بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir on 14 January 2012

Di dawya sala 2011 de li moskowayê înstîtûta rojhilata navîn û înstîtûta rojhilatnasî ya akademîya zanistî a Rûsya yê Pirtûka Lêkolîner Dr. Nodar Mosakî ku demeke dirêje li ser xebat dikir çap kir. Pirtûk di capxaneya xebatên zanistîde bi zimanê Rûsî di bin navê ‘’Kurdistan û pirsa Kurd di siyaseta derve ya Rûsya û welatên rojava de (salên 90 qirnê XX û destpêka qirnê XXI) ’’de hate çapkirin , di gotina rojavade qesta N.M. Amerîka û welatên yekîtîya awrûpa ye ( Fransa, Îngilîz, Almanya, îtalya û her ên din). Pirtûk 344 rûpele û ji sê beşan pêk tê. Nirxkarê (recensent) pirtukê Profesor M.S.Lazerev û profesor L.Î Medvedko ye redaktorê berpirs ê xebate profesor O.Î Jîgalînaye. Her weha N.Mosakî PDF a şeklê dawî a xebate xwe ji minre rêkir ku ez jî di derbarê vê xebatê de wek oponentekî nerînên xwe diyar bikim.
Di vê xebata xwe de berêz Nodar Mosakî karekî gelek balkêş kirîye, balkêşîya vî karî ewe ku ne wek karên tradîtsıyonel ku heta nuha di warê rojhilatnasîyê de û bi teybet di warê Kurdolojıyê de hatîye kirin. Nodar mosakî bê illusion (bê xeyal) û bê îdealîzekirin li ser asasê dokumentên li ber destên wî nêzî pirsê bûye û mirov dikare bêje ji ber wê jî karekî zanistî û objektîv kirîye. Wek tê dizanîn di xebatên kurdzanê sovyet û paşê Rûsya de heta derecakê îdealîzekirina pirsa kurd di siyaseta derve ya Rûsya de heye. Kurdzanê sovyet û paşe Rûsya di xebatên xwe ên kurdolojîyêde sîyaseta derve ya sovyet û Rûsya îdealîze dikirin. Her weha rojhilatnas û kurdologên welatên rojava jî di karên xwe ên rojhilatnasî û kurdolojîde di bin teesîra Eurocentrismê dene.
N.Mosakî di vê xebata xwede li ser asasê dokumentên wezaretên dervê û en dewlêtên van welatên ku li ser wan lêkolîn hatîye kirin gelek rexneyên hişk li Sîyaseta derve ya Rûsya, Amerîka û welatên yekîtîyan awrûpa digre. N.M. di ve xebatê de dighê encamekê ku ev welatana tev pirsa Kurd ji bo berjewendîyên xwe di têkilîyên xwe yên bi welatên Kurdistan perçekirine bi kar tîne. N.M. Her weha ne objektîvbûn û îdealîstbûna partî, Rêxistin û sîyasetvanên Kurd dî siyaseta wan ya dervede derdixe ronayê.
Yek ji balkêştirîn tiştê di vê lêkolînê de heye ewe ku N.M. dighê encamekê ku van welatên ku wî li ser wan lêkolîn kiriye di stratejîya wan ya sîyaseta dervede pirsa kurd a tevayî nîne, Lê siyaseta wan ya di derbare her percekîde heye ew jî li gor têkilîyên wan yên bi van welatên kurdistan parcekırine deye. Wek mînak Rûsya wek tradîtsîonel herdem di siyaseta wan de pirsa kurdistana Turkîye aktuel bûye ew jî ji ber Turkîye û Rûsya herdem bi problem bûne wek di pirsa Kafkasya de pirsa asya navîn û pirsa avên germ de. Her weha ji bo Ingilîz herdem pirsa Başûrê kurdistanê aktuel bûye, nuha ji wek mînak ji bo Amerîka pirsa pirsa başûr û rojhilate kurdistanê aktuele ev dide rêdan konseptek wana tevayî diderbarê pirsa kurde nîne, konsepta wan li gor têkilîyên wan yên bi van welatên kurdistan perçekirine deye.
Beşê Yekê en vê xebatê di bin navê “Kurdistan û pirsa Kurd di siyaseta Amerîka a rojhilata navîn de’’.
