بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Destpêka avakirina komele û bizavên rewşenbîrî yên Kurdî li Sûriyê (Rûpelin winda)/Dilawerê ZENGÎ

Dilawerê ZENGÎ
Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de, destpêka dîroka hişyarbûna bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e.
Bi derketina rojnama Kurdistan û çapemeniya Kurdî re, hizrê ramyarî û civakî li nik rewşenbîrên Kurdan roj bi roj pêşveçû, rojnameya Kurdistan bû gasîna pênûsên rewşenbîran li hemberî zordariya fermandarê Osmaniyan, li ser destên hozan û helbestvanên Kurd yên mîna Hacî Qadirê Koyî, hest û ramana neteweyî roj bi roj xurtir û geştir dibû.
Di dawiya şoreşa 1908an de, bi hatina (Ciwanên Turk) re, qûnaxeke nû destpêkir. Rewşenbîrên Kurdan roleke pir mezin di vê partiyê de lîstin. Lê her ko çû (Ciwanên Turk) li dijî ramanên neteweyî yên kurd xebitîn û sekinîn.
Di dema ko (Ciwanên Turk) daxwaz û xwestekên Kurdan li paş xistin û li dijî ramanên neteweyî xebitîn, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan pişta xwe danê û dest bi avakirina komeleyan kirin. Ji wan: (Hevkarî), (Pêşketina Kurd), (Hêvî), û ...htd.
Di dema komela (El-Tîhad û El-Tereqî) de, tevgera rewşenbîrî û siyasetmedarên Kurdan gavin li pêş avêtin û çend kovar û rojname derdixsitin. Ji wan: (Roja Kurdistan-1908), (Kurdistan-1908-1909), (Yekbûn-1913), (Roja Kurd 1913), (Hetawî Kurd-1913), û.....htd. Evan kovar û rojnameyan roleke pir mezin di xwenasîn û xwedanaskirina îdyolojiyeke neteweyî de lîstin. Ewan rewşenbîran giringiya hebûna çapemeniyê, di jiyana xebata xwe de, ne kêmtirî hebûna çekan dîtin. Belê, bi vî çekê nû, li hemberî zordariya Turkan şerkirin û xebitîn. Xebata van rewşenbîr û siyasetvanan dirêjî derveyî welêt bû û di riya wan kesan re hin tevgerên hêja hatin kirin.
Roj bi roj zordariya Turkan li hemberî Kurdan dijwartir dibû. Li hember vê dijwariyê, çapemeniya Kurdî jî bê hêz dima.
Di dema ko li cîhanê miletên bindest doza azadiya xwe dikirin, rizgar dibûn, bi destên rejîmên setemkar û zorkaran Kurdistan dibû çar perçe, her perçak bi welatekî ve dihat girêdan. Ev perçebûn ne tenê welatê Kurdan çarperçe kir, belê di warê (Civakî, abûrî, çandî û ramyarî) yê de jî perçebûn çêbû. Bivênevê, mirovê Kurd li ser xaka bav û kalê xwe jiyaneke biyanî ma dijî. Hêvî û omîdên wî jî perçe bûn. Rewşeke nû di jiyana gelê Kurd de peyda bû. Ne tenê armanc û daxwazên bizava rizgarîxwaza gelê Kurd hate guherîn, belê li her perçeyekî ji perçeyên Kurdistanê û li gorî vê jîweriya nû reng û awayê xebatê jî hate guhertin.
Mijar:
Ez dixwazim di vê gotara xwe de li ser “destpêka avakirina komele û bizavên rewşenbîrî yên Kurd li Sûriyê” bi kurtî bisekinim. Ev qûnaxa giring, dîroka vejandina tevger û komeleyên rewşenbîrî yên Kurd li Sûriyê ye. Lê mexabin, ta bi vê rojê, ew qûnax di tariyê de maye, dûrî lêkolî û lêvegerînin zanistî maye (Li vê dawiyê di hin bîranînan de bi kurtî hatiye behs kirin). Ev gotar ya pêşî ye ko li ser vê qûnaxê bi firehî disekine. Min bixwe gelek dijwarî di nivîsîna vê gotarê de dît; ji ber ko tu kesî berî min li ser vê mijarê nenivîsî ye, tu çavkanî û jêder li ber destê xwe jî min ne dît, pêvî çend reşperek ji erşîva dîrokzanê navdar (Hesen Hişyar),-rehma Xwedê lê be-. Vêca, min hêz da xwe û li nav wan mirovên kalemêr û zana yê ko di wê demê de dijiyan, yan di wan komeleyan de pişikdar bûn geriyam û min hinek reşperek peyda kirin.
