بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hewlêr daxwaza rawestandina topbarana Îranê dike

Hewlêr: Îro di saet 10.00an de bi tevlîbûna çend rêxistinên civaka sivîl û hevwelatiyên Hewlêrê xwepêşandanek di bin navê Îran Raweste heya pêşiya Konsolxaneya Giştiya Îranê ya li Hewlêr hat sazkirin. Xwepêşanderan daxwaznameyek radestî konsolê giştî yê Îranê kirin.

Xwepêşandan bi destûra parêzgarê Hewlêrê hat sazkirin. Xwepêşandanê li pêşiya Parêzgeha Hewlêrê dest pê kir û heya pêşiya Konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê berdewam kir.

Piştî ku xwepêşander nêzî saetekê li ber avahiya Konsolxaneya Komara Îslamiya Îranê rawestan, ti berpirsekê konsolxaneyê nehat derve. Lê ji bo guftûgoyan ji aliyê konsolxaneyê ve daxwaz ji çend nûnerên xwepêşandanê hat kirin.

Di daxwaznameya ku xwepêşanderan pêşkêşî konsolxaneya Îranê kirin de wiha tê gotin: “Em daxwaz ji Komara Îslamiya Îranê dikin ku di nava 72 saetan de topbarana ser sinorê Herêma Kurdistanê rawestîne. Berevajî wê amadekarên vê kampaniyê bibin xwediyê helwestek cûda û wê di rojên bê de bi awayên cûda-cûda li dijî destdirêjiya Îranê çalakiyên xwe zêdetir bikin.”

Parlamenterê Fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Parlamentoya Kurdistanê Heme Seîd Heme Elî ragihand: “Pêwîste Parlamentoya Kurdistanê rûniştinek awarte li ser topbaranên ser sinor saz bike.”

Ev zêdetirî mehekê ye topxaneyên Komara Îslamiya Îranê navçeyên ser sinorê Herêma Kurdistanê topbaran dike, zerer û ziyana maddî û giyanî gihaye rûniştvanên li wan navçeyan jiyan dikin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/8155.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.