Hinek ji xalên ku di vî beşîde li ser hatine sekinandin evin:
-Gringiya Kurdistana başûr di siyaseta Amerîka a heremê de
-Siyaseta Amerîka di pirsa Kurdî li İraqê u Kurdistana İraqê di dawîya qirnê XX de.
-Siyaseta Kurdistana Başûr bi Amerîkare her weha nakokîyên kurdistana başûr bi rêvebirê Amerîka ên li İraqê.
-Siyaseta Amerîka di derbarê kurdên Turkîyê de.
-Nakokîyên Amerîka û Turkîyê di derbarê Kurdistana başûr de.
Beşê duda di bin navê ’’siyaseta yekîtıya Awrûpa û welatên endamê yekîtıya Awrûpa di derbarê Kurdistan û pirsa Kurd de’’ Hinek xalên balkêş ên vî beşî jî evin:
-Bi kar anîna pirsa Kurdî ji alîyê yekîtîya Awrûpa di têkilîyên xwe ên bi Turkîyê re.
- Siyaseta yekîtîya Awrûpa a Kurd û nirxandina wê ji alîyê Turkî de
-Sîyaseta yekîtıya Awrûpa di derbarê Kurdistana başûr de.
Beşê sisya di bin navê ’’Kurd û Rûsya: Bê illusion ( xeyal). Siyaseta Rûsya di derbarê pirsa kurdî de’’
Hinek ji xalên grîng ên vî beşî jî evin:
-Rûsya û Kurdên İraqê di salên 90 ên qirnê XX.
-Faktorê petrolê di siyaseta Rûsya ya İraqê de.
-Rûsya û PKK
-Rûsya û Kurdistana İraqê 2002 û 2006
-Her weha pirsa kurdistanê û faktorên têkiliyên Rûsya û welatên rojava (Amerîka û welatên yekîtîya Awrûpa) bi Îran û Sûrîyê re di xebatêde tê analîzkirin.
Di vê xebata xwe de N.M. ji zimanên cuda gelek dokumentên wezaretên derve ên van welatanê ku li ser wan lêkolîn hatîye kirin bi kar anîye her weha gelek dokumentên balkêş ên dezgehên van welatan bi kar anîye. Ji xwe yek ji gringîya vê lêkolîne ewe ku N.M ev dokumentên hêja û balkêş civandîye û anîye ber destê xwendevan. Di vê xebatê de zêdeyî 500 dokument hatîye bikar anîn û weşandin ev bi xwe dide rêdan ku ev xebata han ya zanîstî bê çuqas giranbuhaye.
Aktuelbûna xebatê di warê ilmî de : Xebata berêz N.M di naveroka xwede bûyerên grîng ên dîroka Kurdan ya serdem tîne ber destê xwendevan, her weha di vê dema ku li ser lêkolîn hatîye kirin gelek tiştên balkêş ronî dike. Ev xebat ji alîkî din de di têkilîyên kurdan bi welatên derve re di kude kêmayî û şaşîtî hebûne derdixe orte, her weha di vê lêkolînê de gelek tiştên di warê seneet û qaîdên dîplomasîyê de ku ne nivîskî hene ku mırov dikare jê sûd vergre hene. Ev xebat berya herkesî hejaye ku ji alîyên berpirsên hêzên sîyasî ên kurdîstanî, her weha dezgehên têkilîyên siyasî bi welatên derve re ên kurdistana başûr û li ûnîversîteyên kurdistan li fakûlteyên wan ên ilmê siyasî û dîrokê didin bê bi kar anîn. Di vê xebatê de gelek tiştên sûd jê wergirtin heye ku şaşîtî tekrar nebin.
Nûjentîya xebatê di warê îlmî de: Gringîya nûjentîya vê xebatê ji alî ilmî de ewe ku Berêz N.M. ev xebat bi awayekî ilmî li ser asasên dokûmenta cara pêşin faktên nuh û jêderên berfireh wek kompleks tîne ber destê xwendevan.
Teorîk qîmetê vê xebate di warê îlmî de: Ev xebata berêz N.M. ji alî teorîk li gor normê xebatek îlmî hatîye kirin N.M. di xebata xwede berê xwe daye gelek polîtolog, dîrok nas û filolog ên ji gelek welatan û gelek caran ji xebatên wan wek cavkanî bi kar anîye û bi awayekî kompleks li ser tema ku konkret li ser lêkolîn dike kar kirîye.
