بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

NAVEND/(Navend ji bo Lêkolînên Kurdî) 10 hiqûqnasên Kurd (dozger, dadwer, parêzer... û hwd.) ji başûrê Kurdistanê vexwendin Almanya. Ji 7'ê Îlonê û pê ve, hiqûqnasên Kurd li Almanya li dadgehên cuda (îdare, ceza... û hwd.) hevdîtinan pêk tînin. Şanda hiqûqnasan serdana dozgeriya Dusseldorfê kirin û zindanek ziyaret kirin. Roja 9'ê Îlonê şanda hiqûqnasan li Parêzgeha (NRW) hevdîtinekê ligel cîgirê serokê Parlamentoya eyaletê pêk anî. Di vê hevdîtina şanda hiqûqnasan de nûnerên fraksyonên di parlamentoyê de jî amade bûn. Piştre wezîra edaletê Roswitha Müller-Piepenkötter ligel şanda hiqûqnasan civiya. Di programa şanda hiqûqnasan de hevdîtina ligel berpirsiyarê Mişextiyan di hikûmeta (NRW) de Thomas Kufen û rawêjkarê wezareta edaletê Jan Söffing jî heye. NAVEND roja 13 Îlonê di navbera seet 14.00 – 16.30 de li Zankoya Bonnê, li navnîşana Konviktstr. 9, 53113 Bonn li ser sîstema hiqûqê civînekê ligel şanda hiqûqnasan amade dike. Di vê civînê de wê rewşa hiqûqê li başûrê Kurdistanê were nirxandin, her wiha wê mijara rêkxistina hiqûqnasan, mafê jinan û yasayên di derbarê wan mafan de agahdarî werin dayîn. Di derbarê destûra bingehîn de li başûrê Kurdistanê, perwerdekirina dadweran û serbixwebûna wan, wê nirxandin çêbibin. Civîn wê bi pirs û bersivan bi dawî were. NAVEND di sala 2007 de jî 12 hiqûqnas, her wiha rojnamevan, karmendên tendurustiyê, karmendên perwerdeyê û gelek kesên din ji başûrê Kurdistanê vexwendibûn Almanya.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.