GOTINÊN PÊŞÎYA-14
Dîyar AYDÎN
267-Agir bi avê vedimirê.
268-Agir bike lê bê dû bike.
269-Agir bi darê hûr geş bike.
270-Agir xweşe lê xwelî jê çêdibê.
271-Agirê bîyanîyen mirov germ nakê.
272-Agir xemla zivistanêye.
273-Aş digerê qaraş pesnêxwe didê.
274-Aş dikê, Qaraş dixwê.
275-Apê Faris çi li vir, çi li ber garis.
276-Apê xidire her ro li vir e.
277-Aşê dînan bê av digerê.
278-Aşê nazanan xwedê digerînê.
279- Aşvan(Qaraş) tu carî poşman nabê.
280- Aş kû xirab bê arvan nahêrê.
281-Ava bin kayê deng jê nayê.
282Ava dîna ber bi jor ve diçê.
283- Av go herıkî coya xwe çêdikê.
284- Ava gola bîhnoke.
285-Ava bi deng bê jê metirse.
286-Ava giran bê ecêbê giran jê tê.
287-Avê kû da serê mirov çi bostêk, çi çar tilî.
288-Ava ser berûyê wekî zavê bi dilê xesûyê bê.
289- Ava xortan ber bi jor vedimeşê.
290-Avê bîne ji mesîlen, qîzê bîne ji esîlen.
291- Baş be û ne belaş be.
292-Baç li me nagerin, lê pîs jî, ji me nagerin.
293-Bav ber bi zarokeve diçê, zarok ber bi çîyave diçê.
294-Bav çawa ye kur jî wisa ye.
195- Bav di karê bîst zarokan xwedî bikê lê bist zarok nikarin bavekî xwedî bikin.....