Salvegera Komkujîya Bîranîna Şehîdên Halabja 16.03.1988
Ezman dihejiya
Ji gure gura belafiran
Çiya diherifîn
Bi teqîna kîmyewiyan
Ma ne şerm bû guh
Ma ne şerm bû te seh nekir...
Karê revê dikir pê negihişt
Heftê salî bû pîra pêxwas
Termê bilbil daleqandî bi darêve
Bîn pêketî serî hevraz
Ma ne şerm bû poz
Ma ne şerm bû te bîn nekir...
Dayik di xew de dest jê dûr bû
Morikê sor û zer dikirin hewar
Dergûşa darînî bêhemd dihejiya
Di perpitî tê de por zêrîna min bîn diçikiya
Ma ne şerm bû dil
Ma ne şerm bû te qîr nekir...
Ji asîmana barana jehrë dibariya
Bi xezeb dadiket li ser erdê vî welatî
Di bejêde mîna masî dilibîtî bê umîd
Herêm çav nêrî te bû ti nehatî
Ma ne şerm bû dest
Ma ne şerm bû te kar nekir
Hedimandin taba sedê sala bê jimar
Heta bi kurmikê bin kevirê vî welatî
Jimar ne hesane bi dehên hezar
Ê ku filîtîn li ber deriyan bûn hejar
Ma ne şerm bû çav
Ma ne şerm bû te temaşe kir...
Bavê Diyar Batmanî