بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kurd xelatkirina Erdogan li Elmanyayê protesto dikin

Kurdên li Elmanyayê ji dayina xelateke rêzgirtinê ya elmanî ji bo serokwezîrê Tirkiyê Recep Erdogan ne razî ne. Dora 2000 Kurd wê roja şemiyê li bajarê Bochumê li dijî xelatkirina Erdogan protesto bikin. Komaleyên Kurdan xelatkirina Erdogan wek karekî ku "nayê qebûl kirin" bi nav kir.

Ji bo hewildanên wî ji bo guhertineke demoqrat li Tirkiyê wê Recep Tayip Erdogan şemiyê li Bochumê xelata "Steiger Award" bistîne. Rawêjkarê elmanî yê berê Gerhard Schröder wê axavtina li ser Erdogan û xebata wî pêşkêş bike. Serokwezîrê Tirkiyê wê vê xelata ku ji bo tesamuh, mirovayetî û pêkvejiyana Ewropayên tê dayin, di beşê Ewropayê de bistîne.

Yekkom, Komkar û cendîn Komaleyên Kurd û Ermenî biryara xelatkirina Erdogan protesto kirin û ew wek karekî ku "nayê qebûl kirin" bi nav kirin. Di daxuyaniyekê de KOMKAR Erdogan rexne kir û diyar kir ku ew mirovek e ku "tesamuh nekirina beramberî neteweyên ne tirk û ne musilman gewde dike".
Ji bo protestokirina xelatkirina Erdogan dora 2000 Kurd wê şemiyê li pêşiya ciyê ahenga xelatkirinê kombûneke protestokirinê li dar xin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/cihan/12190.html
Not: naveroka gotarê hindekî hatiye guhartin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.