Li vê dawiyê û piştî belavkirina vê gotara min bi çend salan pertûka mamoste Samiyê Ehmedê Namî bi dest min ket. Birastî min sûde jê wergirt û ez spasiya wî dikim karekî baş kirî ye. Berî demekê bîranînên seydayê Cegerxwîn gihaye destê min û ew jî bi firehî li ser hin civet û komeleyan peyivî ye.
Di vî warî de, dibe hin nivîsandin an belgeyên din hebin, lê heta neha ez bixwe rastî wan nehatime û min nedîtine.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîdê kal, gelek rewşenbîr û welatparêzên Kurd ji ber zordariya rejîma Turkan li cihanê belav bûn. Hin ji wan berê xwe dane Ewropa, Îraq, Îran û Misrê û hin ji wan jî berê xwe dane binxetê. Dem bûbû dema kuştin, talakirin, perîşanî û koçkirinê. Ewrekî reş û tarî pencên xwe berdidan ser hemû herêmên Kurdistanê.
Herweha tevgera Kurdî dikete bêdengiyekê, dikete xeweke giran, xewa bê hişyariyê. Rewşa Kurdan li her çar parçên Kurdistanê roj bi roj ber bi tariyê ve diçû.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîdê kal hin peyayên zana ji malbatên welatparêz û xebatkar, wekî malbata Bedirxan paşa û hin malbatên dî hatin binxetê (Kurdistana rojava), û gelek axa, beg, şêx û malmezinên Kurdistanê li xwe civandin, û biryara avakirina civata Xoybûnê wergirtin.
Di 5ê çiriya pêşîn sala 1927an de civata Xoybûnê li Bihemdûnê- Libnanê hat damezrandin û di dîroka kurdan de bû rêxistineke pir giring. Ji bo rizgariya Kurdistanê bi kar û barê şoreşeke nû li dijî Tirkên dagîrker rabû.
Ne tenê li pireya bajar û gundên kurdan malikên Xoybûnê hatin avakirin, belê li derveyî Kurdistanê jî hin malikên Xoybûnê hatin avakirin.
Di wê demê de, Sûriyê di bin sîdariya Firensîzan de bû. Firensîz li gorî berjewendiya xwe bi Kurdan re didan û distendin. Gelek caran tevger û liva endamên civata Xoybûnê pûç dikirin û carcaran jî bêdeng diman.
Li ser daxwaza rejîma Turkan û li gorî berjewendiya Firensîzan xebatkar û rewşenbîrên penaber dûrî sînorê (Cizîrê) dixistin û li bajarê Şamê ew bi cî dikirin.
Evan xebatkarên ko bi çek ne gihiştibûn armanca xwe, ji xebata xwe bêhêvî nebibûn. Dest avêtin pênûsê û bi zanîn û xwendinê xebata xwe berdewam kirin.
Dijminê Kurdan roj bi roj xebata Komela Xoybûnê li binxetê dorpêç dikir. Lê bandora xebata Xoybûnê di hişyariya hestê neteweyî û xwedîderketin li pirsa Kurdî li nav gelê Kurd de, cihê xwe digirt, bi taybetî di nav nifşên nû de.
Roj bi roj hişyariyê reh û pencê xwe di nav civaka Kurdî de berdidan. Hin civat û komeleyên rewşenbîrî, civakî û werzişiyê bi destên xortên ciwan li gund û bajarên Kurdan dihatin damezrandin. Tevger û xebata pêşî bi destê Bedirxaniyan hate kirin û li ser serê wan Mîrê ronakbîran Celadet Alî Bedixan.
