بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 23 April 2008

GOTINÊN PÊŞÎYA - 16

Diyar AYDIN

316- Adar e dew li dar e, danê .
317- Adar e sibehê sar e danê, danê êvarê kûçik xwe davêjê sîya dîwar e.
318- Adar e sibehê sar e nîvro bihar e.

319- Adar gehişte biste edî xweşbû bax û bostan.
320- Adar ne bihar e, xox ne ddar e û qiz ne war e.
321- Adar e berf didê gûlîyên dar elê namînê hata êvarê.
322- Adar e tirok e, sibat e revok e.

323- Agir baş e lê her agir ne xweş e.
324- Agir berda kayê û xwe da ber bayê raş.
325- Agit bi serêmin ketîye, tu jî rûnê xwe li ser diqelînê (diqijrînê)
326- Agir dimirê di şûnede xwelî dimînê.
327- Agir bi mala yekî ket û go hey ev tir ji kêçer e nema.
328- Agir devêje devê xwe dibêjê hay jê nîn´im.
329- Agir kû pêkeve bîhna pîso jê nayê.

330- Agirê gûrr her kes destê xwe didê ber (ser)
331- Agirê dilan agirê sêlan e.
332- Agirê mala xwe bermede mala cîranê xwe.
333- Agirê şevê nêzîk xuya dikê.
334- Agirê xweş çêtire ji mahzûlvanê dil raş.
335- Agirê xweş agirê qurman e.

336- Ahên sêwîya ji zaliman re namîn ê.
337- Ahên vî destî namîn ê ji vî destîre.

338- Alim ji bî dikê lê qalem (pênîwîs) ji bîr nakê.
339- Alîyekî şîne, li alîyekî dîlane.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.