بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

NEWROZA HEMÛ KURDAN Û KURDISTANÎYAN PÎROZ BE!

JI BO RAYA GIŞTÎ!

NEWROZA HEMÛ KURDAN Û KURDISTANÎYAN PÎROZ BE!

Wekî hersal, îsal jî dîsan gelê Kurd, li her çar parçên Kurdistanê û li derveyî welêt sersala xwe, ango Newrozê xwe bi awa û şiklên cur bi cur pîroz dike..

Ev roja dîrokî wekî mercekî bingehîn a hebûna gelê Kurd, ev hezaran salin wekî nîşana serxwebûn û azadîya Kurdistanê li ser axa Kurdistanê tê pîrozkirin... Dagirkerên Kurdistanê hertim hewl dan Newrozê wekî cejnekî netewî û sembola berxwedanê holê rakin... Lê, ew di vê armanca xwe de serneketin.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê piştî Raperîna mezin heta niha ev 14 salin di rewşek azad de li ser axa Kurdistana azad Newroza xwe pîroz dike.. Îro jî gelê me, ê Kurdistana Azad xebat dike û têdikoşe ji bo cihbicihkirin û nasandina yasayî, destkeftên Raperîna pîroz a sala 1992’ê.

Hersê parçên din ên Kurdistanê, gelê me vê rojê wekî roja berxwedanê li dijî dagirkerên Ereb, Tirk û Faris pîroz dike...Li gel sazkirina Hukumet û Parlamena Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê rojek nû li ser axa me peyda bû, xewna me, a hezaran salan cihbicihbû. Ew roja ku li Başûrê Kurdistanê derket, tîrêjên xwe ên azadîyê û serxwebûnê dişîne ji bo parçên din ên Kurdistanê... Ev jî tirsek mezin dixe li nav dilên dagirkerên Kurdistanê..

Gelê Kurd di meha adarê de li Kurdistanê û li derveyî welêt dîsan li ser pîyan e.. Ji ber ku meha adarê hem ji bo gelê Kurd, meha şînê û karasata ne (Helebce) û hem jî meha şadbûnê ye.. Di vê mehê de li keleka gellek rûpelên tomarkirî, ên serkeftinê û serbilindîyê; rûpelên reş jî di dîroka me de hene... Ji ber ku, di vê mehê de şerê di navbera gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê de digîhîje asoyê xwe, ê herî bilind.

Îro li Bakurê Kurdistanê pêşîya gelê me gellek erkên netewî hene, ku pêwîste bêne cihbicihkirin. Ji nû ve vêjînkirina tevgera welatparêz û pûçkirin dek û dolavên dewleta Tirk û nokerên wan ên xwefiroş, erka serekî ye..

Dîsan em bi navê Partîya şoreş Kawa, bangî gelê Kurdistan dikin, xwe li ser hîmên netewî û welatparêz rêkbixin, ala şoreşê li Bakurê welêt bilindbikin û waz ji rêzên hêzên Kurdfiroş bînin û piştgirîya tevgera Kurd a parçên din bikin û bi taybetî jî destkeftên netewî li Başûrê Kurdistanê wekî çavên xwe biparêzin.

Em dîsan wekî Partîya şoreş Kawa, sersala hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dil û can pîroz dikin.

Bijî Newroz!
Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî û demokratîk!

Partîya şoreş Kawa
20.03.2005

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.