harfleri toplatmak için savcılığa başvuracaklarmış. Ama biz çok zekice bir şey yapmışız; TRT Kanunu değiştirilirken; "Farklı dil ve lehçelerde yayın yapabilir" hükmünü koymuştuk. Yasal bir zemine oturttuk. Bu yasal zeminde hareket ediyor olmamıza rağmen, bunu söylemleri şık değil. * Kürtçe kanalın içeriği nasıl olacak? Klasik aile kanalı olacak. Diziler, haberler, eğlence, kadın, dini ve müzik programları olacak. Bu müzik programlarında o bölgenin halk ozanlarından olan dengbejler de olacak. Kürtçe müzik yarışmaları düzenleyeceğiz. Spor ve belgeseller de yayınlanacak. Kesinlikle hiçbir şekilde bölücü unsurlar olmayacak. * Resmi ideoloji? Resmi ideolojiyi de hiçbir şekilde dayatmayacağız. Bunlara girmeyeceğiz. Bazıları bu kanal için "Seçim yatırımı" diyor. Seçim yatırımına bu kadar para yatırılmaz. Seçimle ilgisi yok bunun. Arkadaşlarımız Kürtçe kanalı "2009 Eylül'ünde açabileceğimizi" söyledi. Ben "Geç, mart olsun" dedim. Arkadaşlar bu kez de "Martta seçim var, seçimi yatırımı olarak algılanır" deyince 1 Ocak'ta karar kıldık. TRT Türk'ü de 21 Mart Nevruz günü açacağız. * Onun içeriği? Orada da Türk dünyasına yönelik bir kanal oluşturuyoruz. * Ermenice televizyon haberleri de çıktı? Ermenice televizyon ilk etapta lüks kaçar.Ermenice radyoyla ilgili devlet kademelerinde ta-lep var. Ermenistan sınır komşumuz olmasına rağ-men sanki Çin'den daha uzakmış gibi. Bu radyobir bağ olsun. İlişki kuralım. * Ermenilerin talebi var mı?Hayır. Ermenilerin radyo ve televizyon talebiyok. Ama bu radyoyla Ermenistan'a düşünceleri-mizi aktarmış olacağız. * Başka yeni proje var mı?Arapça kanalın çalışmalarına başlayacağız.24 saat yayın yapacak İngilizce haber kanalı, aynışekilde Türkçe haber kanalı, spor ve müzik kana-lı projelerimiz var. TRT'nin öncülük ettiği TürkSanat Müziği, halk müziği ve caz müziği var. Hiç okunmamış bestelerin yer aldığı ciddi müzik arşi-vimiz mevcut. Sanatçı kadromuz var. Bunlarla çokkaliteli bir müzik kanalı oluşturacağız. * Kürt müzisyenler Şiwan Perver ve Ciwan Ha-co'nun TRT Şeş'in açılışına gelmeme nedeni neydi? Kanal yöneticisi arkadaşlarımız bu iki ismin açı-lışa gelmesi durumunda müthiş bir sempatinin olu-şacağını söyledi. Fakat gelmediler. Şiwan Perver,programına uymadığı için gelemedi. Gelmediklerizaman kendimizi camdan aşağı atacak halimiz yok,bizim ekrana çıkaracağımız çok sanatçımız var. Şi-wan Perver zaten kanalı olumlu bulduğunu söy-lüyor. Kliplerini sanırım bize verecek. AyrıcaKürt kökenli vatandaşlarımızdan han-gisine mikrofon uzatsanızsesi güzeldir. * Hadise'yle TRT özdeşleşti neredeyse... Hadise'yi seçerken çok zorlandık. Acaba Tür-kiye'de nasıl kabul görür diye. Ben anket yönteminiuyguluyorum. İnternet veya televizyon üzerindenhalka soru soruyorum. "Eurovision yarışmasına kimkatılsın" diye isimler sorduk? Halk, "Hadise" de-di. Bir de Hadise yurtdışında yaşıyor, 3-4 dil bili-yor. Teklif götürdüğümüzde bizi kırmadı. * TRT'nin geçen yıl yılbaşı programı için ödedi-ği para hâlâ tartışılıyor. Bu yıl ne kadar ödediniz? Medya geçen sene Tarkan'a 2.5 milyon dolarödediğimizi yazdı, sonra bu rakamı 750 bin dola-ra çektiler. Oysa biz Tarkan'a 125 milyar lira ver-dik. Şimdi de Hadise'ye hiç paravermediğimiz halde 450 milyardan bahsediyorlar. * Neden para almadı? Geçen sene de yeni gelmiştim, yoksa Tarkan'ada para vermezdim. Hadise'den rica ettik yılbaşıgecesi para almaması için, o da kabul etti. Bizdeprogram yapan bir sanatçıya "Yılbaşı programınaçıkın ama para talep etmeyin" dedim. "Tamam"dedi. Sonradan menajeri aracığıyla para talep et-miş. Ben de "O çıkmayacak sonra da programınıçabuk bitirin" talimatını verdim. Programına za-ten yeteri kadar para veriyorum. Hadise, para is-temediği için şimdi kendisine program yapmasınıteklif edeceğiz. Yılbaşı gecesi çok da iyi reyting al-dık. Eurovision için seçilen şarkı çok iyi. Sanatçı veşarkı üzerinde ilk kez genel konsensüs oldu. Bir de kadrolaşma iddiaları var... Kadrolaşmadan ne anlaşıldığının açıklanma-sı lazım. Bin kişiyi yüzde 30 ilave ikramiyeyle emek-li ettik. Eğer kadrolaşma olsaydı boş olan kadro-larımızı hızla doldururduk. Kadrolaşma, mevcutkadroları boşaltıp yerlerine yakınlarınızı, dünya gö-rüşünüze göre adam almanız demektir. Oysa bukurumda 400 civarında müdürlük unvanlı kadrovardı. Bunu 260'a çektik. Bölge müdürlüklerini kal-dırdık. Kadrolaşan birileri bölge müdürlüklerini kal-dırır mı? Daire başkanlarının sayısını azalttık. * TRT'de kaç kişi çalışıyor?6 bin 700'e indi çalışan sayısı. * Siz geldiğinizden bu yana kaç kişi işe alındı? 3 bin 538 kişilik boş kadromuz var. İstesek bukadar kişiyi alabiliriz. Ama bizim aldığımız çalışansayası; 41 kişi naklen, birkaç kişi de sözleşme-li. Kendilerinin aklında kadrolaşma olduğuiçin hep kadrolaştığımızı söylüyorlar. İkincisi deyeni adam almasınlar diye gözdağı veriyorlar.Ben de şunu söylüyorum; benden önceki genelmüdür bin 760 kişi almış. Benden önceki ge-nel müdürden 1 kişi fazla aldığım zaman kad-rolaştığımı söyleyebilirler. Neredeyse aydabir kanal kuruyorum. Kolay mı? TRT'nin ger-çekten ihtiyacı olan kaliteli çalışan alacağım

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.