بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Qamişlo: 2 kes hatin kuştin, 12 jî birîndar hene

Qamişlo: Di merasîma veşartina cenazeyê serkirdeyê Kurd Mîşeel Temo de îro li bajarê Qamişlo 2 hevwelatî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin kuştin. Hat zanîn ku yek jê zarok nêzîka 12 kesan jî hatine birîndar kirin.

Li gor agahiyên dest Rûdawê ketine, bi hezaran hevwelatî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Mîşeel Temo bûne û di navbera wan û hêzên ewlekariya Sûriyê de şer û pevçûn derketiye. Di şer û pevçûnan de hêzên Sûriyê bombeyên rondikrêj bikaranîne û xwestine hevwelatiyan belav bikin.

Di encama van şer û pevçûnan de 2 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Beşar Esed ve hatine kuştin û yek jê zarok nêzîka 12 kesan jî birîndar bûn. Li gor agahiyan heta niha jî xwepêşandan berdewam in û rewş ber bi aloziyê ve diçe.

Navên sê hevwelatiyên Kurd ên ku îro li Qamişlo bi destê hêzên ewlekariyê hatine birîndar kirin jî eşkere bûn. Navê wan wiha ne: Smaîl Ebdulezîz, Mihemed Fewaz û Fehed Cuma.

Li gor hinek jêderên din ên ku bi televizyona El-Cezîre re axifîne, jimara kuştiyan gehiştiye 5 kesan û eger heye ku zêdetir jî bin. Herwiha dibên gelek kes jî hatine girtin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/9508.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.