Civata pêşî li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo axa- li taxa Kurdan- li najarê Şamê bi serokatiya Mîr Celadet A.Bedirxan pireya wan penaberan li hev civand. Di wê civîna pêşîn de Mîr Celadet A. Bedirxan ev gotina xwe ya dîrokî pêşkêşî wan kir û got:” Gelî Kurdan.. ! Gelî rewşenbîr û welatparêzên delal... Şoreş û raperînên me bi çekan bi serneketin û ne jî gihan armancên xwe... Niha ji me tê xwestin ko em bi pênûsê, bi zanîn û rewşenbîriyê, gelê xwe hişyar bikin, û pê şerê dijminê gelê xwe bikin. Em, dîrok, tore, folklor û rewşenbîriya xwe nasbikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin... Bila zanîn çekê me be... û herne pêş..”.
Bi van gotinên pir bi akam û hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan ronaka xebatê vêxist û berê xebatê da pênûs û zanînê.
Di roja 15ê Gulanê sala 1932an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Hawarê derxist. Xebata vî ronakbîrî pir berfireh û ber biçav bû, rehên xwe bera dîrok, folklor û civaka Kurdî dabû. Ji hêlekê de, bibû mak û dibistaneke serbixwe ji hemû rewşenbîr û nivîskaran re, û ji hêlekê din de, zanîn û hişyarî di nav gelê xwe de dida belav kirin. Gelek pertûkên hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî de dida belavkirin.
Di 1ê Nîsana 1942an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Ronahî belavkir. Ewê Kovarê nûçe û salixdanên şerê cîhanê yê didiwan bi wêne dida belav kirin, digel gelek nivîsên hêja di warê folklor, tore û rewşenbîriya Kurdî de. Em dikarin bibêjin herdû kovar (HAWAR û RONAHÎ) Qur’ana zimanê Kurdî ne.
Hêjayî gotinê ye, ko ev qûnaxa dîrokî bi qûnaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan diber çand û toreya Kurdî de cihê serbilindî û şanaziyê ye. Belê, di geşkirina hestê neteweyî de roleke pirî mezin hebû. Nemaze li Kurdên Binxetê (Kurdistana rojava) û bi taybetî bandoreke xurt li Kurdên Şamê kirin.
Li bajarê Şamê xortên Taxa Kurdan dest bi tevgerin hêja kirin, û Nadî Henano bi serokatiya xortê ciwan Behaeldîn Wanlî hat damezrandin. Gelek xortên Kurd li dorê civiyan. Xebata wan geşkirina hestê neteweyî û hînkirina zimanê Kurdî bû. Diyare evê Nadiyê hate sala 1951ê dirêj kiriye. Ji ber ko ewê Nadyê bi karûbarê Merasîmên Mirina Mîr Celadet Bedirxan rabibûn.
Di sala 1939an de li bajarê Şamê li taxa Kurdan komela (Yekîtiya xortan) hat damezrandin. lê, evê Komelê pir dirêj nekir, li ser destê nivîskarê Navdar Osman Sebrî û Nûredîn Zaza navê xwe guhertin, navê (Nadî Kurdistan) li xwe kirin. Gelek xortên Kurdan li dora xwe civandin. Dihat gotin ko ew nadî ya werzişî bû. lê bixwe xebata wê ji bo hînkirina zimanê Kurdî û geşkirina hestê neteweyî bû.
Di sala 1932an de li şarê Hisiçayê Komela(Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê) hate damezrandin. Endamên vê komelê: Hesenê Haco axa, ‘Arif ‘Ebas, Cegerxwîn, Dr. Ehmed Nafis, ‘Ebdilrehmanê ‘Eliyê Yûnis, Hemze Begê Muksî, Emînê Perîxanê, Osman Sebrî, Resûl axa, mele ‘Eliyê Topiz, Mihemed ‘Eliyê Şiwêş û .....htd. Armanca vê komelê xweşkirina jiyana xizan û perîşanên Kurdan di warê tenduristî, xwendin û nexweşiyan de bû. Evê Komelê armanc û sedemê çêbûna xwe di kovara (Hawar)ê hejmara:2 ya ko di 1-Hizêranê 1932an de hatiye weşandin, dide diyarkirin. Ji maldar û dewlemendên Kurdan dixwazin ko peran bidin hev û alîkariya xizanan bikin û ji sentera vê komelê re li Hisiçayê rêkin. Şaxên vê komelê li gelek gund û bajarên Kurdan hebû. Ev civata pêşî ye ko nîzamnama wê heye lê ji ber tengiya demê ezê Li ser nepeyivim.
