بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Yek jê damezirînera PKK’ê 3 jinên kurd li Parîsê hatin kuştin

Parîs (Rûdaw) - Li paytexta Franse Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz ,nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez jiyana xwe ji xwe ji dest dan.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hin kesên nasnameya wan nediyar ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk anîn. Di encama êrîşê de siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin ku di êrîşê de çekên bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Tê diyarkirin ku gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Saeta êrîşê tam nayê zanîn. Nûçegihana rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya ragihand ku gava hevalên Fîdan Dogan bi saetan tu agahî jê negirtine, hatine ber deriyê avahiya buroyê û saet di 01.00 de li wir xwîn dîtine û derî şkandine, bi vî awayî ketine hundir.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Uler jî got: “Yek-du heval li ber derî xwîn dibînin. Derî dişkînin û dibînin ku 3 jin hatine înfazkirin.”

Ulker destnîşan kir ku buro li cihek qelebalix a bajêr e û got ku dibe ev komkujî 9’ê çileyê di navbera saet 18.00-19.00 de pêk hatibe. Ulker da znaîn ku ev êrîş gelek bi profesyonelî hatiye kirin.

FEYKA di daxuyaniyekê de bang li kurdên li Fransa dijîn kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan, dikandar dikanên xwe bigrin û li cihên xwe yên kar paçên reş bilind bikin. Herwiha bang li Kurdistaniyan hat kirin ku li ber avahiya Buroya Enformasyona Kurdistanê kom bibin. Herwiha FEYKA bang kir ku Kurdistaniyên li Ewrûpa dijîn li Parîsê kom bibin.

Lêkolînên polîsên Fransa li ber avaiya Buroya Enformasyona Kurdistanê didome. Hê ji aliyê polîsan ve daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.