بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hesîp Kaplan(BDP) -Halîl Bakirci-Cemîl Çîçek: Sê kesên şoven û nîjadperest…

Hesîp Kaplan(BDP) -Halîl Bakirci-Cemîl Çîçek: Sê kesên şoven û nîjadperest…

Îbrahîm GUÇLU

Li dinyayê her pirsekê, 10-20 salan, zêdetir 30-40 salî domandiyê û pişt re çareser bûye, ji holê rabûye. Pirsgirêke mezin ya li dinyayê, pirsa sîstema sosyalîst û kapîtalîst-demokrat bû. Vê pirsê jî 70 salî domand. Di sala 1989-an de dawiya şerê sar hat û sîstema sosyalîst jî hilweşiya. Pişt re li dinyayê di çarçeweya navneteweyî de pirsgirêkeke nû dest pê kir.

Hezar mixabin pirsgirêke neteweya kurd û azadiya Kurdistanê 200 sal e, dom dike. Heger desthilatdariya M. Kemal û hevalên wî wek moment/peryod bê pejirandin, pirsa neteweya kurd di dîroka nêzik de 90 sal e, dom dike. Hîn jî li ser pirsa neteweya kurd ev minaqeşeyan dê dom bikin.

Minaqeşeyên li pirsa neteweya kurd carna resyonal û ilmî ne, carna jî îrresyonal û ne ilmî ne. Di van rojên dawî de jî li ser pirsa neteweya kurd, bîrûreyên xerîb, balkêş, şoventir û nîjadperesttir tên ser zimên.

Bi taybetî jî nerînên Hesîp Kaplan, Halîl Bakirci, Cemîl Çîçek di van rojên dawî de gelek balkêş bûn. Lewra ew sê kesan jî di nav kurdan û tirkan de xwediyê ciyekî û meqameke girîng in.

*****

Di van rojên dawî de Ertugrul Ozkok, di rojnameya Hurriyetê de nivîsek li ser qedera tirkan û kurdan nivîsand. Di nivîsê de bi giştî qal kir ku ji bona ku ew nerehetiya li Tirkiyeyê girêdayî “pirsa kurd” ji holê rabe, “em ne mecbur in ku bi hevûdu re bijîn. Em kurd û tirk dikarin ji hevûdu veqetin, tirk û kurd ji hevûdu cûda jiyane xwe rêdixin û organîze dikin.”

Armanca Ertugrul Ozkok erênî ye, an jî neyênî ye, ew pirseke din e.Em baş dizanin ku di sala 2005-an de dema Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ava bû, ev komeleya cûdaxwaz îlan kir û şibande komeleyên Balqenan yên cûdaxwaz. Lê Ertugrul Ozkokagahdariya wî wek marksîstekî kevn û lîberalekî nû yê otorîter ji mafên çarenivîsiya neteweyan, ji Prensîbên Wîlson û Lenîn heye. Li cem vê yekê jî, mirovekî rasyonal û realîst e.

Ertugrul Ozkok ji bona ku di çapemeniya tirk de xwediyê giraniyekê û ji aliyê din de ev nerîna ji wî nedihat payîn, nerîn û pêşniyarên wî bûn sedem ku li ser nerînên wî minaqeşeyên girîng û fireh pêk bên. Beşek nivîskar û rojnamevan ew bi nîjadperestî tewanbar kirin. Helwesta wî li dijî kurdan şirove kirin. Di esil de ew kesên Ertugrul Ozkok bi nîjadperestî tewan dikirin, şovenîst û nîjadperest in, dewleta unîter diparêzin û dixwazin ku ew statuya kolonyalîst û kolonî ya di navbeyna neteweya kurd û tirk de dom bike. Kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin û qasî neteweya tirk jî xwediyê maf nebin.

