Mala zimanê me yê wêran – 4 | Bedran Ehmed Hebîb
Zimanê xwendewariya kurdî, rojane peyvên nû lê peyda dibin bêyî ku navendek biryarder hay jê hebe. Piraniya peyvên ku nû tên çêkirin, li ser bingeha çewt peyda dibin. Wek min got, navenda biryarder nîne, her kes li mala xwe peyvan çêdike û şarweşêniya wan dike, “şarweşênî(bazarkarî): tiswîq” e. Kîjan ji wana ji hemûyan çewtir e, ew xwe ferz dike û wê dibe mala xwe. Yek ji wan peyvên ku bi çewtî peyda bûye û bi cih bûye “zanko” ye. Ka em ji Zankoyê dest pê bikin ku diviya profesorên zimanê kurdî, navê wê dezgehê, bi xwe çêkiribana.
Zanko ji zan+ko hatiye çêkirin. “Ko” xuya ye çi ye, wek: gillko, paşko “paşkoy esp”, nawko. Nawko, yanê tiştê ku gelek kes tê de hevbeş in. Divê “ko” ya zanîngeha armanc jê komkirin yan kombûn be. Gillko jî her wiha ye. Paşko reng e ji “paş+k+o”hatibe. “Paşk” xuya ye ku pişt e, “o” di vir de bo biçûkkirinê ye. Em ji armanca xwe zêde dûr nekevin. Pirsiyar di “ko” de nîne, pirsiyar di “zan” ê de ye. Zan wek xuya ye koka raderê (mastar) ye, koka zanîn “î” pê ve nemaye. Yê ku vê peyvê çêkiriye, biçûktirîn şarezayî nebûye di zimanê kurdî de, koka raderê tenê paşgir werdigire, “ko” ne paştir e yan peyv e, letepeyv(let: parçe) e.
Bo “cami’e” peyvên gelekî baştir û guncawtir hene, zanistge çi kêmasiyek nîne li şûna zankoya çewt . Eger em bê “t” binivîsin baştir e jî. Koka raderê zanistin, zanistin yanê zanîn di kelhûrî de dibe zanis, zanis paşgirê “ge” pê ve bizeliqîne dibe zanisge. Kelhur û her weha Germiyanî jî li şûna zanîm dibêjin zanistim. Her weha mirov dikare bêje, “zanyar” li beramber “talib”a erebî. Qutabiyê zanîngehê “Talib el’alim” e. Min pêştir got di pirsa “Kiryar” de, hindek car ev peyv “isim fa’il û isim mehfûl” in di heman demê de. Zanyar zanîn e wek di navê “korî zanyarî kurd: al cami’e el ‘ilmî alkurdî” de û “isim mehfûl” e, “zanyar” bi wateya qutabî “talib” jî navê kiryar e “isim fa’il”. Ka ez piçekî zêdetir ronî bixim ser pirsê: Pirsiyar, biryar, nasyar, ev navê berkir in. Cutyar, danyar, kiryar, ev navê kiryar in. Hinek jî hene, herdûyan werdigirin, wek : kiryar, zanyar. Evên dawîn “isim fa’il û isim mefhûl” in di heman demê de. (têbînî: kiryar heye û kirryar jî heye, yek ji wana “r” ya wê sivik e, r’ya din giran e, bila têkel nebin.”
Xwêndkar, şaşiyeke aşkere ye, kirêkar û deskar û pêşkar ji “Kirê, des û pêş” digel paşgirê “kar” pêk hatine. Min got wateya paşgir nîne, lê paşkirê “ker û kar” paşgirên temam nînin, rola paşgir dibînin. Ji “kirdin” ê hatine ku peyv e. “Ker” jî rola paşgir dibîne wek di “nanker” de.
