بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Em û zimanê me....!

‘Şerma mezin ew e ko mirov
nezanê xwendin û nivîsandina
zimanê xwe be’ Hawar

Miletê Kurd mîna her miletekî xwedî çande, tore, dîrok, folklor û ziman e. Xwedî şaristaniyek sipehî û kevnar e. Rolek pir mezin di şaristaniyên herêmê de lîstiye. Lê mexabin ji ber berjewendiya dukelên setemkar Kurdistan bûye çar perçe. Bi wê perçebûnê re daxwaz û xwestekên gelê Kurd jî hatine guherîn, çande û wêjeya wî jî hatiye talankirin. Herweha, ji dezgehên neteweyî, ji ya lêkolîn, lêgerîn û pêşxistina ziman, çande û hebûnên civakî û dîrokî hatiye bêparhiştin.
Ziman, ji destpêka danûstendinên civakî hatiye holê û hemû peywendiyên civakî li ser hîmê wî pêk tên.
“Ziman dilê jîndarê çandê ye, hîmê zanava neteweyî ye. Di nav sedsalan de, di nav jiyanê de, bi xebat, tevbûnî û tevkariya bi milyonan kesan çêbûye, dewlemendiya hiş, hest û nêrînên mirovan nîşan dide. Ziman dîdarê şehrezayî û bajarvaniya gelekî, neynika giyan û bîra wî ye. Sermayê wî yê dîrokî ye. Evîna zimên, di cihkî de, evîna gel e, evîna welêt e”. (K. Nezan, K. Hêvî, hej.1)
Îro li riwê gerdûnê, di navbera gelan de nêzîkî dused zimanî tê peyvandin. Ev ziman ji hev hatine cihêkirin û nav li wan hatine danîn.
Zimanê Kurdî di grûba zimanê Îranî de ye, ku ew jî şaxek ji zimanê Hindû-Awrupî ye, ku ji zimanê Kurdî, Farisî, Efxanî û Tacikî pêk tê. Weke ku tête gotin, ev ziman berê di nav kurdan de bi bîst zaravayan ve dihate peyvandin. Paşê di pêvajoya dîrokî de guherînên aborî û civakî ew daxistine çar zaravayan. Ango: Kurdmancî, Zazakî (Dumilkî), Soranî û Hewramî. Li gor hindek dîrokzanan tête gotin ku:Kurdan di xwendin û nivîsandinê de cara yekemîn tîpên Mîxî bikaranîne. Piştî ku xakê Kurdistanê ji aliyên ereban hate -bi navê misilmantiyê- dagîrkirin û hem berhemên rewşenbîrî û wêjeyî hatin şewtandin. Kurdan jê bi şûn de tîpên erebî bikaranîn.
Her çend Kurd demek dirêj di bin desthilatên sitemkar û zordar de bûne û ger çiqas karbidestên ku kurd bindest hiştine jî zimanê Kurdî gotinên xwe yên resen parastine, û bi qedexekirina xwe ve jî gelek kêm ketiye bin bandora zimanê ku Kurd bindesthiştine.
Di roja îroyîn de, û piştî talankirin û meşextkirina bi deh hezaran ji gund û bajarokên Kurdan, çi li Bakur û Başûr û çi li Rojava. Kurd ji koka jîna xwe ya civakî hate birîn, û dûrî xak, rewîşt, gerdiş û rabûn û rûniştina xwe ma. Bêdiro, di bin van nîr û rewşan de tuwê berî her tiştî kesayetiya xwe winda bikî. Kesayetiya gelan , nasnameya neteweyî ye. Hebûn û nebûn e. “Mercê heyînê a pêşîn ziman e”. Ziman nasnameya gelan e. Dijminê me bi hemû çekan şerê hebûna me dikin. Di eniya pêşîn de, şerê zimanê me dikin. Axaftin û nivîsandina bi zimanê bav û kalan qedexe ye. Bivênevê zimanê Kurdî di dijwariyê de ye. Zimanên fermî (tirkî, erebî, farisî), bi riya xwendegeh, dibistan, êzge û wêneguhêzan re derbasîbajarok û gundên me bûye. Koça gundiyên Kurd ber bi bajarên mezin, ên ku navendên çandên serdest in, ramyariya bêgidiya dukelên ku dest danîne ser welatê me û dixwazin bi hemû awayan rêç û şopa kurdîtiyê, çanda kurdî ji riwê erdê rakin. Veguhêriniyên ciyakî, dikin ku roj bi roj peyivandina kurdî di nav nifşên nû de paş ve biçe. Îro em ketine rewşeke wilo ku pirîcar hêzên welatparêzên kurd, rêxistin û tevgerên kurd di civînên xwe de, di nav hev de, bi erebî dipeyivin, bi erebî diramin û bi erebî dinivîsin. Bêguman şerê çandî pareke hîmiya şerê azadiyê ye. Ev şer ewê tenê bi alîkarî û hevkariya hemû welatiyên me, bi hemû kurdên dilsoz dikaribe serkeve.
