Êzdîyên bê xweyî
Van rojan, li navça Aştarake, komara Ermenistanê serê çar endemên malbeteke êzdîyan jê kirine. Berê tenê serê azarîyan jê dikirin, niha êdî serê êzdîyan jî jê dikin. Çi hovîtî!
Bingehê vê bûyarê dikare sîyasî be, çavên êzdîya ditirsînin, wekî ji Ermenistanê derkevin, wekî mal û milkê wan bibin xweyî. Heta niha gelek caran bûyarên wa bûne. Bê guma dikare karê krîmînalan jî be, pirs ew e, wekî îro li Ermenistanê krîmînal jî zanin, gava qurbanî êzdî ne, yan wê neyên ceza kirin, yan jî wê bi ceza sivik bifilitin. Ev yek jî ji wan re dibe helan.Ji bo em rewşa êzdîyan li Ermenistana îroyîn baş tê bigihîjin, ez ê hinek bawerîyên Ezîzê Emer Tamoyan li vir bînim ku wî dema hevpeyvîneke bi rojnamavanê Brîtanî Onik Krikorian gotine. Ezîzê Emer ji wan kesan e ku bi navtêdana ermenîya sala 1989 an dest bi bizava êzdîyan kir û xwest êzdî wek netewek ji kurdan cihê bên nas kirin. Ji roja destpêkê, heta îro propoganda wî dijî kurda ye, kurdên êzdî jî di nav de. Ew herdem kurda çawan dijminê êzdîya û ermenîya raber dike. Hema di destpêkê de çi rêxistinên ermenîyaye civakî û sîyasî, çi hukumata Ermenistanê bi tam piştgirtina wî dikin. Ermenî ji bo Ezîzê Emer her tişt bûn; bav û bira, xweyî, xudan. Gava Ezîzê Emer gaznê xwe ji ermenîya dike, usane kêr giîştîye hestû. Gor bawerîya serokêYekîtîya Netewî, ya Êzdîyen Ermenistanê Ezîz Tamoyan, wekî xwe usan jî kivş kirîye Serokê Êzdîyên Seranser Cihanê, “Êzdî bêyî ku bêne parastin dijîn. Mal û hebûna êzdîya talan dikin, agir berî malên wan didin. Kesên van kara dikin zanin ji ber ku qurbanî êzdîne, ew bên girtin jî wê tenê hinek cirm bidin. Êzdî ji alîyê yasayê ve nayên parastin, yasa divêt ji bo gel gişkî weke hev be, lê usan nîne'. Ew berdewam dike: “150 malbetên êzdîya ji xanîyên wan der kirine, niha li kolanan dijîn, ermenî ketine xanîyên wan. Hukumat vê yekê zane [1]. Di hevpeyvineke mayîn de ew dibêje, wekî hinek êzdîyên perê bajer diman, axa wan, xanîyê wan hebûn, niha hatine der kirin, neçar mane ji welêt herin. Êzdîya pez, dewarê xwe li zozana diçêrandin, zozan jî ji dest wan girtin, ew jî neçar man ji Ermenistanê koç bikin. Dibe ku 50% êzdîya êdî ji Ermenistanê koç kirîye [2]. Belê ermenî îro li êzdîya hatine xezevê, êzdîya neçar dikin ji Ermenistanê derkevin. Êzdîya hatne xezevê, wan êzdîya ku dema Cenga Cihanîye Yekemîn li devera Tûr Abdîn ji bo ermenî parastin û nedane destê eskerên tirka, dûarojê tirka dor mîlîyonek ji wan qir kirin. Êzdîyên Şengalê jî bi deha hezar ermenî parastin, di malên xwe de xwedî kirin û nedan destê tirkan. Artêşa tirka çû ser wan jî, lê êzdîyên Şengalê berxwedan kirin û nehîştin tirk têkevne Şengalê. Bi vê berxwedanê ji qir kirinê filitîn. Sala 1918 an, gava artêşa tirka nîvê Ermenistana îroyîn dagir kiribû û pirsa mayîn û ne mayîna Ermenistanê bû, bilî êzdîyên di destên mayîn de dijî eskerê tirka şer dikirin, 750 sîyarê Cahangîr axayê êzdî, çi li qewxa Abaranê, çi jî li qewxa sereke, ya Sardarabadê, roleke gelek mezin lîstin ji bo rawestandina artêşa tirka. Belê, di dîrokê de êzdîya gelek caran ber ermenîyan ve xwîna xwe rêtîye. Û îro ermenî li êzdîya hatine xezevê, Xwedê jî gerek qebûl neke! Pareke êzdîyên Ermenistanê xwe bêxweyî kirin, lê divêt em wan bêxweyî nehêlin. Vê roja giran hukumata Herêma Kurdistanê, rêxistinên kurdaye ji welêt der gerek êzdîyên Ermenistanê xwedî derkevin.
Tosinê Reşîd
[email protected]
Jêder: Netkurd
[1] groong.usc.edu/orig/ok-19980611.html
[2] groong.usc.edu/orig/ok-20040916.html
Re: Li Êrîvanê serê 4 Kurdên Êzîdî hate jêkirin yek ji wan zarok