“Xwênd” bê mane ye, nikare kar werbigire. “Xwêndinkar” bûya herçende çewt e jî, lê dê her maneyek bidaya. Kurdan li şûna “mute’lim” peyva xwêndewar bi kar anîne, xwêndekar dê rastir bûya. Baştir e em bêjin zanyar (talibê erebî). Ji mamostayê seretayiyê re tê gotin “Fêrkar” ku ew jî çewt e. “Fêr” bê mane ye, fêrekar temam e, fêre jî, lê bo mamosta, nabe. Fêrxwazî jî çewt e û çi maneyeke wê nîne. Xwazî çi? Fêr. Lê fêr çiye? Hîç. Bo “mi’lim” ê seretayî yan her “mi’lim”ekî din, mamosta baş e. Kêşe bo jinan e ku mirov jê re bêje mam, nabe bêjin “pûrwesta”. Belê bila mamosta be wek hatiye. Bo “muderis” derswêj û dersbêj baş e.
Ji bo “elcam’e el Erabiye” , berê di kitêba xwendinê de dihate nivîsin “zankoy erebî” ku bi rastî cihê pêkenînê bû. Niha kurdên bakur peyva “komkar” çêkirine ku çewt e. Di “kom+kar” de, kom yanê “ko”, kar jî wek me berê jî got, nîvepaşgir e. Peyva komkar tê maneyê karê pêkve. “ Cam’e” ewê ku kom dike ye, komkerê ereban e. Eger armanc jê karê pevre bûya, hewce nedikir em xwe biwestînin, “zibarey erebî”, “herwezey erebî” baştir bûn. Ji bilî wê çendê, kom maneyeke din jî heye ku nexweş e. Ez “kowend, kobend” pêşniyar dikim, deqûdeq wateya mebest dide.
Bo “elkime el erabiye” toqelana (lûtke) erebî gelekî baş e. Bo “el cami’ie” komele gelekî baş e, ji mêjê ve jî heye. Bo “muctema”, kurmanciya jorîn dibêje civak, kurmanciya jêrîn dibêje komelge. Herdu jî baş in, lê bila civak bo “muctema” bimîne, komelge bo “mucema” guncawtir e. Civat: meclis, deqûteq armanca me dide. Berê di gundan de me digot cimat, cimat her civat e, bavê min digot “bi cimat niwêjman kir (me bi cimat nimêj kir)”.
Pîtandin bo “texsîb” tê bikaranîn, pît jî bo “Xisûbe”. Pît ji “zewîy be pît” hatiye ku bo zeviyên bo çandiniyê gelekî guncaw bin, tê gotin. Pîtandina (meyandin) yoranyomê bo “texsîb el yuranyum” temam e. Li şûna “bepîtkirdin” gotiye “pîtandin”, baş kiriye. Erebandin “terîb”, kurdandin “tekrîd” gelekî baş in, di beyta kurdî de hatiye: “Xwa(xweda) deka û dekrênê”, kirandin “xelq” e. “Mirandin” jî heye. Heta vir temam e lê pîtandin bo “telqîh” nabe ku tê bikaranîn.
Mêşêhingiv û pebûle (perperok) “telqîh”ê gulan dikin, lewra dibêjin “gul pişkut” yanê “telqîh”(bergirtin) bû. Bo “telqîh istînahî” “despişkêw” baş e. Îş bi dest e ne ku deskir, deskir bo alavan e. Bi dest jî nebe, amêrek cihê destî girtiye.
Dibêjin zimanê zigmak, ku şaş e. Wek me berê jî got, mak dayîk e. Zig jî sik (zik). Heye ku nexweşiya zigmak be û pêş zayîna mirovî, di laşê dayîkê de nexweşiyek wergirtibe. Lê kes di zikê dayîkê xwe de fêrî ziman nabe. Dûr nîne kesek ji dayen yan zirdayîka xwe fêrî zimanî bibe, yanê bi bê zik, “zimanê dayîkê” bes e.
Carekê min xwest gotina “cigerekêşan qedexeye” biguherim bi tiştekî guncawtir. Berî her tiştî merc nîne tenê cigere bê kêşan, pîpo jî heye, nêrgele jî heye, herdu jî dûkel dikin. Li Silêmaniyê dibêjin “mijêkî le cigerekey da”, li Hewlêrê kesek cigere ji kesên din werbigire dibêjin “lamij”. Kar mijîn e lê reng e bi bi tiştekî din tê bigihin lewra min nivîsand “Kêşan nîye”, min xwe ji qedexe jî dizî. Erê “qedexe” çiye? Kes nizane. Katjimêr amêrê kat jimartin e, çaxê ku tu bêjî “seat sê dêm” yan bêje “du seatman pê deçê”, di vir de cihê katjimêr’ê nabe. Ereb bo watch û bo hour her “sa’et” dibêjin. Kurdan jî jê re yek peyv daniye. Di Kurmancî de katjimêr kirine demjimêr, ew jî çewt e. Bi ya min seat çi xirabiyek nîne, kurd “sat” jî dibêjin ku her seat e lê sat bo axavtina kurdî xweştir e.
