BKM a Yilmaz Erdogan bi Kurdan henek û tajangan dike | Bavê Îsmaîl
Beriya niha TRT 6ê di bernameya xwe ya bi navê Gulbarîn de ku moderatoriya wê Engin Karademir (Berdan Mardini) dike, komek eletewş derxist û wê komê bi skeçên xwe henekên xwe bi Kurdan kir. Kurd di dirûvê xurifî, nezan, bêîestetîk dabûn nîşandan û ji temaşevanan xwestibûn bi navê komediyê bi viya bikenin. Zû de ye, BKM bi karakterên skeçan Kurdan biçûk dixîne, heqaretê li Kurdan dike. Tişta xerîb jî xwedî û berpirsiyarê BKMê Kurd e û pirraniya lîstikvanên wan jî bi eslê xwe Kurd in.
BKM bi popûlîzm û berjewendperestiyê ku ji zîrekiya gundîtiya Yilmaz Erdogan tê li Tirkiyeyê gelek navdar bûye. Bi fîlmên xwe, bi şanogeriya xwe ve BKMê ji xwe re cihekê girîng çêkiriye. Taybetiyên BKMê:
- Pirranî jinavêberjêr peyaman didin
- Popûlîzm
- Pragmatîzm
- Bêregezî
Fînansorê Artêşa Romê
Yilmaz Erdogan bi eslê xwe ji parêzgeha Colemêrgê ye, Kurd e. Lê di tevahiya jiyana xwe de xwedî li Kurdbûna xwe derneketiye. Carekê bi riya TVan bi zindî 100 hezar Lira bo artêşa Tirk bexşandibû û pesnê artêşê dabû ku ketine Başûrê Kurdistanê. Eviya bilez bala rayagiştî kişandibû. Tirkan pesnê wî dabûn, Kurdan jî ew şermezar kiribûn. Erdogan herwiha gelek caran alîkariya diravî daye artêşê.
"Birayê wî Mustafa Erdogan jî assîmîlatorek e"
Birayê Yilmaz, Mustafa Erdogan jî kesekî navdar e. Pêşengiya Koma Agirê Anatoliyayê (Anadolu Ateşi) ya ku folklora tevahiya rojavayê Asyayê dixe malê Tirkan, dike. Ev kom pirranî li derveyî welat konsertan lidardixe, propaganda û reklama Tirkiyeyê dike. Folklora Kurdan jî dike malê Tirkan. Ji aliyê dewletê ve piştgiriyê digire. Mustafa Erdogan jî herwiha li Kurdbûna xwe xwedî dernakeve. Gelek kes wî wekî "assîmîlator" binav dikin. Lewra bi karê xwe pişavtin û tirkîzekirinê dike.
Fîlmên Yilmaz Erdogan jî heqaretê li Kurdan dike
Erdogan di fîlmên xwe de pesnê nirxên Dewleta Romê (şehîdbûn hwd) dide, bi zanabûn an nezanî heqaretê li Kurdan dike. Bo mînak di fîlma xwe ya yekemîn de eskerekî Kurd ê li Kîprosê di şerê Tirk-Yewnan de jiyana xwe jidest daye dipesinand.
Esker bi xwe qurbanek bû, bi dilê xwe neçûbû eskeriyê. Yek jî ew bi eslê xwe Kurd bû û şerê Tirk-Yewnan jî ne di berjewendiya Kurdan de bû. Di wê şerê de Tirk dagirker û neheq bûn. Artêşa Romê jî ji bo Kurdan ti tişteka erênî nîne. Ango Erdogan rasterast heqaret li Kurdan dikir.
Di fîlma xwe ya dawî "Ev tevgerên gelek filmane ne - Çok guzel hereketler bunla" de, kîjan karakterê nebaş, neyînî û kirêt hene wekî Kurd daye nîşandan. Bo mînak zilamê ku di bêhnvedana li wargehên tûrîstîk de destdirêjiya namûsa xelkê dike wekî Kurd daye pêş. Zilam bi devokê Kurdên Tirkî fêr bûye diaxive.
Dîsa di beşa "Mixmixkan/Vizikan/Mêşûleyan - Sivrisinekler" de karakterên qaşo Kurd bikaraniye. Mixmixk nahêlin malbatek bixewin, aramiya wan hebe. Beriya ku êrişa vedanê bikin govenda Şêxanî digirin.
Mirov nikare viya wekî tesadûfek binirxîne lewra rasterast hemî karakterên nebaş dike para Kurdan. Bêhna kompleksa xwebiçûkdîtinê ji berhemên Yilmaz Erdogan tê. Di fîlma "Jiyana Dilşahî - Neşeli Hayat" de karaktêrên wî yên sereke dîsa Kurd in, dibin û tînin riya teslîmiyetê dipejirînin.
11ê kewçêrê 2010
Bavê Îsmaîl