Pratîk Qîmetê vê xebatê di warê îlmî de: Analîz û encamê ku N.M. di vê xebata xwe de gîhayê wê gelek balkêş be ji bo berpirsên hêzên siyasî ên kurdistanî, dezgehên têkilîyên siyasî bi welatên derve re ên kurdistana başûr û ûnîversîteyên kurdistanê (fakûlteyên wan ên ilmê siyasî didin ) ji bo dersên dîrokî bê bi kar anîn.
Netîca Xebatê di warê îlmî de: Xebata berêz N.M. bi tevayî li gor norm û metodek îlmî hatîye kirin û perçak ji dîroka kurdan ne diyarkirî pêşkeşî xwendevana dike. Her weha N.M pir diqat ji îdealîzekirina siyaseta derve ya Rûsya û ji teesîra Eurocentrismê bi dûr ketîye û analîzek objektîv û ilmî pêşkeş dike.
Mim xebat û lêkolînê Berêz Nodar Mosakî ên berê jî xwendine yek ji xebata wî ya ilmî a bi navê Kurdıstan : Resûrs û Polîtîka ji 2 toman pêk tê kû bi berfirehî resûrsên li hemû perçeyên kurdistanê tîne ber destê xwendevana dema mirov wê xebata wî dixwıne mirov baş têde dighê bê kurdistan cuqas dewlemende û cawa ev dewlwmwndîya wê bûye bela serê wê. Ew kar nuha jî karekê ilmî sekeftîye. Lê divê xebata wî ya nuh de bê guman meriv dibîne ku cawa N.M. xwe bi pırsa Kurdistan û kurd re di westine û xebatên baştirin li kurdolojîyê zêde dike.
Cend gotin li ser Kurdolojîyê û karên îlmî. Kurdzanî wek ilim nuha di krizîsekê deye wek têvdizanîn nuha di derbarê pirsa kurd û kurdîstanê de gelek pûblîkasyon der tê lê karên fûndamental ên ilmî gelek kêmin. Ji alîkı dnve wek tê dizanîn nuha welatên kurdistan percekirine û hinek welatên ne xêrxwazên Kurda kompanyak kontratak xwedê grabî di warê ”îlmîde” dest pê kirine li gelek unıversîta sempozyumê xwedê grabî “ilmî” li ser etnografîya , lingvîstîka û her wekî din pêk tinin, her weha di van derbaran de pirtuka cap dikin û di kovarên zanistîde ên navnetewî de monografîya çap dikin. Ev kar hem ji bo perçekirin û tevlihevîyê di navnetewîde di derbarê pirsa kurde çê bikin. Bê guman bersîva van terefana bi karê amatorî (hobî) nabe, her weha divê karên kudolojîyê ên ji alî kurdan de dibe dive bi zimanên biyanî jî (İngilîzî, Fransî ,Almanî,Rûsî û hwd) bêne weşandin., Ji ber ev welatên kurdistan percekirine û hinek welatên ne xêrxwazên Kurda giranîyê didin zimanên biyanî û ev karên wan yên dijberîya kurdan her cuqas ne bi dilê me be jî lê ew pir bi hosteyî û xebat dikin ku jêre kirasekî ilmî bibînin û ev karên wan heta derecakê teesîra xwe dike ji ber ev karên wan dibin jêder ji rojhilatnas û kurdnasên biyanîre, hemû ev karên wan dikevîn bîblîotekên welatên biyanî wek karên ilmî. Ji ber wê divê em Kurd jî bi karîbın bersîva wan bi awayekî ilmî , mustewak bilind û bi zimanên biyanî bidin dakû ji rojhilatnas û kurdnasên biyanîre bibin jêder. An na bi amatorî, pevçûn an jî wan bi nezantî gunehbarkirin tu feydê nade. Ji ber wê jî di vê derbarê de karê berêz N.M. mînakeke gelek hêjaya.
Ez spasîya xwe pêşkeşîdost û hevalê xwe berêz Nodar Mosakî dikim ji bo vî karê ilmî di warê kurdolojîyê de . Hêvîdarim wê di karên xwe yên pêş de her baştir û serkeftî be.

[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.