بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Barzanî: Kurdistan bi zorê parçe bûye û divêt cardî bibe yek – vîdeo

HEWLÊR, 15/3 2012 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di konferansa Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê yên ji herçar parçeyan de got kurd yek milet û Kurdistan jî bi zorê hatiye parçe kirin le belê bi metod û siyaseteka aştiyane divêt cardî herçar parçeyên Kurdistanê bibin yek.

Mesûd Barzanî behsa nimûneya Elmanyayê û Çekoslovakyayê kir û got îradeya miletan hertim bi ser dikeve û biryarên hikûmetan piştî pêncî salan jî bin dê her têkbiçin û bi ser nakevin û ji bo hemî ciwanên Kurdistanê got:

— Ez hêvî dikim ko hon bi ruhê lihevborînê û mejiyekî vekirî li paşeroja xwe bifikirin. Em miletek in û divêt bizanin ka tarîxa me çawa bû îro çawa nin û paşerojê dê gavên çawa bavêjin, ev wezîfeya we ciwanan e. Di tarîxê de xedreka mezin li me hatiye kirin. Em yek miletin lê belê hatine parçe kirin. Îro realîteyek heye û divêt em bizanin ka çawa miameleyê bi vê realîteyê re bikin. Divêt tecribeya gelek welatên dî û ya welatê me bi xwe jî li ber çavên me be.

— Ez dê tecribeya du miletan raxim ber çavên we: Ya miletê Elmanyayê û ya miletê Çekoslovakyayê. Ev herdu nimûne jî nîşan didin ko îradeya miletan bi ser dikeve. Biryarên hikûmetan û hevpeymanan heger bi ser jî bikevin tenê ji bo demekî ye. Miletê Elmanyayê 40–50 salan bi zorê ji hev hat cida kirin lê di taliya taliyê de bû yek. Herwiha li Çekoslovakyayê jî du miletên cida yanî çek û slovak 40–50 salan bi zorê hatin yek kirin lê belê ji ber ko ne xwezayî bû dîsa ji hev cida bûn.

— Lewra dibêjim ev cidakirina Kurdistanê jî ne xwezayî ye. Divêt rojek bêt ko ev milet hevdu bigire û bibe yek. Lê belê cardî jî ez dibêjim, ev bi zorê çênabe. Dema pêwist bû ko em xebatê bikin, qurbanan bidin û şehîd bibin me kir. Me nasnameya xwe û hebûna xwe ya neteweyî parast. Lê belê îro rengê xebatê rengekê dî ye.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di heqê mafê çarenivîsê de jî got mafê çarenivîsê mafekê xwezayî ye ko Xwedê daye hemî miletan û daye miletê kurd jî û got ya ko li milet û dewletên dî dikeve ew e ko îtirafê bi vî mafê miletê kurd bike.

Mesûd Barzanî got ew dê konferansa neteweyî ya herçar parçeyan jî îsal amade bikin û got divêt ji niho û pê ve hêdî kurd qet xebata çekdarî nekin ji ber îmkanên xebata siyasî û aştiyane heye û got kurd di wê konferansê de dê mesaja aştiyê bidin hemî miletên li dorûbera xwe û nemaze ereb, tirk û farisan.

Cavkanî: nefel.com

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.