HEVPEYVÎN ligel birêz Mahmut Kilinç li ser “Kongreya Neteweyî”
1-Aso Zagrosî:Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?
Mahmut Kilinc: Kongira Neteweyî, sazîyekî ku pirranîya partî, tevger, rêxistin, grup, saziyên sivîl û derdorên rewşenbîrên netewekî digre nav xwe û herweha di asta herê bilind û temsilî da ye. Bi ya vê pênasê (tarif) du hêmanên bingehî yên kongira neteweyî hene; yek, divê pirranîya beşên civakê bigre nav xwe; du, temsilî be. Cûdahîya wê ji enîyê (bere), ji temsilîyê tê, ango enî an bere, tevgerek bilind ya partî û rêxistin û grupên siyasî ye, bona armancekî neteweyî an civakî, bi mebesta piştevanî û hevkarîyê tê damezrandin, lê çarçoweya kongirê firehtir e, ji ber ku ne tenê piştevanî û hevkarî ye, herweha ji jêr dest pê dike heta roj, rêbazên hilbijartinê bi kar tîne û li herî jor, sazîyekî temsîlî û xwedî biryar cî digre. Kongirên neteweyî bi şandiyarên (delege) hilbijartî (temsilî) dicive û ev jî, ji nav xwe lijneyeke temsilî, wek parlement hildibijêre û ev jî desteya birêvebir hildibijêre. Kongirên neteweyî di encama pêvejoyekî weha da tên civandin û ew, di meşandina kar û barê neteweyî da xwedî biryar in.
Çend kongirên neteweyî hene, ku pirrî caran dibin mînak. Ji vana, bi bawerîya min sê yên herê girîng in û bona me Kurda dibin mînakên ku em jê encaman bi destxin. Yek, Kongira Neteweyî ya Afrikayê ye. Kongira ku bi navî ANC tê naskirin, di serketina têkoşîna gelê Başûrê Afrika da rolek sereke leyîst. Eger li Başûrê Afrika ANC nehata damezrandin, rejîmê nijadperest nedihat xarê û îro, gelê vî welatî rizgar nedibû, desthilatî bi dest nediket.
Mînaka duyem, Tevgera Azadîya Filîstinê ye. Pirranîya rêxistinên Filîstinê di nav da cih girtin, navenda xwe li Tunisê bû, li wira wekî parlement lijneyek û desteya birêvebir hatibû hilbijartin. Dîsa, eger rêxistinên Filîstinî di nav TAF cî negirtana destketiyên îro bi destê gelê Filîstinê nediketin.
Mînaka sêyem, Kongira Cûhîyên Dinyayê ku bi dîyaspora cûhîyan hatibû damezrandin û vê kongirê, him derfet afirandin ku gelê Cûhî carek din fegere welatê xwe û him jî bona damezrandina dewletekê, karê rêxistinî bi rêve bir û bi ser ket.
2-Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?
Mahmut Kilinc: Di dîrokê da Kurda ti saziyên ku mirov bi dilrehetî wek Kongira Neteweyî pênas bike danemezrandine. Hewl dane, lê ji ber ku bi pêwîstiyên kongirekê tevnegerîya, bi serneketine. Wekî min li jor jî got, divê mirov ferka damezrandina enîyekê, damezrandina platformekî bi mebesta hevkariyê wek Kongira Neteweyî pênas neke. Lewra, ew ne saziyên temsilî ne û pirraniya netewe temsîl nakin.
Bi navê Kongira Neteweyîya Kurdistanê hinek sazî hene, ya herê tê naskirin navenda xwe li Brukselê ye, tê zanîn ku kes û saziyên nêzikî PKK/KCK di nav da cî girtine, ji ber vê teng bê çalak ma. Jixwe bi bawerîya min navê wê KNK ye lê hêmanên kongirek neteweyî naparêze.
