Li Êrîvanê serê 4 Kurdên Êzîdî hate jêkirin yek ji wan zarok bû
Li paytexta Êrîvanê gundê Asterake 4 Kurdên Êzîkî bi hovîtî hatine kuştin. Serê wan hate jêkirin, yek di nava kesên ku serî hatin jêkirin de zarok bû.
Navê wan kesan wiha ye: Mecid Hasoyan (60) Zarif Hasoyan (55), keça wan Narînê (37) û neviyê wan Tengize (13)
.
Hefteya borî laşê wan kesan di mala wan de hate dîtin.
Li gora ajansa ANF, 2 hemwelatiyên Ermenî, derengê şevê avêtine ser mala Mecîd Hisoyan, Zerêfe û Narînê girêdane, piştre jî Mecîd derxistine derve û ew kêr kirine. Kujeran serê Mecîd jêkirine. Piştre vegeriyane hundir û vê carê serokê Zerîfe û Narînê jêkirine. Piştre jî rabûne serê neviya wan Tengizê ya 13 salî jêkirine.
Polîsan 2 Ermeniyên gumanbar girtin, lê belê heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.
ANF diyar dike ku medyaya Ermenistanê li ser vê bûyerê titşek nenivîsand.
Amadekirin: D. Dara
www.avestakurd.net/news_detail.php
Re: Li Êrîvanê serê 4 Kurdên Êzîdî hate jêkirin yek ji wan zarok