Zimanzanê nemir Celadet Bedirxan dibêje:
“Ziman mercê heyînê a pêşîn e. Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zimanê Kurdî çê dibe. Yekîtiya zimanî bi yekîtiya tîpan dest pê dike”.(K.Hawarê).
Heya îro zimanê me bi sê elfabêyan belav dibe: Latînî, erebî û Kirîlî û di nav wan her siyan de cudayiyên rênivîsê pir in. Hebûna sê elfabêyan ji zimanê kurdî re, hebûna sê sînora ye. Reng e, ew jî bi rewşa gelê Kurd û welatê wan Kurdistanê ve girêdayî ye.
Zana û helbestvanê nemir Ehmedê Xanî dibêje:
(Vî zemanî herkes mîmarê dîwarê xwe ye).
Dîwarê me ji dijminan biparêze, ziman e. Ziman, kesayetiya wî miletî bi cî dike. Vêca, berî her tiştî divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. xwedîderketin ji rêber, zana û rewşenbîran tê xwestin. Ziman jî mîna heyberekî jîndar e. dijî, nesax dikeve û dimre. Hişk dibe û geş dibe. Heger em guh nedinê, û xwedî lê dernekevin, ji mavê zimanê me ye ku ew li welatparêziya me gilî bike. Di vî warî de zanayê mezin nemir Se’îd Norsî dibêje:
”Zimanê me yê ku di geşbûn û pêşveçûyînê de weke dara Tu be, bi qabilyet e ji bona ku weha hişk û perîşan, ji zimanê medeniyetê ku edebiyate dûr ma ye, wê li welatparêziya we gilî dike”. (Se’dê Norsî,Îctîmaî Reçeteler1,tenwîr Neşriyet, sh95).
Zimanzanê nemir Celadet Bedirxan li vê welatparêziyê divarqile. Zimanê me î nivîsandî, bi tîpên latînî ji wî dest pê dike. Îro bi saya elfabêya mîrê zanînê û pasevanê zimanê Kurdî Celadet Bedirxan zimanê Kurdî zengîn û dewlemend dibe; bi sedan pirtûk, kovar û rojname têne weşandin.
Mîr Celadet Bedirxan zimanzanekî bilind û têgihiştî bû. Di sala 1918-an de lêdivarqile ku tîpên erebî di warê fonetîkê de têrî zimanê Kurdî nakin. Zimanê erebî, zimanê Konsonatan (tîpên bêdeng) e. Ji ber vê yekê dest bi amadekirin û afrandina elfabêya Kurdî-latînî dike, û di sala 1932-an de di riya Kovara Hawarê re belav dike. Ji hingê û bi vir de Kurdên Kurdistana bakur û rojava riya Hawarê dişopînin.
Ji bo rastnivîsandin û rastxwendinê elfabê û rêziman ji her kesî re giring e. Her mirovek pêdiviyê rêzimana zimanê xwe ye.
Li gorî baweriya me, gava pêşîn belavkirina bingehên rêzimana Kurdî karekî serketî ye.
Birastî, serketina vî karî ne tenê erk û stûbarê nivîskaran e. Belê, stûbarê hemû rêxistin, partî, welatparêz û dilsozên zimanê Kurdî ye. Bi arîkarî û piştgiriya wan, kar û xebata me serdikeve. Serketina karê me, pêşveçûna xebata wan e.
Pêwîste û pir ferze kohemû mirovên Kurd –çi mêr û çi jin- xwe fêrî zimanê bav û kalên xwe bikin, û bi zarokên xwe bidin xwendin.
Bila zarokên we bi Kurdî biramin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivisînin û bi Kurdî bijîn.
Hevotin, hînkirin û fêrkirina zimanê Kurdî parastina nasnama hebûna me ye. Ziman ûştê hebûn û nebûnê ye.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.