Sala 1995an da Parlementa Kurdistanê Ya Derveyî Welat hat damezrandin. Di destpêkê da, bi mebesta ku qet nebe pirranîya rêxistin û grupên siyasî yên bakurî di nav da cî bigrin, wek kongirek neteweyî bê damezrandin kar hat meşandin, lê mixabin ji ber hinek binasan (sebeb) bi ser neket. Hinek pêwistîyên wê hebûn, ji ber ku him kesên hatî hilbijartî di nav da cî digirtin û him jî, desteyek birêvebir hatibû hilbijartin. Her şeş mehan li welatekî civîn li dar xist û hinek biryar stendin. Lê mixabin, ji ber ku seroktiya PKKê dev ji armancên neteweyî berda, ew jî, ewil bêfoksiyon û paşê hat fesix kirin.
Gellek binasên seneketina rêxistinên Kurdistanî hene. Ji vana ya herê nas, qetkirina welatê miletê Kurd e. Piştê Şerê Cîhanê Yekem, dewletên îttilaf bi dilê xwe sînorên îro kişandin û qet xem nekirin ku ji miletê Kurd bipirsin. Dema ku Kurdistan kirin çar parçe, ji ber ku her parçeyek kete bin dagirîya dewletekê, bi avakî xwezayî, rêxistinên her parçeyî, rûyê xwe berve navenda siyasîya wê dewletê kirin. Di navbera parçeyan da pêywendiyên civakî, aborî û siyasî qut bûn, şênîyên parçeyan ji hev dûr ketin. Di encamê da, him fam kirina kar û barê siyaseta neteweyî teşe negirt û him jî, bizava siyasîya neteweyî bi giştî bi rih û ricik nebû.
3-Aso Zagrosî:Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedîne, amadene ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?
Mahmut Kilinc : Bi bawerîya min, bona her çar parçeyan dibêjim, divê bizava siyasîya Kurdistanê şert û mercên herêmê û dinyayê baş bibînin, bi aqlekî realîst binirxînin. Divê em, her çiqasî ne dilê me be jî, rastiya sinorên ku tarîxa me, siyaseta me, civaka me kiriye çar parçeyan bibînin. Ev sînorên ku mêjîyê bizava siyasîya Kurd kiriye çar parçeya, îro dest nade ku ji her çar parçeyan bihev ra Kongirek Neteweyî bê damezrandin. Mebesta min ji vê, saziyek ku hêmanên kongira neteweyî diparêze û çalak e. Eger bê civandin jî ewê nebe kongirek rastî û çalak ya neteweyî.
Realîte li me ferz dike, ku em rêyek din bidin ber xwe. Bi ya min, ewil divê rêxistinên her parçeyî di nav xwe da dest bi pêk anîna hevkarî û piştevaniyek siyasî û hîne bi hevra kar kirinê, biratîyê bibin. Divê hevûdin bipejirînin û bi hestek welatparêzî li hevûdin hez bikin, hembêz bikin. Piştê ku di têkoşîna xwe da bi ser ketin, wê demê dikanin bona hemî parçeyan banga Kongira Neteweyî bikin.
Lê îro dikane Konferansek Neteweyî bê civandin. Ew konferans, dikane ji partî, rêxistin, grupên siyasî û rêxistinên sivîl pêk bê. Bi rîya vê konferansê, him dikanin hevûdin fam bikin û him jî, dikanin piştevanîya hevûdin bikin. Lê konferansek weha nabe saziyek temsilî û nikane bona paşeroja netewe biryaran bide. Dikane bona têkoşîna partiyekî an grubek partî, pêşnîyazan bike, ne wekî biryar.
Çend salên tê gotin ku Kongira Neteweyî dê bicive, her sal bipaşte têlêxistin, ew dikane wek konferans bicive û têkilîyên navbera rêxsitinên her çar parçeyan xurttir bike. Heta mirov dikane bêje, ku eger li gel hemî şert û mercan, dîsa jî civandina Kongira Neteweyî hewce bê dîtin, bila ev konferans biryara civandina Kongira Neteweyî bide.
4-Aso Zagrosî:Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?
