بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

YADÎ BI BÎRANÎNA SANZDEHSALIYA SEHÎDÊ NEMIR Dr. EBDUREHMAN QASEMLO

Em bi rêz mamosteyê demokrasiyê, alim û rêberê mezin têkoser, sehîdê nemir
Dr. Ebdurehman Qasemlo û hevriyên wî bi bîr tînin.

Dr. Ebdurehman Qasemlo û hevriyên wî sanzdeh sal berê, bi êrîsek terorîstî,
bi biryara mejîtariyên destgemarî hatin sehîd kirin. Ew di demeke ku ji bo
miletê kurd û ji bo hemû kêmnetewên Îranî bûbû hêviyeke mezin de, hat
sehîdkirin.

Sehîdkirina Dr. Qasemlo qelsî û têkcûna dijmin ya li hemberî bîr û raya azad
û demokratîk eskere dike. Bîr û baweriyên wî rewsenbîrê mezin astî, azadî û
demokrasî niha bûne projeya demokratîzekirina Rojhelata Navîn û tarîtiyê
ronahî dike.

Bi xwîn xwêdan û qaremaniya sehîdên nemir, li Basûrê Kurdistanê miletê kurd,
bi yekîtiya netewî dîktatoriyê roxand û dewleta xwe ya azad û demokratîk
damezirand.

Ji bo rûmetgirtina bîr û baweriyên sehîdê nemir, ji bo berdewamiya doza Dr.
Qasemlo, ji bo serkeftinê û ji bo bidestxistina mafê carenûsî yekîtiya
netewî pêwîst e.

Dr. Qasemlo û hevriyên wî ji bo ku miletê kurd bigihîje mafên xwe yên netewî
û demokratîk bi qaremanî têkosîn dan û gihîstine karwanê sehêdên azadiya
Kurdistanê. Ew li her car besên Kurdistanê wek sehîdên nemir û rêberên doza
pîroz tên bi bîranîn û di dilê miletê me de dijîn.

Baweriya me bi miletê kurd, bi heval, hevrê û hemû kadirên ku bi bîr û
baweriyên nemir Dr. Qasemlû hatine perwerdekirin heye ku ew dê bêrawestan
doza mafê miletê kurd heta serkeftinê bidomînin.

Sehîd namirin. Bila giyanê wan yê pak û pîroz sa be!
Mizgîniya azadiya hersê besên Kurdistanê ne dûr e.
Bijî yekîtiya miletê kurd.

KOMÎTEYA HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
13/07-2005

KOMÎTEYA HEVKARÎ/Swêd
Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
Kurdiska Samordningskommittén i Sverige
(Kurdiska och Kurdistans politiska partiers samordningskommittén i Sverige )

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.