http://zinarexamo.blogspot.com/
Bes e bi “biratiya“ derewan gelê xwe bixapînin!
Bes e bi “biratiya“ derewan gelê xwe bixapînin!
Li bajarê Sakaryayê bi sedan nîjadperest û faşîstên tirk dor li avahiya kurd têda bûn girtin û xwestin hemû kesên di hundur da bi qiç û pîlan ve lînc bikin, bikujin.
DTP-ê do li bajarê Sakaryayê xwest şeveke bi navê " şahiya kultur û huner, aştî û biratîyê" çêke. Lê tirkên nîjadperest tavilê êrîş birin ser wan û “şahiya biratiyê“ li wan kirin jahr. Tirkan careke din jî nîşan dan ku ew ne biratiyê, lê serê kurdan dixwazin. Lê çi mixabin ku “serokê gelê kurd“ û DTP dev ji sefseteya, derewa “biratiyê“ bernadin. Xelk bi girseyî êrîşî wan dikin, dixwazin wek gurên har wan ji hev zîfêl zîfêlî bikin, ew hîn jî dibêjin “aştî û biratî“ û nizanim çi ziqûm...
Divê DTP û PKK dev ji “biratiya“ derewan berde, tirk nabên birayê me. Tirk bi vê gotinê nerm nabin û mafên me nadin me.
Piştî destpêkirian şahiyê, li dora 400-500 nîjadperest û faşîstên tirk di destên wan da ala tirk dora bîneya şahî lê çêdibû digrin û dixwazin bi zor têkevin hundur û kesên di hundur da lînc bikin.
Kurd li dora 6 saetan di hundurê bînayê da mahsûr dimînin û jin û zarok gelek deqîyeyên zor û bi xof derbas dikin.
Di dema êrîşê da zilamekî 65 salî yê bi navê Ebubekir Kalkan krîza dil derbas dike û dimre.
Tixtor û ambûlans nayê, çimkî kurd di bin hesargê da ne.
Parlamenterê Ruhayê Îbrahîm Bîlîcî ku ew jî yek ji mîvanên şahiyê bûye dibêje:
“Bûyer organîzekiribû, hemwelatiyekî me yê 65 salî jiyana xwe wenda kir. Heger ev kes di nava nîv saetê da bigihîşta nexweşxaneyê ewê xelas bibûye. Me rewş ji emniyetê ra got. Lê berpirsiyaran gotin, dora bînayê hatiye girtin, em nikanin ambûlansê bînin. Gelkî dereng midaxale hate kirin. Ev ecêbeke mezin e. Faşîstan li vir 5 saet û nîvan bi rengekî bêqanûnî em êsîr girtin lê kesî midaxele nekir. Esas faşîst bi zanetî hatin organîzekirin. Li vir, di serî da walî û mudûrê emniyetê ji vê mirinê mesûl in.“
Li gor çapemenî dinivîse Waliyê Sakaryayê Huseyîn Atak di destpêka bûyerê da çûye ciyê bûyerê û 5 saet û nîvan li ber faşîstan geriyaya ji bo ku bi rehetî belav bibin.
Grûba faşîst jî 5-6 saetan li dijî PKK-ê û DTP-ê slogan avîtine û heqaretên mezin li wan û kurdan kirine. Û Walî û pûlisan jî kinbar kibar li wan temaşe kiriye, ji dêlî ku wan belav bikin, wan bigrin, bi saetan li ber wan geriyana.
Ma heger eynî tişt kurdan li hember partiyeke tirk kiribûya gelo walî û pûlis ewê li hember kurdan jî hewqasî bi tolerans û bînfireh hereket bikirana?
Bêguman na. Hîn do bû di pîrozkirinên Newrozê da ji ber ku zarokekî 13 salî kevireke avêtibû ji pûlisan da, 3-4 pûlis wek hovan ketin ser wî zarokê 13 salî û li ber qamerayan milê wî şikandin.
Yanî dema kurd be, ji bo avêtina kevirekî milê zarokan dişkînin. Lê dema tirk bin li ber wan digerin û yek kesî jî nagrin.
Li hember kurdan her babet êrîş û heqaret serbest e, tu tişt ne sûc e û cezayê wê jî tuneye. Hêzên nîjadperest û faşîstên tirk esas her tim li hember kurdan wek çete û çaqokêşên dewletê hatine bikaanîn. Dewlet dema hewce dibîne van hêzan li hember kurdan wek milîsên dewletê dajo ser kurdan. Yanî hêzên faşîst tu carî bi serê xwe hereket nakin.
Ev ne cara pêşî ye ku faşîst êrîşên wiha tînin ser kurdan. Rewş gelkî cidî ye, jiyana bi milyonan kurdî di tahlûkê da ye. Loma jî divê di zûtirîn wext da DTP û hêzên kurd yên din bi gilînameyekê serî li Neteweyên Yekbûyî bidin û parastina mal û canê kurdan jê bixwazin. Wekî din tu rê tuneye. Bi “şahiyên biratiyê“ tirk dev ji kurdan bernadin. Zûtirîn wext divê hemû rêxistinên kurdan bi hev ra gilînameyekê bidin Neteweyên Yekbûyî, rewşê raxin ber çavan û alîkariya jê bixwazin. Nuha çare ev e.
Maça Fenerbahçe-Galatasarayê û ala rengîn
Do li Stenbolê derby-ya di nabêna Fenerbahçe û Galatasaray da bû. Li gor çapemenî dinivîse, di maçê da alîgirên Galatasarayê kartonên “kesk, sor, zer û spî“ bilind kirin û stadyûma Alî Samî Yen ji nişka ve bi rengên kesk, sor, zer û spî yanî bi rengên “ala rengîn“ xemilî, wek ku meriv ala rengîn vegre ser satadyûma Alî Samî Yenê.
Tiştê balkêş, min bala xwe da gelek malper û rojnameyên tirkan, hemûyan jî bi zanetî bûyer belovacî kirine û wer nivîsîne. Ji dêlî ku bibêjin rengên “kesk, zor, zer û spî“ rengên “ala kurd“ in, gotine alîgirên Galatasarayê “rengên PKK-ê“ hildan. Yanî ji bo ku gotina “ala kurdî“ bikar neynin, bi zanetî dibêjin “rengên PKK-ê“.
Û baş dizanin ku Ocalan ala kurd li PKK-ê qedexe kiriye, PKK wek partî ala kurd qebûl nake, bi emrê Ocalan ji xwe ra potekî din çêkirine. P bi vê kirina xwe jî him zirareke mezin dane xwe û him jî dilê gelek kurdên welatparêz birîndar kirine. Lê tirk li gel vê jî rastiyê tahrîf dikin û dibêjin ala PKK-ê, rengên PKK-ê.
Ji ber ku mêrikan naxwazin tu semboleke me ya netewî di nava milet da belav bibe û were naskirin.
Nabêjin Kurdistana Federe, dibêjin “Bakurê Îraqê.“
Nabêjin Parlamentoya Kurd, dibêjin “Qaşo parlamentoya kurd.“
Nabêjin ala kurd, dibêjin “ala PKK-ê.“
Nabêjin Kurdistan, dibêjin “Başûrê Rojhilat“
Nabêjin nivîskarê kurd ya jî miletê kurd, dibêjin “nivîskarê bi koka xwe kurd û gelê başûrê rojhilat.“
Divê em kurd vê siyaseta tirkan ya nîjadperest bibînin û navê tiştan rast bibêjin.
28 april 2008
Upplagd av Zinarê Xamo kl. 22:50