بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Biryara dadgeh û walîyê dewleta tirk, helwesta rêxsitinên Kurdistanê bi civîna çapemenî û çalakiya rûniştinê hat protestokirin... Îbrahîm GUÇLU (ibrahimguclu21@ gmail.com) Dadgeha Cezyê ya Sulhê ya 2-emîn a Diyarbekîrê dawetnameya Bîranîna Tevgera 1925-an, Waliyê Diyarbekirê jî panel qedexe kir. Piştî van biryaran Komîteya Bîranînê biryar da ku li ber Şeredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê van biryaran protesto bike. Ev protesto û rûreşkirina biryarên dezgeh 3u desthilatdarên dewleta tirkan îro (28. 06. 2008) pêk hat. Bi sedan kes beşdarî civîna çapamenî bûn. Di destpêkê de ji bona Serok û Têkoşerên Kurdistanê rêz hat girtin û yek deqîqe hat rawestandin. Di civînê de min li ser biryara dadgeh û walî axevtinek kir. Ez ev axevtena xwe li jêr pêşkêş dikim. Li ser navê Komîteya Bîranînê Şêx Zeynel Abîdîn Ozalp bi kurdî, Mehmed Konuk bi tirkî bîrûreyên hevmişterek yên Komîteya Bîranînê pêşkêş kir. Ji bona serok û şehîdên Kurdistanê fatîhe hat xwendin. Piştî van xebatan, ez ji bona ku biryarên dewletê, helwesta sist ya rêxistinên Kurdistanê bi tevayî protesto bikim, min dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bi dehan kes jî, ji bona piştgirî beşdarî çalakiyên bûn. Pişt re jî, min bersîv da rojnamevan û telewîzyonçêkaran. * * * EZ/EM BIRYARA DESTHİLATDARÊN DEWLETA TIRKAN BI DENGEKÎ BILIND RÛRÊŞ Û ŞERMEZAR DIKIN... Xwişk û Birayên Delal, Beg, Mîr, Şêx, Axa, Karker, Gundî, Reşweşbîr û Siyasetvanên Kurdistanê, 17ê Nîsanê1925-an, 27ê Gulanê 1925-an, 28-29ê Hezîranê 1925-an di dîroka Kurdistanê de rojên gelek tarî ne. Kurdistanê di wan rojan de serok û têkoşerên xwe yên gelek hêja, leheng, bi aqil wendakirin; neteweya Kurd bê aqil û bê serok man. Di wan rojan de, serok û têkoşerên Serîhildan û Tevgera 1925-an Şêx Seîd Efendiyê Pîranê û Xalid Begê Cibr'î û Hevalên wî hatin darde kirin. Dema ku mirov li peyvên wan serokên Tevgera mêze dike, tespît dike ku çima devleta tirk hîn ji wan re dijmine. Ez dixwazim ji wan çend pêyvên serokên Kurdistanê bînim ser zimên. Serokê Tevgerê Şêx Seîd Efendî dibêje ku: “Îro jiyana min a li vê dinyayê bidawî tê. Ez ne poşman im, lewra ez ji bo neteweya xwe tême gorîkirin. Tenê daxwaza me ev e, ku neviyên me li hemberê dijminan me şermazar nekin.“ Serokê Rêxistina Azadî dibêje ku: “Ez li hemberê we tenê nînim. Di pişta min de li Îranê û li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyekî gewre yê kurd heye. Îro hûn min darve dikin, lêbelê em qet şik ji vê yekê nakin ku dê sibêroj neviyên me jî, we tune bikin.“ Kemal Fewzî dibêje ku: “Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwediyê malê em in, kî çi dibêje bila bêje, emê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewra ew yê me ye.“ Dr. Fuad dibêje ku: “Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser tême darvekirin, bêguman dê rojekê ala serxwebûnê li ser bête hilkişandin.