بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ji rêberê gelê Kurd bavê Şiyar re

Dilawerê ZENGÎ
Diyarî ji bo giyanê pêşewayê gelê Kurd nemir Bavê Şiyar re pêşkêş dikin û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim.
Ey mirin,
Ey mirina reş,
Ey mirina bê bext û ol,
Ey narevîna xiniz û sergerîn,
Ey feleka bê zik û pişt,
Bi pencên xwe yî rewrewkî,
Bi bejna xwe yî xapînok,
Te konê reş li ezmanê me vegirt,
Heyv ji ezmana hilweşand,
Stêr û Gelawêj te herifand..
Siyasetvan û rêberan rê winda kirin,
Rewşenbîr û zana nivîsên xwe çirandin
Ronakbîran pênûsên xwe şikandin
Bûk û zeriyan rondikên xwe barandin
Dê û bavan şîn gerandin
Zemîn hejî, perî govend gerandin
Li me hejaran serî gerandin
Şev reş û tarî, pişt li me şikandin
Ka rêberê me, ka ew qehreman
Zû ji nav me barkir gihaye kerwan
Kerwanê nemiran wa ye li rê ye
Hevalê Ismaîl rêberê rê ye,
Digel Zaza, Hemze û Osman,
Civînê deyne rêberê Kurdan,
bangê bide Tîrêj û Cegerxwîn,
Keleş û Bêbuhar, seydayê Namî,
Gel tev şiyar e, lê dil birîn in,
Ji çûna we tevan ew dilbixwîn in,
Heyfa li wê heyfê ko hîn bibînin,
Şûna şêran kund lê bixwînin.
Ey mirin
Rast e, te ew ji nav me bir,
Ji ber çavan te ew winda kir,
Lê bi sûnd, bi soz û peyman
Bi kêla ber serê pakrewanên Qamişlo
Bi gora pakrewanên sînema Amûdê
Bi Laleşa Nûranî..
Bi gora vî pakrewanî
Tê nikaribî bîrûbawerîyên wî
Raman û ramyariya wî
Ji hişê me derîne
Tê nikaribî hezkirina wî
Ji dil û canê me derxîne
Ey mirina bê bext û ol..

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.