Di nîva salên sihî de li bajarê Amûdê (Nadî Ciwan Kurd -Amûde) hate damezrandin. Serokê wê Mihemed ‘Elî Şiwêş bû. Di vê nadyê de, dibistana zimanê Kurdî hate vekirin. Di nadyê de koma Rêçenasên Kurd (koma keşafên Kurd) hate çêkirin. Rêçenasên Kurd di kolan û cadeyên bajarê Amûdê de, bi cilên xwe yî wekhev û li ser sînga her rêçenasekî ala rengîn, ala kesk û sor û zer çikandî bû, dibin siya alên kurdî yên ber bi ba dibûn dimeşiyan û sirûdên kurdî digotin.
Ji xebata vê nadyê:
-Alîkariya hin malên belengaz bi pere û xwarinê.
-Gerandin û belavkirina rojname û kovarên Kurdî, Hawar û pertûkên kurdî.
-Baweriyeke nû afirandin û dan zanîn ko xortên nû dikarin têkilî tevgerên rêzaniya welatê xwe bibin, dûrtir binêtin.
-Bi miletê Kurd dan zanîn ko bi zimanê Kurdî jî dikarin zarokên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin.
-Pîrozbahiya cejna Newrozê.
-Geşkirina hestê neteweyî di nava gelên Kurd de.
Bajarê Amûdê bibû qublegeha welatparêz û xebatkaran. Ji ber vê yekê Gelek caran hate êşandin. Di sala 1937an de bi destê ferensîzan Amûdê hate şewitandin. Ev bûyer bi (Toşa Amûdê) tê bi nav kirin.
Di sala 1937an de Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan hate damezrandin, serokê civatê Dr. Ehmed Nafis bû û sekreterê Serok seydayê Cegerxwîn û berpirsiyarê Sindoqa pera Arif Ebas bûn, û endamên berpirseyar: Celadet Bedirxan, Haco axa, Ebdirehmanê Eliyê Yûnis, Qedrî Cemîl paşa, Ekrem Cemîl paşa, Mela Eliyê Topiz, Mela Ehmedê Namî, Evdê Têlo û Mihemed Elî Şêxmûs(Şiwêş).
Piştî ko Sûriyê ji bin destê sîdariya Ferensa rizgar bû û qedera gelê xwe bi dest xwe xist, alîkarî û piştgiriya Kurdan ji xwe re jibîr kir. Hemû civat û libatên Kurdan hate qedexe kirin. Girtin, binçavkirin û setemkarî ma para mirovên welatperwer. Ziman, tore, çand û çapemeniya Kurdî jî qedexe kirin.
Di sala 1951ê de li parêzgeha Helebê (Komela rewşenbîrî) hate damezrandin. Endamên wê Reşîd Hemo, Şewket Henan, Mihemed ‘Elî Xoce û Qadir Ibrahîm bûn. Armancên wê belavkirina rewşenbîrî û hestê neteweyî bû. Lê mexabin di wê salê de tev hatin girtin û komele têkçû.
Di sala 1953an de Edîb Şîşeklî, Sûriya xist bin rejîmek leşkerî û bû serekkomarê welêt. Bi hatina leşkeran zoreke mezin ket ser welat û gelê Sûriyê, nemaze kesên welatparêz û kesên ko qomonîst bûn.? çi kurdekî welatperwer ko bi qomonîstiyê dihat gunehbarkirin ew jî dihat girtin û îşkence kirin. Rejîma Şîşeklî rejîmeke diktator bû, gelê Sûriyê pir hat êşandin. Pir dirêj nekir bi destê hin efseran hate rûxandin û gelê Sûriyê ji zulm û zora wî hat rizgar kirin.
