[b]Şaredarê berê yê Nisêbînê Yıldırım çû rehmetê[/b]
[img]http://imageupload.com/out.php/i113502_hasanYildirim.jpg[/img]
Welatparêzê hêja, şaredarê berê yê Nisêbînê û hezkiriyê herêma Omeriyan Hasan Yildirim îro berê sibehê ji ber nexweşiya xwe ku li Amedê tedawî dibû, çû rehmetê.
Hasan Yildirim, birayê şaredarê berê yê Nisêbînê Muslum Yildirim e û kurê Ehmedê Silêman e. Ehmedê Silêman mezinê herêma / eşîra Omeriyan bû. Hasan Yildirim, li gundê çalê hatibû dinyayê. Hê ji salên wî yên ciwaniyê de pirsgirêka kurd bala wî kişandibû. Dema ku apê Musa Enter ji bo parlementeriyê namzetiya xwe li Mêrdînê danîbû, wî bi awayekî aktîf li nava Omeriya piştgiriya wî dikir. Sala 1978 an bû şaredarê Nisêbînê. Ji ber sedema piştgiriya KDPê û alîkariya piraniya tevgerên kurdan ên azadîxwaz bi darbeya leşkerî ya Tirkiyeyê re, ew di sala 1980 an de ji wezîfeyê hate dûrxistin û hate girtin. Ew di 1980-1983 de di zindana Amedê de ma û di îşkenceyên giran re derbas bû.
Berî bi demekî kin ji bo tedawiya nexweşiya xwe çûbû Almanyayê. Siheta xwe baş bûbû. Lê mehek berê, dîsa nexweş ket û ew li nexweşxaneya Amedê razandin. Yildirim îro berê sibehê ji ber nexweşiya kanserê çû rehmetê.
Dostanî û mirovatiya wî nayê jibîrkirin. Yezdanê Heq wî bi rehma xwe şa bike, cihê wî buhuşt be. Serê endamên malbata wî, dostên hêja yên mala mala Silêman û tevayê rûniştvanên herêma Omeriyan sax be.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]