بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Belge li ser komkujiya Êzdiyan tê komkirin

AkNews-Duhok, 10 Tebax (AKnews) – Çalakvanê êzdî Xeyrî Şingalî ragihand ku zêdetirî 700 kesayetî ji bo berdadkirina desthilata Osmaniyan, amadekarî bo komkirina belgeyên li ser kuştina mîlyonek û nîv êzdiyan di serdema Osmaniya de, dikin.

Xeyrî Şingalî ji AKnewsê re got,” Zêdetirî 700 mamostayên dîrokê, akademîsyen,lêkoler, yasanas, çalakvanên kurd, ereb û tirkman piştgirî didin vê kampanyayê. Armanca kampanyayê ji ber tawanên wê yên li dijî êzdiyan ku ji kuştina mîlyonek û nîv kurdên êzdî berpirs e, berdadkirina desthilata Osmaniyan e. Tawanên Osmaniyan yên li dijî êzdiyan di hemû beşên Kurdistana Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de ji şerê Çaldiran (1514) û heta dawiya şerê cîhanî ya yekê (1918) dom kirine.”

Şingalî got, “Pêwîst e dewleta Tirkiyeyê bi armanca vegerandina maf û qerebûkirina kesûkarên lêqewmiyan, îtîrafê bi berpirsiyariya Împaratoriya Osmanî ya di pêkanîna wan tawanan de. Dehan jêderên dîrokî yên erebî, kurdî û tirkmanî amaje bi operasyona osmaniyan ya bo jinavbirina êzdiyan dikin.”

Navborî aşkere kir ku eger Tirkiye wek komkujiya ermenan îtîrafê bi komkujiya êzdiyan jî neke, ew dê belgeyên li ber destê wan yên li ser kuştina êzdiyan bo Dadgeha Bilind a Federal li Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî bişînin.

Di komkujî û koçên bikomel yên di 1415ê de zerer û ziyaneke mezin gihişt Kurdên Êzdî. Federasyona Rûsyayê ku tê de 60 hezar Êzdî dijîn, li sala 2009ê baweriya Êzdîtiyê wek oleke resmî qebûl kir.

Piraniya Êzdiyan li Geliyê Laleşê yê Mûsilê dijîn û her sal di meha mijarê de Êzdî bi armanca bicihanîna îbadeta hacê, tên Laleşa Nûranî.

Di seranserê cîhanê de nêzîkî 2 mîlyon Êzdî hene ku li Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Ermenistan,Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê dijîn.

ed (AKnews)

http://aknews.com/ki/aknews/3/256210/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.