بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Kurdistana Bakûr struktura demografîk | Osman Aydin

Lemond Kurdî - Struktura demografîk, nexşeya civakî ya ‘gen’ên civakekê ye. Têgihiştina struktura civakî ya civakekê, ku li erdnîgarîyeke diyarkirî dijî, bi daneyên rêk û pêk ên demografîk û bi nirxandina rast a van daneyan mumkun e. Daneyên demografîk pêşandina hemû taybetmendîyên mirovan e û ya herî girîng jî karakter û tevgerên gelheyî yên li cografyayekê ne. Di çarçoveya vê gotarê de ev mijar dê werin nirxandin.

I - Gelhe û karaktera gelheyî ya Kurdistana Bakur

Encamên fermî yên serjimarîya dawî ya li wan 24 bajaran (**), ku kurd lê dijîn û li erdnîgarîyeke blok cih digirin (anku cîranên hev in) weha ne:

1985 11.129.594
1990 12.036.243
2000 14.388.784
2010 14.931.904

Li dû van encaman, gelheyên di navbera salên 2000 û 2010ê de zêdebûneke gelek kêm tê dîtin. Ev ne rewşek e, ku rastîyê nîşan dide. Sedema sereke ya vê ferqê ew koç e, ku li vê herêmê rû daye. A duyemîn jî, ji ber ku serjimarîya duyemîn (a sala 2010ê) li ser esasê îqametgehê hatibû li dar xistin, encam nêzîkî rastîyê nînin. Sedema sêyemîn jî, ji ber ku hêza lêşkerî, ku ji herêmê hatiye vekişandin, di nav hejmarên dawîyê de cih nagirin û herweha çekdarên hêza leşkerî, ku hîna li herêmê ne, li ser îqametgehên xwe yên li bajarên jê tên hatine nivîsîn. Heger trenda asayî û zêdebûna gelheyê ya li herêmê werin nirxandin, diviyabû ku gelheya herêmê bibûya 16.400.000.

Jibo xwendina tawaya gotarê: http://www.lemonde-kurdi.com

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.