“ Ev peyvan derdixin holê ku Dewleta kolonyalîst a dijminê neteweya Kurd bi kuştina wan serokan çi qezençkirine. Lewra di Tevgera 1925-an de beşek, pişt re jî di Tevgera 1932-an de li Agriyê, di sala 1938-an li Dersîmê beşek serokên Kurdistanê hatine kuştin. Wê demê dewlet biserket. Lewra hîn ji wê demê vir ve jî, li Bakurê Kurdistanê serokatiyeke Kurdistanî nehat meydanê. Bi deh salan gelê Kurdistanê, kurperwer'ên Kurdistanê nikariye ji serok û têkoşerên re xwedî derkevin. Bes piştî salên 1970-yî tevgera Bakurê Kurdistanê bi gelek şaşiyên xwe ve jî, ji serokên Tevgera 1925 û tevgerên din re bi awayekî xwedî derketin. Piştî salên 1980-yî ew jî mimkûn nebû. Çend sal in ku çandeke nû diqewime û ji serok û têkoşerên Tevgerên Kurdistanê re xwedê tê derketin. Xebata me jî, beşek ji wê xebatê ye. Me biryar da ku em Serok û Têkoşerên Tevgera 1925-an bi çend çalakiyan bîrbînin. Yek çalakiya me, ev panelê bû. Çalakiya me ya duyem, li pêş Mîzgefta Mezin, li ciyê ku serokên Kurdistanê hatine darde kirin bîranîn; emê sibê vê wezîfetya xwe pêk bînin. Çalakiya me ya sêyem jî, emê di 04. 07. 2008-an de di saet 14.00-an de piştî nimêja înê, li Mala Taziyê yê Lîceyê mewlûdê bi kurdî bê xwendin. Ji bona vê yekê me wek Komîteya Bîranîne bi malbatên serok û têkoşerên Tevgera 1925-an re danûstandin kir. Ew ji ciyê dûr hatin vira. Şêx Ehmedê kurê Şêx Seîd Efendîyê mezin bi ew emir û nexweşiya ji Erzorumê hatiye, lê ji bona ku li ser piya nikare raweste, me nikarî ku wî bînin vira. Wan careke din wezîfeya xwe li hemberî serokên me û bavûkalên xwe anîn cî. Em ji wan re û ji we re sipas dikin ku hûn bi me re ne. Hezar mixabin dewleta koonyalîst ya bürokrasiya sivîl û leşker panela me qedexe kir. Ji bona vê em li ber tavê, ji bona ku biryara dadgehê û wîlayetê protesto bikin; wezîfeya xwe li hemberî serok û têkoşerên Kurdistanê pêk bînin, em li derva civiyan e. Ji bona vê me bibexşînin. Lê em baş dizanin ku ji bona ku hûn vatiniya xwe ya neteweyî û Kurdistanî bînin cî we di jiyana xwe de gelek zehmetî dîtine û hûnê tehemûlî vê zehmetiyê û zehmetiyên din yên xirabtir jî bikin. Walî dema ku panela me qedexekiriye berjewendî û ewlakariya kamuyê, hizur û ramana civakê gûya dayê berçav. Ev sedeman, sedemên xuya yî ne. Lewra em baş dizanin ku aram û hizura kurdan ji bo wan ne girîng e. Sedema esasî ya qedexekirinê ew e ku ew dijminên mafê neteweya kurd in û ew ji navê Kurdistanê ditirsin û ew dixwazin ku Kurd di bin bandora neteweya tirk û dewleta kolonyalîst de jiyana xwe bidomînin. Ew, ji jiyarbûna neteweya kurd, ji Tevgerên Kurdistanê, ji serokên Kurdan, ew ji we, ji her kurdekî tirsin. Ji bona vê yekê her kurdekî dijmin dihesibînin û dixwazin kurdan bikin tirk, yan jî ji holê rakin. Yekûyek, bi sedan, bi hezaran, bi dehzaran, bi sedhezaran qetilikirina kurdan ji bona vê yekê ye. Dijminiya dewleta tirkan, ji bona vê li dijî Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Otonomiya Kurdistanê ya sala 1970-yî û Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji bona vê dixwazin ku Dewleta Federe ya Kurdistanê bê hilweşandin êrişên leşkerî pêk tîne. Gelo ji bo kurdan panel û an jî civînek çawa dikare hizur û ramana civakê xerab bike? Desthilatdarên dewletê dema ku ev biryara girtin, ji kurdan pirsiyan ku panelêke di derheê serok û têkoşerên Tevgara wan ya Tevgera 1925-an de wan bê hizur dike, yan na? Lê em baş dizanin ku desthilatdarên dewletê tirkan hîç demekê îradeya neteweya kurd nehesibandine û ciddî jî negirtine. Wan biryarên xwe her demê gorî refleksên xwe yên kolonyalîst û ji kurdan re dijmin girtine. Ev biryara yek ji wan birayaran e. Dewlet û