بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 29 June 2008

[b]DI NAV XASÊN HÎMÊN EZDAHÎTIYÊ DE NASÎN Û GIRÎNGIYA MEME REŞAN[/b]

[img]http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/hevpey2.jpg[/img]

Di nav baweriya Ezdahîtiya berî dema Şêx Adî de gelek navên Xwedan(xas)ên hîmên Ezdahîtiyê hebûn e û navên hinekan jê ev bûn e:

Baweriya bi; Xwedê, Tawisî-Melek, Her Heft Milyaketên Kibîr, Rojê, Hîvê, Semahê, Sitêrkan, Agir, Baranê, Bayê, Birûskê, Tofanê, Cinika, Sermê(çilê zivistanê), Germê(çilê havînê), Çarşemê, Sunnetê, Tokê Êzî, Biskê, Parêzgeh( Dergeh û silavgehên gelek xas û qelenderan)an, her Nexweşînekê, zayîn û jiyana gelek giyanderan(xezal, dîk, tawis, dubişk, mahr, gah, pez û hwd.), Xefûrê rêyan, Qurban Dahinê(serbirrê), Rengên Pîroz û whd.

Wexta hinek baweriyên xerîb hatine bi serhişkî û zillmdariya xwe li nava Kurdistanê belabune û şûn de, êdî me Êzdiyan ji ber tirs-zilma kevneperest û dagirkerên Kurdîstanê piraniya navên Xwedanên ola xwe li gelek herêman guhastine anjî bav-kalên me li gorî şertên wan hinek evd ji xwe re kirine şêx û wekî din binav kirine.

Ji xwe ji ber vê Xwedê nenasîn û zillmdariya paşverû-dagirkerên Kurdîstanê, gelek xeleqên dîroka me jî wenda bûne.

[b]Mînak:[/b]
Niha kes ji me hew dizane, ka dîroka êşîra binemala Pîr Memê Reşan(Mehmereşan) ku ji kevin ve Xwedanê baranê bûne, di dema beriya Şêx Adî de ji kurê dest pêkiriye û ew li kîjan herêmên Kurdîstanê jiyane?....

Ez dixwazim bersiva vê pirsê hinekî li goriya zanîna xwe û zargotina me Êzdiyan bidime xwanê:

Pîr Memê Reşan(Mehmereşan) yek ji qencê Xwedê û xasekî Êzdiyan yê ji bo baran barînê navdar e.

Di nav baweriya Êzdiyatiya me ye kevn de urf û adetên ji bo duhakirin û pîrozkirina cejna Xwedanê baranê, li goriya jiyana gelê herêmê dihatine kirin gelekin.

Di nav zargotina me de tê gotin, wextê kevn de û heta îro hêjî gava salna jê di wextê çandiniyan de baran nayê(rahm nakeve) û erd zuwa dibe, hingê çiqas ruhlber(giyander)ên li ser û bin erdê de hene ji bêavî(tîna) lewaz(kêmtaqet) dibin û saxiya wan dikeve tehlûkê. Zerar digîje şînayî û tovê ku cotkaran xistine bin erdê(çandine). Ji bo ev rewşa weha xedar biqede gundî û cotkar tevî xas û qelenderên radibin xêr-xêratan didin û duhayê ji Xwedayê baranê re dikin ku ew baranê bibarîne. Di pey van rê û resman de Mehmereşan baranê dibarîne û “av dide bin ferşan“...

Wekî dinê jî hinek Iimdar, lêkolîner, zane û rewşenbîrên me Êzdiyan li ser vê baweriyê û Pîr Memê Reşan(Mehmereşan weha dibêjin:

“Wexta Şêx Adî hatiye Lalişê, hingê pîrekî Êzdiyan yê bi navê Mehmereşan ku Xwedê li gel kirî û xudan huner di çile girêt Şêx Adî de bû. Pîr Mehmereşan, xudanê baranê yî navdar bû.

Şêx Adî dibêjê: Pîr Mehmereşan min da te meaşê şeşa.

Quba Mehmenreşanê kurdî wa li dulkê çiyayê Meqlubî li qeza Şêxan e. Êzdiyên li mergeha Şêxa hersal di biharê de qesta mezargehê wî dikin. Xêra xwe dibine ber. Ne xasim heke salekê kêm rêjî bive dibêjin, Mehmereşan ji kerema xudê baranê bireşîne

Nîşangeha Mehmereşan li Lalişê jî heye û neviyên wî mayne maşê xudanê xwe dixun.“(1:16)

[b]Qewl jî dibêje:[/b]

“Şêxadî ji şamî hate
Bi şerqiya kir xebat e
Mehimed Reşan kir xelat e
Xelat kir Mehimed Reşan
Dabûyê maşê şeşan
“Ew kire serwerê mêran “ (2:102).

Bahsa Mamed Reşan di “qewlê Şêx Adî û Mêra“ de hêjî gelekî tê kirin.

Weke nimûne: Mihemed Reşan dibêje:

“Ez Mehemedê Reşî me
Siwarê berî me
Ez bi xwe mirîdê şêx Adî me“ (2:105) Ev Qewlê Şêx Adî û Mêra gelekî dirêj û berfire ye.

Wekî dinê jî di nava textên ola Êzdiyan de li ser Mehmed Reşan weha tê gotin:

[b]“Mehmed Reşan[/b]

Ew Babê Pîr Eyûbî
Hey Şêro yî ji Meqlûbî
Hukmê te wê li tixûbî

Meqlûbî Êlî ye
Wê li binda behra spî ye
Reşa Şîxadî ye

Meqlûbî mezine
Wê li binda behra Spîye
Reşe Şûxadiye

Quba dîyarê Kafê
Xebîr bin li wê navê
Xasa mîr nasîn serê rabê

Quba diyarê pirrê
Xebir bin li wê Surrê
Xasa mîr nasîn li serê durrê

Min dît bi çavane
Û te dît biçavane
Lêşkerê Şêxî girane
Serdar Mehmed Reşane

Min bi çavan diye
Û te dît biçavan diye
Lêşkerê şêxê Ediye
Serdar Hehmêdiye

Hemedî yala Hemêdî
Baziyo meken Kêdî
Şîxadye me li xelwêdî

Pîrekî nûrîne
Rastdarê siltîne
Mehmed Reşan Kire Pîrê Melik Sicadîne“(3:176-177)

Vêca, ez hêvî darim rojek bê ku dîrokzanên me Kurdan karibin vê resenî û kevnariya di nava text û zargotinên ola Êzdahîtiyê de ji bo gelê me azad şîrove bikin.

[b]Çavkanî:[/b]
1. Pîr Xidir Silêman, Êzidyatî- wane bo qutabîyêt êzidya ji pola(1-6) qunaxa seretayî – Çapa yekê 1996- Dihok.Rûp.:16
2. Xidirê Silêman& Xelîlê Cindî, Êzdiyatî- li ber ronayiya hindek têkistên ola Êzdiyan- Weşangeha ARARAT 1995. Rûp.:102.
3. Bedelê Feqîr Hecî, Bawerî û Mîtologiya Êzîdiyan Dihok 2002 .Rûp.:176-177

[b]Kemal Tolan[/b]

http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=411

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.