بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bavê Şiyar.. Namirî!

Dilawerê ZENGÎ

Kî serok û rêber e?
Bavê Şiyar serwer e
Taca zêrîn li ser e
Kes nîne li hember e
Tev de bêjin: Namirî
Pêşewa û serwerî
Him serok û rêberî
Namirî tu namirî
Qehreman û rêzan î
Perwer û torevanî
Rêça xebatê danî
Wek serokê Barzanî
Kêr nekir zilm û zorê
Serbilind çûye gorê
Ala wî tim li jorê
Xort û keç tev li dorê
Bavê Şiyar zindî ye
Navê wî sermedî ye
Şûna wî tim li cî ye
Partiya Yekîtî ye
Kî bibêje: Newa ye
Peyva dijmin li ba ye
Zikreşiyê rê da ye
Nokerî lê rewa ye.

19/10/2010 Qereqoy/ Dirbêsiyê.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.