Ji zimanê Qadir û Meryem çîroka topbaranê
Pişder: Qadir û hevsera wî Meryem dema ji bo koçeriyê çûbûn zozanan bi karê xwe yê rojane ve mijûl bûn, lê dengê çend topan ew rawestandin û veguhestin. Wan tenê karîn xwe û hinek ajalên xwe rizgar bikin. Niha Qadir di bin çadirekê de ye, bi xetên şîn navê UNHCR li ser hatiye nivîsandin û li benda arambûna rewşê ne.
Qadir Resûl (45) ji gundê Bestê yê girêdayî navçeya Jarawe ser bi qezaya Pişder e. Nêzîka 100 mîyên (mih) wî hene û ji bo çêrandina miyên xwe çûye zozanên Dêlke û Swêle. Ev zozan jî dikevin ser sinorê Herêma Kurdistan û Îranê.
Qadir çîroka wê rojê vedigêre ku topbaranên Îranê ew neçar kirin zozanan bicih bihêlin: “Dema şer dest pê kir saet 09.00 bû. Îranê bi giranî derdora mala me topbaran kir û me tenê karî mal û xêzana xwe rizgar bikin. Kesê ku em dîtibana, wê giriyê wî bi me bihata. Me tiştek ji nava malê dernexist û me hemû di mal de hêla.” Niha mala Qadir û 6 malên din li Pirda Heso ji xwe re çadir vedane û bi dilgiranî dibêje: “Ev çend roje em li vê derê ne û ti kes nabêje, mala we li kûderê ye.”
Qadir Resûl ji bilî dûrbîn û çifteya xwe hemû tiştên mala xwe, berhemên ji penîr û çend mî bi cih hêlaye, lê tenê di xema kewên xwe yên ku li wê derê bi cih hêlayî de ye û dibêje: “Ez ne di xema mala xwe de me, lê ez xwe gunehbar dibînim ku min kewên xwe di qefesê de hêlaye û wê demê ji ber topbaranê agehdariya min jê nema. Tenê min hinek dan û av li pêşiya wan daniye û ez di tirsim ji têhnan bi xeniqin. Ez çend caran ji bo anîna wan çûm, lê hevalên PJAKê rê nedan ku ez biçimê. Ji min re gotin, Îran li wan cihane û ger rê daban min, minê xwe ji bo anîna wan xistiban metirsiyê de.”
Dema hevsera wî Meryem Seyîd Ehmed dest bi gotinê kirî, hê jî axaftinên Qadir Resûl xilas nebûbûn. Meryem 41 saliye û dibêje: “Pasdarên Îranê bi ser baregehên gêrîlayên PJAKê de girtin û şer dest pê kir. Li aliyekê gûleyên Eceman di hatin me, li aliyekî din jî firoke û helîkopterên Îranê li ser me re di firiyan. Baş bû ti kes ne mirin, lê ji saet 09.00ê ta 18.00ê êvarê em li gel miyên xwe reviyan. Piştre jî min û keçeka xizma me rêya xwe winda kir û niha jî herdu piyên min bi bîrinin.”
Niha ajalên Meryemê wekî wê yekê ne ku ti berhemekê wan nebe: “Me berhemên xwe li zozanan hêla. Niha jî li vê derê şîrê ku em bi rojan ji miyên xwe di dûşîn, didin xelkê û em nikarin depo bikin. Xizmên me, cilûberg û tiştan ji me re tênin.” Meryem wiha pêdeçû: “Niha hêdî-hêdî miyên me di mirin û me nêzî 10 miyan jî li wê derê hêlane. Li vê derê cihê çêrandinê nîne.”
Qadir Resûl gotinên Meryemê birî û got: “Her tiştek di mala me ya li zozanan de heye û ez dixwazim gêrîla biçin bixwin, lê ne dagirkerên Îranê. Ji ber gêrîla kurd in û ji ber kurdîniyê Îran dest ji wan na berde. Gêrîla ji başiyê zêdetir ti tiştek din nedane me, herwiha berê jî berpirsekê wan hat gel min û got, agehdar bin, Îran û Tirkiye dixwazin Qendîl dagir bikin.”
Qadir di dawiyê de derbarê şerê gêrîlayên PJAKê de got: “Şerê ku ew dikin ti kes nikare bike. Îran derdora wan digre û ew çiya hemû dibin agir, dema top radiwestan, dest bi gûle berdana pasdaran dikin.”
Lê Qadir Resûl berê giliyên xwe dide hikûmetê û dibêje: “Hikûmet wekî pêwîst awirekê nade me, em niha li vê derê bê elektrîkin û em li hemû cîhanê geriyan me fanosek peyda nekir. Ji neçarî elentrîkek ya şarjê li gel me ye, em piştî xwarin xwarinê digirin û di tarîtiyê de dirûnin.” Qadir Resûl wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ger em bizanin wê ev topbaran berdewam bike, emê neçar bibin ku miyên xwe bi firoşin. Ji ber em nikarin bi vî awayî xwedî bikin.”