NÛÇE
» Serokê Goranê Noşîrwan Mistefa di halekê têkder de ye
HEWLÊR, 29/1 2011 — Rêxistina Goranê ko ti projeyeka wê ji bo pêşxistina Kurdistanê nîne îro êvarî bi beyannameyekê got bila Parlamentoya Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê, serokatiya Kurdistanê û hemî dezgehên Kurdistanê hilweşin û ji xelkê xwest ko kaosê çêkin. Partî û Yekîtiyê bi hev re got her çi xirabiya ko çêbe ew dê serkirdeyên Goranê jê mesûl bibînin û dê bersiveka dijwar bidin Goranê.
Goran di daxuyaniya xwe de behsa Sûdanê û Misrê dike û dibêje bila xelkê Kurdistanê wekî li wan welatan li hemberî desthiltê derkeve û dibêje:
1. Bila Parlamentoya Kurdistanê hilweşe.
2. Bila hikûmeta Kurdistanê hilweşe.
3. Bila qanûna esasî ya Kurdistanê dernekeve.
4. Bila rêxistina Parastin û Zanyariyê û dezgeha Asayîşê jî nemîne.
5. Bila serkirdeyên Partî û Yekîtiyê xwe tevlî ti karên hikûmetê nekin.
6. Bila Partî û Yekîtî milkê ko wan ”dest daniye ser” li hikûmetê vegerînin.
7. Bila di mideta sê mehan de hilbijartineka nû çêbe.
Partî û Yekîtiyê jî îşev bi hev re daxuyaniyeka pir dijwar li hemberî Goranê belav kir û got wan heta niho zêde tehemila Goranê kirine lê belê wisa diyar e ko Goran qedrê vê azadî û hizûra li Kurdistanê heyî nagire û got:
”— Gelî xelkê şerefmend yê Kurdistanê! Wisa diyar e ko serokên Goranê vê nermî û vê siyaseta me ya tejî hestên niştimanî û neteweyî bi awayekê xirab û wekî lawaziyekê rave dike. Lewra vê êvarê wê [Goranê] beyannameyek ji bo dijayetîkirina serokatiya herêmê, parlamentoyê û hikûmeta Kurdistanê ko bi awayekê şer‘î hatine hilbijartin derxist û bi awayekê resmî bi navê Goranê daxwaza hilweşandina parlamento û hikûmeta Kurdistanê dike.
Wekî bersiv bo vê siyaseta bêmesûliyet ya tevgera nexjixwe ve navê wê Goran e em wekî polîtbîroya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê radigihînin ko:
Ya yekê: Em, serokên Goranê wekî tik û tenê berpirsên webala vê beyannameyê û vê helwêsta wê ya siyasî ya li dijî meşrûbûna parlamentoyê û hikûmetê dibînin û ew dê tehemila vê bikin. Hîç terefekê dî û hêzeka kurdistanî ne digel wê de ye.
Ya didoyê: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê radigihînin ko hemî şiyana xwe, şiyana grupa xwe ya li parlamentoyê, şiyana xwe ya li hikûmeta Kurdistanê, şiyana xwe ya hizbî, cemawerî, siyasî û têkiliyên xwe yên nêvneteweyî li hemberî her planeka kaosçêker aktîv dikin û rê nadin ko hêzeka darbecî rewşa aram ya aborî, kar, hizûra xelkê, asûdetiya xelkê û xweşbextiya xelkê ya ko bi saya tecribeya demokratîk, azadî û asayîşa Kurdistanê çêbûye têkbidin.
Ya sêyê: Berpirsiyariya hemî rûdaneka mezin û biçûk li Kurdistanê, di nêv xelkê de, di nêv dezgehan de, li baregehan, bankeyan, li hemberî mêvan û dostên Kurdistanê, yanî her rûdaneka dîrekt yan endîrekt ko çêbe em wekî Yekîtî û Partî dîrekt serokên Goranê jê berpirs dizanin û aşkera dikin ko em dê wan rûbirûyê cezayê qanûnî bikin.”
Ji bilî vê bersiva pir zelal û dijwar ya Yekîtî û Partiyê serokatiya Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê got li Kurdistanê çi guhortin çêbe dê bi rêya hilbijartinan û sindoqên dengdanê çêbe û got ew dê bersiveka dijwartir jî bide vê plana têkder ya Goranê.
-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Goranê stoyê xwe bi kêrê ve anî