Mahmut Kilinc : Bi bawrîya min, şert û mercên herêmê û dinyayê dest nade ku mirov daxwazên hemî Kurdan bike bernameyekê. Helbet pêywendiyên civakî û çandî dikane bêne xurt kirin, lê di pirsên siyasî û eskerî da her parçe, divê ewil vegere nav xwe. Binirin, ji ber ku Başûrê Kurdistanê nîvazadî bi dest xistiye, pêywendiyên xwe bi parçeyên din ve xurt dike. Eger îro, bi giştî di dinyayê da navê Kurd û Kurdistanê bi avakî erênî tê bihîstin, li herêmê bizava siyasîya Kurda xurt tê dîtin, rêvebir û nunerên vî parçeyê bi rûmetî tên pêşwazî kirin û di siyaseta herêmê da qîmeta siyaset û hêza Kurda bilind tê nirxandin, hemî ji serketina vî parçeyê ye. Eger parçeyek din jî astek weha bi destxwexe, rewş, dê bêhtir xweştir bibe. Îro Başûrêrojavayî Kurdistanê nêzikî ezmûnek weha ye, bi bawerîya min, serketina vî parçeyî bi giştî bona Kurdistanê û taybetî bona Bakurê Kurdistanê pêwistîyek stratejîk heye. A ya, wê demê karwana daxwazên miletê Kurd dê berve yekbûnê birêkeve.
5-Aso Zagrosî:Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?
Mahmut Kilinc : Îro ti dewlet nikane tenê bi serê xwe bijî û hebûna xwe biparêze. Bixwazî an naxwazî hewce ye di navbera dewletan da hevkarî, dayîn û stendin hebe, taybetî di mijarên aborî da. Bona Başûrê Kurdistanê jî weha ye, heta hê jî pêwist e ji ber ku herêm bi her avayî têra xwe nake, jixwe binesazî tine bû, herweha pêşezasî û bezirganî her wisa bû, îro hêdî hêdî pêdivîyên van mijaran çareser dibin. Ev rastiya Başûr lê ferz kir, ku bêhtir bi derva ve bêde û bistîne.
Îro em encamek weha dibînin, ku êdî ne tenê Başûr hewceyî Tirkiyê û Îranê ye, herweha ew bêtir hewce ne, ji ber ku di dinyaya glover da ti hêz nikanin pêşîya têkilîyên aborî bigrin. Her roj pêdivîyên mirovî bêhtir û bi babet didin. Du hêlên têkilîyên aborîyê hene, yek dikire yê din difroşe û herdu hevûdin temam dikin. Bi hêlek tenê bezirganî nabe. Ango, çiqasî Başûrê welêt hewceyî, ewqas jî ew hewce ne.
Ji dest vê, rêvebira Başûr dikane peywendiyên xwe li ser vê rastîyê damezrîne û ji çareseriyê ra alîkar be. Ez difikirim, ku rêveberîya Başûrê Kurdistanê, taybetî serok Barzanî bona çarseriyê û herweha bona ku daxwazên gelê bakur bêne cî, dikane alîkar be, rolekî erênî bilîze. Bona Başûrêrojava jî her weha ye, jixwe peywendiyên germ hene û rêxistinên vî parçeyî li Hewlêrê hatin civandin, ev, bona hevkariya bizava Başûrêrojava gavek gellek girîng bû.
Pirsa herêmên veqedandî, ango herêmên ku li dervayî Kurdistanê hatin hiştin, bona paşeroja miletê Kurd, bêşik gellek girîng in. Em dizanin, ku 50 salin pirsgirêka Kerkûkê daleqandî maye, Kurd ti cara dev jê bernadin, divê bernedin jî. Jixwe eger heta îro pirsa van navçeyan bihata çareserkirin, nêzikbûna dewleta serbixwe bêtir dibû. Bexdadê jî ew rastî fam kiriye, ji dest vê makezagonê bin pê dike, xala 140a bi cî nayne. Bi bawerîya min, DYAê jî ew rastî fam kiriye û ji ber ku naxwaze alozî derkeve, li ser Bexdadê karîger nabe. Lê herçiqas ew herêman li derveyî Kurdistanê hatibin hiştin jî, ev nabe asteng ku rêvebirîya Başûr bona çarserkirina parçeyên din hewl bide. Berevacî, dikane hinek derfetan jî biafirîne. Ka em binirin paşeroj dê çi derxe pêş!
