بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Almanyayê jî „fifty-fifty“

Îro hilbijartinên gishtî li Almanyayê hebûn... Gelê Alman îro cûn li ser sanduqan ji bo hilbijartina 613 endamên Parlemanê..

Ev cend mehin, hemû rageyandina Almanî li ser vê mijarê disekinî.... Hemû pêshbîneyên li ser vê mijarê hatin rojevê, hemû nerast derketin..

Rapirsîyên ji alîyên sazîyên rapirsiyan dihatin kirin, wisa nîshan didan ku, di hilbijartinan de CDU û CSU serdikevin... SPD û Grunen jî winda dikin..

Niha demjimêr heftê êvarê ye.. Di derheqa encamên hilbijartinan de hemû dezgayên nûcan agahdarîyan didin..

Li ser herdu Partîyên konservator, nûceyên gellek bash nayên.. A. Merkel wekî jin û kesekî rojhilatê Almanyayê serneket... Wê jî wekî Edmond Stöber winda kir..

Niha di televîzyonên almanî de SPD der û dora %34 ji dengan, CSU-CDU der û dora %35 ji dengan, Grünen û Partîya Cep her yekê der û dora % 8 ji dengan, FDP jî %10 ji dengan destxist...

Erê Partîyên hevbendîyê bûn yekem hêza sîyasî li Almanyayê.. Lê ew ligel FDP jî nikarin %50 endamên Parlemana Almanî destxin..

SPD û Grünen di vê dawîyê de hemû hêzên xwe ve, karkirin û dijî CDU û CSU xebata hilbijartinê kirin.

Her ciqas SPD û Grünen jî nikarin bi serê xwe hukumetê avabikin, lê herdu partîyan dikaribûn girseyên xwe seferber bikin û rêjeya dengên xwe bilind bikin..

Ji bo vê yekê jî Gerhard Schroder û Joschka Fischer dikenin û encamên destxistî wekî serkeftin nîshan didin.

Niha pêshîya hêzên sîyasî ên Almanyayê ji bo damêzrandian hukumetê cend alternatîf hene:

1)CDU-CSU+FDP+Grünen
2) CDU-CSU+SPD
3)SPD+Grünen+Partîya Cep
4) SPD+Grünen. Lê partîya cep dikare hukumeta wan tolere bike..

Qet partîyek naxwaze ligel Partîya Cep koalîsyonê avabike... Ji ber ku,Partîya cep „komunîstên kevn“in...

Lê pêwîste bête gotin ku, Oskar Lafontain û G. Gysi dikaribûn di demeke kurt de PDS û hêzên Almanyaya Rojavayî rêkbixin û %8 yan jî %9 ji dengan destxin..

Ev encama ji bo vê partîyê serkeftinek mezine... Partîya Cep wekî hinek rewshenbîrên alman jî dibêjin „berhama Hukumeta SPD û Grünen“ê ye....

CDU û CSU hewldan ji bo rêjeya dengên xwe zêde bikin, pirsa endametîya Tirkîyê ji bo Yekîtîya Ewrupayê anîn rojevê û karanîn.. Lê ew dîsa serneketin...

Di dawîyê de mirov dikare vê yekê bibêje:

1)Ev cara yekemîn e herdu partîyên girseyî ku SPD û CDU-CSU in, herduyan pêkve %70 ji dengan kêmtir destxistin.
2)FDP di dîroka xwe de ev cara yekemîn rêjeya %10 ji dengan wergirt..

3)Cepên cepan dikaribûn %8 ji dengan werbigirin û bicin ji bo Parlemanê..

4)Ev hilbijartina Almanyayê a serok û rêberan bû..Ev sherê hilbijartinê ê Schroder, Stöber, Fischer, Merkel û Gysi û Lafontain bû. Keskan dehan sal, dijî sîyasta Shef-Partî sherkirin.. Lê di dawîyê de shefekî wekî Fischer afirandin û wekî serokê Lîsta xwe nîshan dan... Berê hertim serokayetîya Keskan ji jinek û merekî pêk dihat.. Vê carê Joschka tenê bû...

Rastî ew e ku, gelê Alman dixwaze shefê wan hebe.. Ev rastîyeke û di vê hilbijartinê de jî hat dîtin.. Ev yeka hanê ji bo welatên din ê dinyayê jî raste..

Di van hilbijartinên Almanyayê de dîsan Kurdên me bê sîyaset bûn.. Hinekan dîsan nokertîya tirkan kirin û wekî tirk cûn li ser sanduqan.. Hinek Kurdên me ên welatparêz dengên xwe dan Keskan... Beshekî Kurdan jî dengên xwe dan Partîya Cep.... Li ba SPD jî gellek Kurd hebûn.. Piranîya wan wekî Tirkan helwestê xwe nîshan da..

Lê em wekî Kurd, bê sîyaset, bê bername û bê serûber bûn... Ji ber ku sîyasetek me a netewî nîne.. Yêkîtîya me nîne.. Di dawîyê de kargerîya me li ser partîyên almanî nîne... Em nikarin li vî welatî û navê Kurdayetîyê bi vî awayî bijîn...

Pêwîst e em sîyaset nû avabikin... Pêwîste em bibin beshekî sîyaseta vî welatî û bikaribin ji bo berjewendîyên gelê xwe hinek tishtên erênî bikin..

Pêwîste em ji getoyên xwe derkevin.

[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.