Di sala 1953an de ‘Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê’ hate damezirandin.
Damezirênerên civatê:
Mihemedê Mele Ehmed, Samî mele Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elî Evdê, Derwêşê mele Silêman bûn.
Bernama civatê:
-1-Navê Civatê: Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê ye.
-2-Civat, rêxistineke siyasî, çandî û civakî ye.
-3-Komîteya Navendî wê serkêşiya Civatê Bike.
-4-Komîteya Navendî ji çar hevalan pêk tê, ew jî ev in: Mihemedê Mele Ehmed, Samî mele Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elî Evdê, Derwêşê mele Silêman.
Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina:
1-Rizgarî û yekîtiya Kurd û Kurdistanê.
2-Xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokrasiyê, da bibe sedemê bidestxistina mafên Kurdan yên neteweyî.
3-Xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê Kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.
4-Di dibistanên Kurdî de bikaranîna bernamekê Ji bo xwendina bi zimanê Kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werzişiyê.
5-Berhevkirina berhemên destnivîs yên rewşenbîrên kurd û kultûra kurdî, da bikaribin di pêşerojê de çap bikin.
6-Weşandina rojnameke kurdî, bi tîpên latînî.
7-Piştgriya jina Kurd beramber nexweşiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê.
8-Her Kurdê ko bixwaze bibe endamê Civatê, diviyabû vê sûndê Bixwe: ”Ez bi Yezdanê Pak û dilovan û bi şerefa xwe û şerefa Kurdistanê Sond dixwim ko bi dil û can bibim endamê Civata Yekîtiya Xortên Demekrat ên Kurd li Sûriyê û bendên destûra wê bê kêmayî bi cî bînim û jê re fidakar bim ta roja dawî”.
9-Civat ji malikan tê ava kirin, her malikek ji sisê ta pênc endaman pêk tê, yek ji wan berpirsiyarê malikê ye û yek jê xiznedar e.
10-Malikên Civatê bi giştî xebata xwe di bin çavdêriya komîteya navendî ya Civatê de dikin.
11-Civînên malikan di heftiyê de carek e.
12-Her endamekî Civatê, di mehê de 25 qurûşên Sûrî mafê endametiya xwe dide xiznedar. Berpirseyarê malikê wan pera bi rapora xwe ya mehane re, bo komîteya navendî bi rê dike.
13- Civînên komîteya navendî. Komîteya navendî di mehê de carekê Civînekê li dar dixe, di civînê de raporên malikan tên xwendin û belavokek tê weşandin. Eger pêwîstiyek hebe, dikare civînek din di nava mehê de li dar xîne.
Xebat û çalakiyên civatê:
-Ji xebatên Civatê yên herî giring, xebata li ser çand û xwendina Kurdî bû.
-pîrozbahiya cejna Newrozê û girêdana şevînin siyasî û civakî û bîranîna damezirandina Komara Kurdistanê bi serokatiya nemir Qazî Mihemed û .....htd.
-Belavkirina gelek pertûk û rojnameyên ko li ser Kurdan dinivisandin.
Hêjayî gotinê ye ko evê Civatê piştî damezirandina Partî (1957) xwe helkir.
Di sala 1955an de li bajarê Şamê li mala nivîskar Osman Sebrî komela (vejîna çanda Kurdî) (Encûmen) hate damezirandin. Endamên wê: Osman Sebrî, Hemîd Derwêş, Mecîd Hac Derwêş, Mihemed salih hac Derwêş, Xidir Ferhan ‘Îsa û ‘Adil ji çiyayê Kurmênc û Se’ed (Se’do) Îbo bûn.
Mexabin evê Komelê salekê dirêj nekir.
Di sala 1956an de li bajarê Helebê Komela (Zanistî û alîkariya Kurd) hate damezirandin.
Damezirênerên komela Zanistî û alîkariya Kurd:
Dr.Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Kinco bûn.
