بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Amûdê li ser goriyên Gemiyê digirî

avestakurd.net - Ew ji bo azadiyê ber bi Ewropayê ve derketibûn, îroj ew di tabûtan de vegeriyan bajarê xwe.

Bajarê Amûdê îroj êvarî 35 welatiyên xwe binax kirin, ku hefeteya buhûrî nêzîkî Izmîrê fetisîbûn.

Hîn berî ku tabûtên wan bigihên Amûdê, gorên bi komel li goristana Amûdê li tenişta girê Şermola hatibûn amade kirin. Bi seetan berî ku tabûtên goriyan bigihên Amûdê, ji seranserî bajêr xelk li ser rêyan ji bo pêşwazîkirina zarokên bajarê xwe kom bûbûn.

35 zarok, jin û mêrên ji Amûdê ligel 21 Kurdên din ji Sûriyê (12 ji Hisiça, 5 ji Efrînê, 3 ji Drbêsiyê û 1 ji Qamişlo), 2 Kurdên ji Herêma Kurdistana Iraqê û goriyek ji Helebê di deryayê de li qiraxa Izmîrê li Tirkiyê fetisîn dema gemiya wan binav bû. Bêtirî sed penaberan hingî dixwest koçberî Ewropayê bibin. Ji ber ku barê gemiyê giran bû, ew piştî demeke kurt binav bûbû.

(Çavkanî: Hevrêza Amûdê/Youtube)

Piştî ku hikûmeta tirkî rê da ku gorî bên şandin welatê wan, tabûtên wan îroj ji Tirkiyê di rêya dergehê Tel-Ebyed derbasî Sûriyê bûn.

Ji dema ku nûçeya mirina penaberan eşkere bû, xelkên Amûdê di xemgînyeke mezin de dijîn. Di dîroka Amûdê de ev siyemîn car e ku ev bajar tûşî bobelatên mezin tê. Cara yekê Amûdê di 1937ê de rastî êrîşeke balafirên leşkerî yên fransî hatibû. Ev bûyer wek “Toşa Amûdê” hatiye nas kirin. Cara duyem Amûdê rastî şewatê hat dema sînemaya wê di 13.11.1960î de şewitî û bêrirî 200 zarok mirin.

 Facebook)

Gorên bi komel li Amûdê ji bo goriyên gemiya binavbûyî nêzîkî Izmîrê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Gorî di tabûtan de vedigerin welatê xwe. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Wêneyên hin goriyên ji Amûdê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Li Amûdê bi alên Kurdistanê û yên şoreşa Sûriyê pêşwaziya goriyan hat kirin. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Tabûtên goriyan li Serê Kaniyê. (Wêne: Facebook)

 Facebook)

Tabûtên goriyan li Serê Kaniyê. (Wêne: Facebook)

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.