6-Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke?
Mahmut Kilinc:Kurd yek in, welatê wana Kurdistan jî yek erdnîgarî ye. Hinek kes wekî zimanê wana hîn bûbe, dibêjin kurdên Tirkiyê, kurdên Suriyê, kurdên İraqê, kurdên Îranê û herweha Kurdistanê jî weha bi nav dikin, lê ev ne rast e, divê em vê navkirinê red bikin. Heta ne rast e ku em bêjin “Kurdistana Başûr”, “Kurdistana Rojhilat”, “Kurdistana Bakur”, “Kurdistan Başûrêrojava”, lê divê em pêyva ber an bergehê (yön) bidin ber peyva Kurdistanê, bomînak bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê....û hwd.
Nuha ez vegerim ser pirsa te, di eslê xwe da bersiva vê pirsê di bersivên jorî heye, lê dîsa jî bi kurtî ezê çend hevokan bêjim. Di bîr û raya pirranîya Kurdan da, her tim dewletek serbixwe heye, derdorên ku van salên dawî ji berê bêhtir xwe nêzikî siyaseta navendî ya dewletên dagirker dikin hene, lê îro giranîya wana ne di astek serdest da ye. Ji ber vê, divê em fam bikin ku çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê (bala xwe bidê nabêjim pirsgirêka Kurd) dê gav bi gav pêk bê. Ev pêvejoyekî dêrêj e û bi meşeqet e, lê eger rêxistinên her parçeyî bi hişmendî tevbigerin, ev encam rojeke ne dûr dê herhal bidestkeve. Bomînak, bizava bakurê Kurdistanê, divê encama ku min vegot ti cara ji bîra xwe dernêxe, lê ewil rastiya herêmê û dinyayê bibîne hemî hêza xwe bide ser çareserkirina pirsgirêka bakurê Kurdistanê.
Jixwe di vê heyamê da ez, wekî min Kongira Neteweyî pênas kir, rast nabînim ku bi navê Kongira Neteweyî civînek bê lidarxistin û sazîyek bê damezrandin. Ewê kêm û seqet bibe û dê bibe binasê nîqaşên li ser dahûtiya kongireke bê kêmûkasî. Wekî min gotî, ya herî baş û rast, divê konferansek neteweyî bê civandin.
7-Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin, bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin sedema şerên birakujî î nû?
Mahmut Kilinc: Kongira Neteweyî sazîya neteweyî ya herê bilind e. Sazîya di vê astê da, divê hesabê parsengên sîyasî bike, xwe ji durişmên teng û îdeolojîk rizgar bike. Helbet, bizava siyasîya Kurdistanê li dijî mêtîngerîyê ye, ew helwestek xwezayî ye. Lê, em dibînin ku gotin û pratîk hevûdiv nagin û ew ne helwestek sosret e jî. Hemî partî û rêxistinên Kurdistanî di vê mijarê da ezmûnên wana hene. Ne heq e, yek yê din sûcdar bike. Wekî bawerîyek giştî ez jî dikanim bêjim, ku bes divê ew têkilî ne li dijî bercewendiyên neteweyî bin, li dijî parçeyek din nebin.
Ji ber ku her parçeyek, an pirranî hê ne xwedîyê rêvebirîya xwe ne û peywedî jî têkilî hev bûne, civandina kongirekê û stendina biryarek weha, îro ne pêkan e, nabe lê bê ferz kirin.
Lê, eger dewran vegere, wekî min gotî pirranîya parçeyan rêvebirina xwe bi destxin, paşê dikanin bona Kurdistanek serbixwe kongirek bê civandin.
Li vira, wekî serok Barzanî dibêje, binas çi dibe bila be, divê şerê birakujî nebe, ev derî heta û heta bê girtin.