Evê Komelê mîna yên berî xwe, xwendina zimanê Kurdî belav dikirin, û çend pertûkên hêja dan çapkirin û belavkirin. Ji maldarên Kurd pere distendin û li xizanan belev dikirin. Bandora vê komelê li nifşên nû hebû. Endamên wê li pireya gund û bajarên kurdan peyda dibûn. Nav û dengê Endamên wê yên mîna Rewşen Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsim û Hesen Hişyar tenê bes bû ko xort li dora wan kom bibin û di vê komelê de kar bikin.
Kar û xebata vê komelê sînorên herêmên kurdî dernas kiribûn. Di riya rojnamevanê Aşûrî Yûsif Melek xwediyê Rojnama El-wicdan ya ko li Beyrûtê derdiket, gelek nûçe û nivîs û berhemên hêja di babeta Kurd û Kurdistanê de didan belav kirin. Evê Rojnamê, xizmeta rêxistina Eyoka ya Qibrisî dikir, ewa ko ji bo rizgariya Qibrisê ji Îngilîzan û yekîtiya Qibris û Yewnanistanê bi serhildanek çekdarî rabûbû.
Li herêmên kurdî ev rojname di riya vê komelê re dihat belavkirin.
Ji hêlekê din prof- Qenatê Kurdo nameyek ji komelê re rêkiribû. Naveroka vê nameyê Ev e:

”Gelî biran, ez xebata we pîroz dikim... Çiqas zehmetî û dijwarî bê pêşiya we , ji we tê xwestin ko hûn navê Kurd û kurdistanê di riya her kovar û rojnameyekê re- çi biçûk, çi mezin- belav bikin. Em di qirnê bîstan de ne, Qirnê pêşketina zanîn û zirayê ye. Miletên ko mafên xwe nexwazin tên jibîr kirin, Heger zarok negrî, dê ew şîr nade”.
Q.Kurdo
Berhemên Komelê:
1-Pertûka (Qibris we berberiyet El-Etrak),Yûsif Melek bi zimanê Erebî.
2-Pertûka (Cînosayd) Kamîran Bedirxan.
3-(El-red ‘ele elkosmopolîtiye), Hesenîn Şiniwî, wegerandina Rewşen Bedirxan..
4-(Kîfah el-ekrad) Samid Kurdistanî.
5-(Dêrsim di tarîka Kurdistanê de), Nûrî Dêrsimî.
6-(Rêol), bernama komelê.
7-Muzekerek ji (18)e rûpelan hate rêkirin ji kongirê Bandok ya li Qahîreyê hatibû girêdan.
Bi rastî li vir pirsek xwe dide pêş, heger ev komele xwediyê van çalakiyan ne, çima xwe bi navê Komele, ne (partî) dan naskirin?. Li gorî baweriya min ji ber du sedeman bû:
1-Têkilî û girêdanên partiya Qomonîst bi dewletê re pir xweş bû. Vêca partiya Qomonîst li dijî her karekî neteweyî Kurdî der diket. pireya endamên partiya Qomonist ji Kurdan bû, û bi taybetî li herên Kurdî.
2- Rêdana partiyan li Sûriyê tunebû -hîn jî tuneye- ewan navê Komele li xwe kirin . Ji bo berdewamkirina karê xwe û dûrketin ji erk û stubariyê. Lê, ewê jî biryara helkirinê wergirt piştî avakirina partî.
Di sala 1957an de Partiya Azadî li bajarê Qamişlo hate avakirin.
Damezirênerên partiyê: Seydayê Cegerxwîn, Mihemedê Fexrî, Mela Şêx Mûsê Şêxî û Mela Şêx Mûsê Qerqatî bûn.
Ev xebatkar tev endamên partiya Qomonîst bûn. Lê, ji ber şerê partiya Qomonîst ji kurdayetiyê re, ew dûrî wê ketin. Pir dirêj nekirin, ewan jî xwe tevlî damezrandina partî kirin.
Di 14ê hezêrana sala 1957an de partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê hat damezirandin. Qûnaxeke nû di civaka Kurdên binxetê de dest pê kir. Her welatparêzekî Kurd, xwe li dora partiyê dicivand.
