بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 5 Gul 2008

Ez nivîskarên Kurd yên piranî dixwînim, heta ji min bihê qet nivîseke di derbarê ziman û wêjeya Kurd de narevînim, dixwînim. Şêrko Bêkes, Hesenê Metê, Memed Uzun, Ferhat Shakelî, Laleş Qaso, Firat Cewerî, Mihemed Muhsin, Muhsin Qoçan, Sûleyman Demir, Cîhan Perwîzî, Xidir Ûso, Azad Avcî, Mahmut Kilinç, (xwezil kek Yaşar Kaya jî Kurdî binivîsîba), Rosa Kurd, Hîva Berwarî, Hêmen Kurdaxî, Azad Heme... û hîna bi dehan nivîskar eger wek nivîskî û yan jî di rûpelên înternetê de rastê min bihên, ew ji destê min xilas nabin, wan dixwînim dixwînim û dîsa dixwînim. Bo min xwendin jiyan e, lê xwendina bi Kurdî vejiyan e. Hingî min kariye ku bi zimanê xwe yê xweşawaz bixwînim, bi hemî giraniya wateya peyvê dibêjim; ez vedijîm...

Ji ber ku min bingeha jiyanê wek evîn hesibandiye û evîn jî bi tenê zimanê dayik dihê ser dilê mirov û ji wir diherike ser ziman. Evîna bi zimanên biyanî hatine nivîsandin, hatine gotin niha ji bo min bi yeqînî kêm e, çêkirî ye û eger hûn ya rastî dipirsin ne evîn e jî.

Lê em Kurd, bi salan xwe bi zimanên biyaniyan dixapînin. Kesên salên wan ji sîhî zêdetir in (jiber ku ew bi piranî zimanê xwe baş dizanin) û eger heta niha evîneke bi zimanê xwe nejiyabin, yanê gotinek, nameyek, mesajek, helbest û çîrokeke zimanê xwe bo evîndarên xwe neşandibin, bila ew nebêjin me di vê jiyanê de evîna xwe ya ser dilê xwe li gor qewlê xwe herikand ser ziman, me hestên xwe yên herî narîn û naîf karî îfade bikin. Bila nebêjin.

Ez bi xwe nabêjim.

Birayê delal Silêman Demir navê sernivîsa xwe ya vê heftê „Çima Ziman“ daniye. Bi ditîna ewil min nivîsa wî xwend, min rûhê xwe bi gelek av û wîtamînên ji binê erdên pîroz ya Kurdistanê ve xwedî kir. Sipas birayê delal, ma ne pirsiyareke ji nav pirtûka evrahî ye; Çima Ziman? Ji ber vê bandura şirîn ya Demirî, min jî bi pirsiyara Çima Evîn dest pê kir.

Çima Evîn?

Ji ber ku di vê cîhana şerî û jiyana bêdadiyê de dermanê dilê birîndaran, dermanê jiyanbijan evîn e. Evîn delaliya mirov e, dadiya jiyanê ye, şewqeta hevalbendiyê ye, hêza berxwedanê ye, pêkhevbûna civakê ye, bîrdoziya tekoşeran e, sûnd û peymana bîl cûmle hemî mirovahiyê ye.

Evîn masûmiyeta zarokan û hemî çêjikên jiyanbijan e. Ava binê axên bixwînkirî ye evîn û...

Bi yek gotinê ve: Xoşî û şahiya jiyana bêdadî, bes evîn e...

Eger evîna me Kurdan bi heqqen hatiba jiyandin, yanê em nebûna civakeke para xwe ji evînê hatiye qutkirin; niha em di bin destê xiraptirîn dewletên cîhanê de nebûn, niha bi deh hezaran keç û xortên me bi rêya şerê eşîrî û doza namûsê nehatibûn kuştin, niha bi sedan keç û xortên me di nav şerên navxweyî yên rêxistinên me de nehatibûn ziyankirin, niha bi sedan zarokên me di kolanan de mezintirîn karesate mirovahiyê nedijiyan, nedibûn maxdûr û mazlûmên bejin biçûk yên dagirkeriyê.

Me evîna xwe ew qas da ber birrekên neyaran ku ew peyva şirîn û jidil ya Kurdiya me ya xweşawaz „heval“ jî bû peyveke cemidî, çêkirî û vala... Heyîf...

“...Heval kêmasiyan neke. Heval were ser xwe. Heval ev kiryara te şaş e. Heval tu çima xeta me ya rast xirav dikî? Heval di demek kin de xwe ji çav re derbas bike, nekî wê ji bo te nebaş be. Heval ez dê te bikûjim...“

Bifikirin ku ew kesên di nav şerekî herî giran û bê eman ya li dij dagirkeran de dikaribûn jidilî û bi daxwezî di dewsa hev û du de jiyana xwe bidin, xwe bikin sîberên jiyandina hevalên xwe, rojek ji rojan ji bilî van peyvên sar û kirêt, çi tiştek negotin

Ji te hez dikim Heval.

Min tu divê Heval.

Ez to ra hesken Heval.

Min tom xoşim ewê Hawrê.

Me ev gotin negotin, yan jî yên gotin ji rêxistinan hatin avêtin, bi teniya hatin hîştin, ceza bi wan hatin dayîn, ta hatin kuştin jî...

Me evîn kuşt, lê evîn daîm gunehê xwe bi me anî û bi halê xwe yê kuştî jî wê em dan jiyandin û hê jî bi siya vê hebûna birîndarkirî, hincirandî, bê dê û bav hîştî em dijîn...

Me rojek ji rojan negot, serê xwe rake û li min binihêrê, heval, hogir... Min tu eviya, qasî ku ji bo te bimrim ne... Qasî ku ji bo te bijîm min tu divê heval...“

Bi straneke hunermend Çopî ya delal dixwezim vê nivîsê tevav bikim. Xoşewîstekam, çit nav bênîm? Te dav danî hûnermenda delal, xwîşka hêja ya Kurdîniyê, te nav danî, nave herî pêdivî ya jibo Kurdistan`akam.

Evîn... Yanê Xoşewîstî... Yanê giyan û ezîziya hebûna mirovayetiyê. Xoşî û rojek ji rojan ronahiya serxwebûna Kurdistana me û dilşahiya Kurdistaniyan...

Evîn, Heskerdeyîş û Xoşewîstî, bi hezar caran...

[email protected]
5 Gulan 2008

Print 228 car hatiye xwandin

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.