Miletên serdest jî, du miletên wekhev jî xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ne. Jiyanê û ceribandina miletan ya 20 salên dawî jî gelek aşkere diyar kir ku miletên serdest ji miletên bindest; miletên wekhevî bi hev re dijîn jî, dema xwestin dikarin ji hevûdu veqetin. Ceribandina Îsveç û Norveçê, Çekoslovakyayê û Yekîtiya Sovyetan, ji vê pêvajoyê re mînak in.

Li hemberî Ertuğrul Ozkok, refleks û tepkiya xerîb ji kurdekî hat. Ev jî refleksa Hesîp Kaplan bû. Hesîp Kaplan jî, li Antalyayê di civîneke giştî de Ertugrul Ozkok tewanbar kir û bi kurtî got ku “li Tirkiyeyê pirsa nayê minaqeşekirin yekîtî û hevbeşiya Tirkiyeyê ye. Ez naxwazim ku lawekî min li Şirnaxê û lawekî min jî li Edîrneyê bijî.”

Hesîp Kaplan bi vê helwest û nerîna xwe ji aliyekî de li dijî azadiya fikrî û minaqeşeyan mafê çarenivisî ya kurdan derket. Ji aliyê din de jî li dijî cudabûna kurdan ji tirkan, ji serxwebûn û azadiya Kurdistanê, ji mafê çarenivîsiya kurdan re derdiket.

Wê demê Hesîp Kaplan wek kurdekî ne, wek tirkekî nîjadperest û şovenîst helwest nîşan dida. Vê yekê helwesta Stalîn ya li Gurcîstanê û nerîna Lenîn di derbarê wî de anî bîra min. Wek tê zanîn neteweya gurcî demekê xwest ji Yekîtiya Sovyetan veqete û bibe dewleteke serbixwe. Ji bona vê jî dest bi serîhildeneke milî kir. Lenîn wê demê nexweş bû. Ji bona qanekirin û çareserkirina pirsa gurciyan Stalîn wezîfedar kir. Lewra Stalîn jî gurcî bû. Stalîn dema çû Gurcistanê, li wir qetlîamek pêk anî. Piştî vê qetlîamê Lenîn gelek eciz bû. Hezar mixabin ji bona nexweş bû, ji destê wî tiştek nehat. Bes wî Stalîn tewanbar kir û got: “Stalîn, wek gurciyekî, ji nîjadperest û şovenîstekî rus zêdetir nîjadperest û şovenîst e.”

Ez jî dibêjim, Hesîp Kaplan bi parastina dewleta unîter û yekîtiya Tirkiyeyê, statuya heyî diparêze. Dixwaze ku neteweya kurd serbixwe û azad nebe. Ji mafên neteweyî bê par be. Ew jî kurdek e. Wê demê mirov dikare bibêje ku “Hesîp Kaplan, ji tirkekî şovenîst û nîjadperest zêdetir şovenîst û nîjadperest e.”

Lê divê baş bê zanîn, Hesîp Kaplan kesekî xweser nîn e. Parlamenterê BDPê ye. Xwedêgirawî li parlamentoya tirkan, kurdan temsîl dike. Loma jî nerînên wî li Tirkiyeyê û bi taybetî jî di nav kurdan de deng veda û li cem beşek kurd jî şokê çê kir. BDPê dema ku Hesîp Kaplan ji partiyê dûr nexe, divê helwesta Hesîp Kaplan bi BDPê re bê girêdan. Heta nûha jî, ji BDPê deng derneket û di derheqê Hesîp Kaplan de rexneyek jî nehat kirin. Wusa xuya ye, BDPêyî, ji helwesta Hesîp Kaplanê şovenîst û nîjadperestê tirk gelek kêf xweş in.

Elbet divê em neheqiyê zêde li Hesîp Kaplan jî nekin. Hesîp Kaplan tu wext nebûye kurdperwerekî û di nav tevgera kurd de jî cih negirtiye. Ew endamê CHPê û CHPêparestek bû. Ew jî bi pereşûdê daket nav tevgera kurd. BDPê jî, dibêje “ez partiyeke kurd nîn im.” Dewleta unîter û yekîtiya Tirkiyeyê diparêzim.