Endamên komîta navendî ya partiyê ev bûn: Osman Sebrî, Hemîd Hec Derwêş, Hemzê Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Henan, Şêx Mihemed Îsa, Dr.Nûredîn Zaza û Cegerxwîn bûn.
Di destpêkê de navê Partî:”Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û yekemîn armanca wê ya giring rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê bû.
Li vê dawiyê û li gorî jîweriya xwe navê Partî guhertin (Partî Demokrat ya Kurd li Sûriyê) û ji armanca rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê hatin xwar.
Demek xweş û ronî bi ser gelê Kurd de hat her kesî bawer kir ko hêviyên wan, di vê rêxistinê de wê bi cih were.
Rewşa Sûriyê ji sala 1954- 1958an de berî yekîtiya di navbera her du hikûmetên Sûriya û Misrê de çêbibe, gelê Sûriyê di bin siya hikûmeteke welatî û perlemanî de, jiyanek hinek xweştir di warê siyasî, civakî û wekhevî de domand. Lê dîsa jî gelê kurd ji hemî mafên xwe bê par bû.
Piştî yekîtiya herdû hikûmetan berî her tiştî, demokrasiya heyî û hukmê Perlemanê bi rejîmek diktator hat guhertin, û biryar bi helandina partiyan hat dan. Lê partiya Demoqrat ya Kurd û partiya qomonîst ya Sûrî ew biryara nehêlana partiyan red kirin û xebata xwe ya nependî berdewam kirin. Roj bi roj rewşa gelên Sûriyê ber bi nebaşiyê ve diçû. Di bin darê zor û setemkariyê de gelek welatparêz û welatperwer di bin îşkencan de hatin êşandin û kuştin.
Kerwanê xebatkar, gelparêz û welatperweran didomîne. Miletê Kurd bi tevger û rêxistinên xwe yên siyasî ve girêdayîne. kar û xebata xwe bi rengekî raz û nependî dikin.
Lê mexabin, ta bi vê rojê, hikûmeta Sûriyê, ji bo mafê hebûna Kurdan tu gavên li pêş ne avêtiye, û ne jî rêdaye ko dezgeh, civat û komeleyên Kurdî bi şêweyekî fermî bête avakirin. Siyaseteke şovînî, çewt û xerab li hember Kurdan dajo. Di sala 1962an de serhejmareke awarte li parêzgeha Cizîrê hat kirin û (200)hezar Kurd bê nasname man. Di sala 1973an de erdên Kurdan ji wan stendin û dane Ereban. Navên hemû gundên Kurdan guhertin erebî. Siyaseta te’rîbê berdewame. Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî, çapkirina pertûk, kovar û rojnameyên Kurdî qedexeye.
Raste hinek ji van civat û komeleyên me gotî temenê wan kin û yên hinekan wek dihat xwestin (li gorî wê demê) xebat nehat kirin. Lê di baweriya min de sedemên wê pirin. Lê zayîna tevan ji hestekî berpirseyar û dîrokî dihat.
Di civaka her miletekî de pêwîste rêxistin û dezgeh bêne avakirin. Armanc ji sazkirin û avakirina van dezgehan berî hertiştî xwedî derketin li kessayetiya xwe (xwenaskirin û xwebidin naskirin) wek netewekî. Wê gavê Mafê Wî neteweyî tê zelal kirin.
Bêdiro! dibin siya rejîmên setemkar û zordar de jiyan ne azad û ne serbest e. Narvîna wî miletî ne di destê wî de ye.
Lê neyê wê wateyê ko li hemberî vê rewşa heyî em bêçare bimînin. Belê giring e ko em dezgehên civakî û rewşenbîriyê avabikin riya xebatê ji nifşên pêşerojê re dûz bikin.
Ez bawerim tunebûna dezgehan cihê serseknandin û pirsînê ye?!.
Ez vê pirsê ji we re vekirî dihêlim … Çima na??!!.
Ez dixwazin gotara xwe bi gotina Rewşen Bedirxan bi dawî bînim: “Yekîtiya Kurdan bidin min ezê Kurdistaneke serbixwe û azad bidim we”.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.