desthilatdarên tirkan dijminên maf û azadiya xweîfadekirinê û fikir in. Ew li dijî bîrûreyêm kurditî û rêxistinîbûna gelê kurd in. Ew dixwazin ku kurd bi her awayekî di nav tirkan de bên helandin. Ew li dijî maf û azadiyên mirovî ne. Ew şiklî dixwazin bibin Ewrupayî, lê ew naxwazin ku bibin demokrat, ji mafê kêmneteweyan û neteweya kurd re rêz bigrin. Ew biryara desthilatdarê dewletê, li dijî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, Beyannameya Mafên Mirovî ya Navneteweyî, Krîterên Kopenhagê û Belgeya Şerîkatî ya Beşdariyê ya Ewrupayê; li dijî Peymanên ku mafên neteweyan û kêm neteweyan diparêzine ne. Ew biryara desthilatdarên dewleta tirkan, li dijî hiqûqa navneteweeyî û heta li dijî hiqûqa herêmî ye jî. Ew her demê ji dervayî hiqûqê dilivin. Hafiza ya wan ya nehiqûqî gelek zindî ye. Wek tê zanîn ku serok û têkoşerên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya 1925-an jî li Dîwan-a Herbê û li Mehkemeyên Îstîqlalê şiklî hatin girtin û hatin îdam kirin. Ji bona vê yekê ez biryara wan ya di derheqê serok û têkoşerên Kurdistanê de tune, ne meşru, ne hiqûqî, ne însanî îlan dikim. Di merhelaya nû ya Tevgera Bakurê Kurdistanê de jî ev bêhiqûqiya bûye sîstemekê û îro jî ew bêhiqûqiya dom dike. Li Amedê walî, dozger, hakîm, dadgeh bi bi emrê polîsan biryar digrin. Ji bona vê jî li Kurdistanê dewleta kolonyalîst di hemendem de dewleta polîsan e. Dewlet û desthilatdarên tirkan ji xebata vekirî û bêîttaatkar ditirsin. Lewra piştî şerê sar û di şertên dinyaya îro de xebata vekirî û demokrat û bêîtaatkarî dewletê dixwe tengasiyê. Lewra xebata vekirî û bêîtaatkar jêbere wan xerab dike. Dewleta Tirkan ji bona ku jiyana xwe bi teror û şiddetê didomîne û dewleteke terorîst e, ji bona ku ev jiyana xwe bidomîne hewcedarî awayê hêan yên ku wan meşru nîşan bide ye. Ew dixwazin ku her kurdek di şertên veşartî de xebat bike û xwe bi rêxistin bike. Kurd jî wek wan metodên ne însanî bi kar bînîn, pişt re jî ew rabin van karan ji bona meşruiyeta xwe mihafaza bikin, bi kar bînin. Ji bona vê yekê ez gelek aşkere diyar dikim ku divê em nayên lîstika desthilatdarên dewleta tirkan. Divê em her demê karên vekirî û karên ku meşruiyeta dewleta tirkan muhasebe bike û derxe holê tespît bikin û bixin jiyanê. Ji bona vê dema ku wan îzin neda panel, konferans, civînên vekirî yên minaqeşeyê yên kurdan; divê em “Panelên Kolanan“, “Konferansên Kolanan“ û awayê xebatê yên wekî din ku dewleta tirkan bixe rewşeke zor pêk bînin û jêbere dewleta tirkan xerab bikin. Ez piştî van tespît û nerînên xwe, li ber serok û têkoşerên Kurdistanê û we, desthilatdarên dewleta tirkan bi dengekî bilind protesto û şermezar dikim. Ez dibêjim ku li Rojava Tirkiyeyê di nav dewletê de nekokî û dijminitî hebe jî, ev nekokî û dijminitî li Kurdistanê diqede. Walîyên Partiya AK-ê jî, ji bona dewletê û ew dewleta ku dixwaze mifte li deriyê partiya wan bixe re, xebat dike. Heta dikarim bibêjim ku di van rojên dawî de mensup û alîgir û bûrokratên Partiya AK-ê ji bona ku ji dewletê re xweş û şêrîn xuya bikin, îşguzarî dikin li Bakurê Kurdistanê û li Herêma Federe ya Kurdistanê ji karên sererkaniya dewletê re dibêjin erê, an jî bi hev re van karan dikin. Bimînin di xêr û xweşiyê de. Amed, 28. 06. 2008

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.