بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir_E on 10 August 2010

Heman dem li gel salvegera derxistina yekemîn rojnameya Kurdî li 22 nîsana sala 1898, bi navê Serokayetiya Herêma Kurdistanê, biryara vekirina malperekî înternetî û hilgirê navnîşanekî serekî ji bo çalakiyên Serokayetiyê hate dayîn kû têda helwest û boçûnê fermiyên Serokayetiyê bête pêşkêş kirin. Li heman demî de dibête hoy û sedema rewşa bi hevdû gihiştineke bi berdewamî li navbera Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Kurdistanê de bête dirûstkirin. Her wiha li gel wî gelê Kurdistaniyên li derveyî welat de, her wiha ji bo girîngî dayîna peywendî li gel hemwelatiyên Iraqî û hemû ew aliyên kû girîngî bi meseleya Kurdistanî û Iraqiyan didin.

Ev malper hewla wê yekê dide kû wêneyekî rasteqînî li ser pêvajoya siyasî, aborî û komelayetî bide...htd Her wiha hewldanên komkirina hemû ew rastiyên kû berevajî bi amarî di derbarê pêvajoya fêrkirin û perwerde û tendirûstî û bazirganî û jînge û yasayî li Kurdistan û Iraqê de bidîn.

Hemû ew zanyariyên kû li ser malperê, ji bo lêkolînvan bikaribin bigihîn zanyarî û amara dirûst û ji bo sûd jê werbigrin û li lêkolînên xwe de bikarbînin wê bête belavkirin.

Daxwaza me ewe kû ji bo hemû gelên cîhanê dengê Serokayetiyê û Herêma Kurdistanê bigihînin. Ji bo wê yekê jî ev malper wê bi zimanên cûda cûda weşana xwe bike. Li pêşerojê de ji bo gelên hevsû jî bikaribin sûn jê werbigrin emê li vê malperê de giringiyê bi zimanên Farisî û Tirkî jî bidin her wiha li gel bikaranîna Kurmancî ya bi pîtên latînî.

Yek ji armancê dinên vê malperê eweye kû bi awayekî eşkere, rewşeke nêzîkbûnê li gel cîhana derve dirûst bike, bi taybetî li gel rojnamevan, siyasetmedar û hemû ew aliyên biyaniyên kû girîngî bi Kurd û Kurdistanê didin.

Ji bo wergirtina hemû pirs û rayên wan kes û aliyên ku kar li ser meseleya Kurdistan û Iraqê de dikin navnîşana elektroniya Dîwana Serokayetiyê hatiye avakirin.

Ji bo vê yekê jî pîrozbahiyekî germ li rojnamevaniya Kurdî dikîn li vê salvegera li dayikbûnê de, û pîrozbahî li gelê Kurdistan dikîn bi vekirina malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê.

Armanca me ya herî mezin xizmetkirina Kurd û Kurdistanê û prensîpên demokrasiyê ye.

Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma
Kurdistana Iraqê
22/4/2008