Pirsa girîngtir ew e, serokê wan Ocalan, Kemalîstekî hêja û dijminê serokên Tevgera Millî yên Kurdistanê ye. Ew jî dibêje ku “mafê kurdan tune ye, li Kurdistanê bibin otonomî, federe û dewlet.”

*****

Halîl Bakirci, serokê şaradariya Rîzeyê û endamê Partiya AKê ye. Di van rojên buhurî de wî jî gorî xwe ji bona “pirsa kurd” çareseriyek dît û pêşkêşî reya giştî kir. Wî got ku “divê em kurdan re nebin xesim, divê em bibin xisim.” Ji bona vê yekê jî, “divê tirk bi keç û jinên kurdan re bizewicin.”

Halîl Bakirci, diyar e tirk jî nîn e. Ew kesekî ku nesil û nîjada xwe wendakiriye û di nav tirkan de heliyaye. Ew dixwaze ku nîjad û neteweya kurd bi riya zewacê ji holê rabe, kurd bibin tirk.

Ev nerîna Halîl Bakirci, nerîna fermî ya dewleta kolonyalîst e. Piştî M. Kemal û hevalên wan desthilatdariya siyasî û dewletê girtin destê xwe, hebûna neteweya kurd înkar kirin û hemû mafên neteweyî yên kurdan xesip kirin. Ji bona neteweyekî nû ya tirk ava bikin û kurdan bikin tirk, siyaseteke dewletî meşandin.

Ev helwesta, helwesteke nîjadperest e. Li dijî mafên neteweya kurd û mirovatiyê ye.
Partia AKê ji bona vê li hemberî helwesta serokê şaradariya Rîzeyê reaksîyoneke xurt nîşan da. Ji bona wî ji partiyê dûr bixin xebat dikin.

*****

Helwesta en dramatîk û xeter, helwesta cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek e. Cemîl Çîçek wek tê zanîn kesekî dewleta kûr e û di nav Partiya AKê de ye. Kesekî muhafazakâr e û demeke dirêj e ku parlamaentêr e. Wî her demê li hemberî kurdan siyaseteke xerab meşandiye. Di van demê dawî de jî girêdayî siyaseta AK Partiyê ketiye nav nermiyekê! Lê di van rojên dawî de, piştî ku bi Serokkomar re ji Nîjeryayê vegeriya, dîsa li hemberî kurdan jahra xwe ya şovenîst û nîjadperest rijand.

Dema ku ew bi serokkomar re li Nîjeryayê bû, xort û zarokên Nîjeryayî, ji wan re bi tirkî stran gotibûn. Ew jî tiştekî gelek xwezayî ye. Lewra tirkek jî, bi zimanê din stranan dibeje û dikare bibêje.

Cemîl Çîçek girêdayî ew strangotina zarokên Nîjeryayî bi tirki, got ku “me tirkî bi Nîjeryayîyan fêr kir, lê bi kurdan fêr nekir.”

Ew helwest û refleksa jî, helwest û refleksa dîrokî ya nîjadperest û şovenîst e. Ev helwesta Cemîl Çîçek derxist holê ku ew gufûgofên ji bona “pirs kurd” tên kirin ji bona xapandin û bi awayekî din tirkirina kurdan e.

Diyar e Cemîl çîçek hîn ji zimanê kurdî re rêz nagre û amade nîn e, kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Hebûna wan ji aliyê makezagonê de bê perjirandin.

Divê Cemîl Çîçek ji hikumetê dev berde. Partiya AKê helwesta xwe ya li hemberî şaredariya Rîzeyê, li hemberî Cemîl Çîçek jî nîşan bide.

Amed, 15. 07. 2010

([email protected])

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.