Arayişt farsî ye, kurdî “xeml, xemlandin, xemlîn, xemla xo çê ke” dibêjin. Qasî ku di bîra min de maye, Pîremêrd dibêje, “xemlîwe xakî wetenim.” Xemlge baştir e ji arayişge. Padaşt farsî ye. Eger armanc jê “sewab” be, kurd dibêjin xwedê “çakiyê” bide de, eger armanc jê destheqê karekî nivîsîn yan hunerî be, gotina “serqelemane” ya meleyan gelekî baş e bo wê çendê. Serqelemane ji sereqelem gelekî cuda ye, sereqelemane ew e, tu heqê kesekî ku bi nivîsîn yan bi huner karekî kiriye , didî. Sereqelem “roûs aqlem” e, tê maneya serinc û têbiniyên biçûk yên bo bibîranînê.
Wek me pêştir jî nivîsandibû, bo “ silbî û îcabî”, erênî û nerênî gelekî baş in. Bo “musbet û nefî” me erê û nerê bi kar anî. Ez bo cewserê “mûcib û salib” di elektîrîkê de, “germik û sardik” pêşniyar dikim.
Jimêryar çewt e, divê jimaryar be. Koka raderê jimardin “jimar” e ne ku “jimêr”. “jimêre” heye. Şivanek dibêje: “Be roj deskeney dirk û dal (strî û giyayê hişk) dikim, be şew jimêrey xet û xal dikim”. Jimêre bo jimêrey daniştvan gelekî xweş e. Eger tu bixwazî “jmêre” navê kiryar çêbike, jimêryar nabe, divê bêje “bijmêr”. Bo “behr” zerya baştir e ji deryayê. Zerya kurdiya petî ye. Di nivîsîna kurdî de ji “behîre”yê re dibêjin deryaçe. Mela Cemîl Rojbiyanî peyva “ziriye” bo “behîre” bi kar aniye. Di bajaroka Merîwanê de “zirêbar, zirêwar” heye. Zirêbar yanê deryaçe. Zirêbar yan zirêwar baştir e ji deryaçe, zirêwar hemû deryaçeyan li xwe digire û gelekî xweş û rast e.
Ji bo ku di zimanê kurdî de peyvên kevin vejînin, yek ji rêyên wê çendê ew e ku navê gun û cihan werbigirin ku hindek ji wana bo peyvên tazebabet gelekî guncaw û baş in. Yek ji wan peyvan “duwîn” e ku ez bi nimûne tînim. Kurd di navlênana cihan de gelekî jîr bûne. “Duwîn” gundeke li quntara çiyayê Sefîn e, cihê bav û bapîrên Selahadînî Eyûbî bûye. Ka em destpêkê piçekî li ser dîrokê biaxivin, dê kêrî me bê:
“Sersam” di dema xwe de gotineke “mentiqî” dikir ku digot “debê binemaley Eyûbî le Duwînî nêzîk Hewlêrewe çûbin nek le duwînêkî zor dûrewe”. Digot “ lew koçe da eger bi dew(kenar) zêyî gewre da şor bibînew ta degey be hewarî nwê, koçêkî asan dekey, Hewlêr û Tikrît le yekewe nêzîkin”. Axavtina Sersam ev e. Navbangiya wê binemalê “binemala eyûbî” gihiştiye karbidestên wê demê yê Bexdayê û gazî wan kirine û erk pê spardine li Tikrîtê. Lê mêjûnûs amaje bi “duwîn”ekî din dikin ku li hêla sinorê Azerbaycana wê demê ye, goya zêda bav û bapîrên binemala eyûbiyan bûye ku dinivîsin “duvîn” ne ku “duwîn”. Ev girêya kor dê çawa bê vekirin? Bo maweyek, bav û bapîrên Selahedîn di “Duvîn” de fermanrewa bûn, mêjû wiha dibêje. Piştî jidestçûna fermanrewayiyê, koçî nêzîkî Hewlêrê kirine, gundek ava kirine û navê gundê xwe yê xweşik kirine “duvîn”. Duvîn di axaftina kurmanciya jêrîn de dibe duwîn. Karekî asayî ye biçi bo cihek û navê avahiyeke xwe ya berê li avahiyeke nû bike. Li Kurdistanê rewş û lavlênanên bi vî rengî gelek in. Di herçar parçeyên Kurdistanê de nav dubare dibin. Duwîn yek ji wana ye. Ez biçim cihekî din yê dinyayê û derfeta min hebe cihek ava bikim yan navê cihekî biguherim, ezê navê gundê xwe lê bikim “dûşîwan”.