8- Aso Zagrosî:Çavdêriyek wek li Tirkiyeyê hin derdorên bi erênî nêzîkê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” dibin heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Mahmut Kilinc: Tirkiyê hêvî dike ku kongirek, an konferansek bê civandin di vê civînê da biryara bêçekkirina PKKê bêstendin. Tirkiyê fêla xwe eşkere nabêje, ku bila PKKê bê tasfîye kirin. Ewil bêçekkirinê derdêxe pêş, jixwe ew gava ewil tasfîye kirina PKKê ye. Tirkiyê dev ji çareserkirina pirsgirêka Kurd berdaye, a nuha ketiye qêda tesfîye kirina PKKê. Ev çareserkirina pirsgirêka bakurê Kurdistanê, wek tasfîye kirina PKKê dibîne. Hinek Kurd jî, li vê siyastê bawer dikin!
Heçku, fêla dewletê xerab e. Mixabin hê jî li herêma Rojhilata Navîn dengê çekan li pêşl e, ev ne sûcê Kurdan e, berevacî heta lê nehatiye ferzkirin Kurda çek bi kar neanîye. Di eslê xwe da herkes bi vê rastiyê hesîyaye, lê mesele tê li ser bercewendiyan disekine.
Bi kurtî Tirkiyê, di vê mijarê da tênê ketiye duv armancê xwe, wekî hinek kes dibêjin di nasandina mafên miletê Kurd yên neteweyî û demokratîk da ne jidil e.
9-Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil, Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin beşdarbin? Bo vê amade ne?
Mahmut Kilinc:Bersiva vê pirsê, bêşik bi dilûcan belê ye. Divê em tiştekî zanibin: serxwebûna parçeyekî, eger em jidil bin, deriyê serxwebûna hemû Kurdistanê ye. Hetanî îro, têkoşîna hemû parçeyan taybetî di qada navneteweyî da ji ber ku bêkes in, dewletek ne li pişt e, her dem stûxar mane, têkoşîne lê di siyasetê da wenda kirine. Ev, ji bêxwedîtiyê tê. Pêywendiyên navneteweyî weha hatiye tanzîm kirin, ku bercewendiyên dewletan her dem serdest in, li pêş her tiştîne. Dema dewleta Kurd hebe, ew jî dê ji vê derfetê sûdê werbigre.
Ji ber gellek binasên din, eger hewce bû, her Kurd divê bimeşe alîkariyê, her çi derfet di dest hene bi kar bîne. Herweha divê rêxistinên her parçeyî jî, bêhtir berê xwe bidin alîkarîya vî parçeyî, xwe jê ra amede bikin.
10-Aso Zagrosî:“Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?
Mahmut Kilinc: Kongira Neteweyî divê ya hemû Kurdan be. Ji ber ku di vê demê da, wekî min gotî Kongirek Neteweyî dê necive, ez dikanin di derbarê konferansek neteweyî da pêşnîyaza xwe bi kurtî vebêjim. Divê partî, rêxistin, sazîyên sivîl yên hemî parçeyan, an pirranîya vana di encama karkirina komîteyek kargir da, bi rojevekî dîyar kirî bê civandin. Ev tanzîm gellek fireh bê girtin û ne bilezûbez, bi qasî ku pêkan e, bêkêmûkasî bê civandin.
Rojeva konferansê ne li ser daxwazên dewletên dagirker, divê li ser daxwaz û pêdivîyên rêxistin û sazîyên Kurdistanî bê çespandin.
Kurdên dîyasporê jî dikanin alîkar bin, sazîyên li vê qada jî beşdar bin. Di hêla aborîda alîkar bin.
11-Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê vanan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo...
Mahmut Kilinc: Tu jî berxwedar bî. Tenê dixwazim bêjim, ku divê rêxistinên Kurdistanî pêywendiyên xwe xurt bikin, li ser daxwazên netweyî bi israr bin, ji armancên neteweyî dûr nekevin û bona hevûdin, bi hestên biratiyê tevbigerin. Rêya serketinê; bi nehîtên rêxistinî, hevkarî û têkoşînê hatiye raxistin.
Îro hemî dinya mafên neteweyî yên miletê Kurd fam dikin, zorûzilma ku lê hatî kirin dibînin. Şansek rû da ye, divê ev di cî da bikar bê.