Sersam û “kabra” herdu jî li ser rast bûn lê kurdan biryar daye her xwe rast bin û guh li kesî negirin.
Bav û bapîrên Selahadîn xelkê herdu Duwîn in, herdu Duwîn jî Kurdistan in. Duvîn ji mêj e kor bûye, reng e ew şun niha li Kurdistanê jî nemabe lê Duwîn avadan e û Kurdistan e. Peyva Duwîn wek “duayîn” a devoka Silêmaniyê ye. Bi badînanî dibêjin: “Li dûv min were” yanê li (dû) pey min were. “Dûvik” di kurmanciy jorîn de “kilk” e, yanê kotayî, bi zimanê baw (moda) yê nivîsîna kurdî. Yanê Duvîn û Duwîn tên maneyê “Duwaîn”. “Duwîn” peyveke libar e bo “nihaye”. Mirov dikare bêje “duwînî dîrok yan dûvîna dîrokê: nihaye el tarîx”. Di kurmanciya jorîn de, navîn heye. Dûvîn yan duwîn, du peyvên gelekî baş in û divê di nivîsîna kurdî de bên bikaranîn.
Bo nihayet jî her dibêjin “kotayî” lê têk çûye, awayê rast “kota” ye. Kurd dibêjin:”Kota bew kare bêne, destim lêtan kota nabê, bekota hatim, be kota bû” ne ku kotayî pê hat. Bikotayîhatin nabe, bikotahatin rast e. Eger em awayê wê yê rast bi kar bînin, bo kurmanciya jorîn jî xweş e. Bi axaftina kurmanciya jorîn bêje “bikotahatina karê me” gelekî hêsan e lê “kotayî pê hatina .. “ zehmet e. Zimanê kurdî sebaret bi wê peyvsaziya di herrdu kurmanciyên jorîn û jêrîn de bi têkçûyî tê kirin, ewqas nemaye ku bibe bi duziman. Hacî Qadirî Koyî dibêje: “Zimanê kurdî belav nebû, gird(mezin, gir, kom) bû, vaye di navbêna me de ji nav çû.”. Di dawiya jiyana Hacî Qadir de naverasta sedsala 19ê de, xwendewarê serdema nû peyda bû, divê armanca Hacî ew serdem be ku di zimanê kurdî de têkçûn dest pê kir. Sedan sal berê, pirsa têgihiştin û hevdûfêmkirinê di navbera koçberên deverên cuda de kêmtir bû ji ya di navbera xwendewarên sedsala bîstem de.
Nimûneyeke din, melayekî hewlêrî yê bi navê mela Cercîsî, berî 250 sal berê li hêla Mîrana Amêdiyê jiyaye, derbarê qesîdeyeke Melayê Cizîrî kitêbek daniye. Bêşik divê şarezayiya Mela Cercîs ya di kurmanciya jorîn de têra wê çendê kiribe kitêbek li ser wê çendê dayne.
Peyva welat xuya ye, wil+paşgirê “at” e. Wil şun e yan kun e, warê jiyan û niştecihbûn e. Bi paşgirê “at” ê bûye wilat, wilat niha nîştiman e. Bêşik divê pêşgir bo war û devereke biçûktir bi kar hatibe. Wil paşgirê “eke” biçe ser dibe Wilke”. Turk ji wilat re dibêjin “ulke”. Tu guman nîne ev peyv kurdî ye. Ne ku her paşgirê “eke” heya bigire “ul” jî kurdiyeke petî ye. “Destek” jî ku di turkî de bo “yarmetî(alîkarî)” tê bikaranîn her kurdî ye, dest digel paşgirê “ek” de. Keşkol ku fars, turk û ereb jî bi kar tînin û niha navê kovareke erebî ye. Kej+kol, herdu peyv di kurdiya niha de hene. “Kejkol” berê heman kelopiştê niha bûye. Hegbeyek ji kej û kêwan,“kejkolî derwêşî”. Tu gelek bi qasî kurdan xwedî derwêş nebûye, divê peyv jî dahênana xwe be. Her li ser “kol” jî, “koldanewe” di kurdî de tê maneyê mandûbûn (westan), “kolî da” yanê mandû bû. Ev tam tê maneya “musaweme” ku di nivîsîna kurdî de “saziş” a farsî tê bikaranîn.
Di zimanê nivîsîna kurdî de “ast” bo “mustewe” ya erebê tê bikaranîn, ev çewt e. Dibêjin “ew şite le çi astêk daye?”. Di bingehê de ast “îtîcah” e, wek li “ast min da karî wa meke. Bew aste da mero”. Bo “mustewe” “rêkar” baş e, rêkar “rêk+ar” wek binar. Binar ji “bin+ar” çêbûye, “bin” binê her tiştekî ye bi awayê giştî, lê binar yanê binê ban û bilindahî. Rêkar mistewa ye û rûkar jî bo “îtîcah” baş e, wek ast e.
Di erebî de ji “pêşû” re dibêjin “Sabiq” û ji pêş pêşû re dibêjin “esbaq”. Min çend sal berê bo “esbaq” ê “pêşûtir” bi kar anî ku bo wê armancê gelekî libar e. Lê ragihandina Kurdistanê şêwand û niha bo hemû “pêşûêk” dibêjin pêşûtir, pêşûtir cihê pêşû girtiye.
Peyveke din “aştewayî” (bi erebî mualehe ye) ye ku cara yekê min anî nav rojnamevaniyê lê ew jî hate têkbirin û niha li şûna aştiyê tê bi karanîn. Aştî yanê “selam”, aştewayî yanê “musalehe”. Kurdên bakur peyva aştî wergirtiye û kirine aşîtî, ev çewt e. Gelo hûn dizanin çima kirine aşîtî? Çaxê ku bi pîtî latînî dinivîsin “aştî”, tîpa “i” dixin nêv du tîpên “ş” û “t”: aşitî. Divê ew bizroke (i) bê rakirin ta bibe aştî. Çewtiya nezanek bi sed zanayan nayê rastkirin.
Ehmedê Mirazê kurdekî sovyetî ye ku ji mêj e koça dawîn kiriye, jînameya xwe nivîsandiye bi navnîşa “bîranînêd min”, Mela Şukur wergerandiye ser rênûsa kurdî û li Dezgeha Arasê wek kitêb çap bû. Ehmed di serdema şerê yekê de genc bûye. Bi zimanê dawiya sedseala 19ê û destpêka 20ê, li navçeya sinorê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, nivîsandiye. Kek Ehmed gelek peyvên petî (resen) bi kar anîne ku yek ji wana “bêwan” e. Dibêje “eşîra hêla din, tim pelamerî (êrîşî) gundê me dida, talan û kuştar dikir”. Dibêje “Xelkê gundê me jî bêwan bûn, yanê bê çek û bê desthilat bûn.” Di erebî de jê re dibêjin “a’zel”. Di kurdiya îro de dinivîsinin “bê dîfax” ku qet ne xweş e. “Bêwan” bi rastî peyveke nazdar e. Di axaftina silêmanî de “bêwey” heye. Bêwey tê maneya “berî’a” ya erebî. Min gelek caran ji xwe pirsiye, gelo bêwey çiye? Di kurdiya kevin de wey çiye? “Bêwey” û “bêwan” koka wan eynî ye. Herdu jî tên wateya xelkê “musalim”. Berê zimanê kurdî yek bûye.
Werger: ed (AKnews)